Hunermendê Kurd Birader bi salan e bi mûzika kurdî ve mijûl e, gelek stranên wî li ser zimanê gel tên gotin. Bi dehan albûm û kilîp û konsert amade kiriye. Ji ber êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê kilamek amade kir û bi guhdarvanê xwe re parve kir. Li gor wî hunermendê Kurd, gelê Kurd li hemberê dagirkirina Kerkûkê bêdeng ma ji ber bêdengiyê niha jî dor hat Efrînê.

BasNews: Te li ser Efrînê kilamek Amade kir, sedema vê çi bû?

Êrişek mezin li ser Efrinê heye. Zarok, jin, pîr di bin bombebaranekî dijwar de ne. Hunermend wijdanas civakê ye, wijdana gelê xwe ye. Ma ez stran çênekim çi bikim. Mesûliyeta min him wek mirovekî him wekî hunermendekî heye. Çi ji destê min bê ezê bikim, wezîfeya min e ku ez bi kilaman dengê gelê xwe bînim ziman. Qîrîn û hawara gelê min bê ez nikarim bêdeng bimînim. Me gelek demên qedexe, zordestî, bindestî derbas kir û her derbas dikin, di wan deman jî me stran çêkir îro jî em çêdikin û emê her çêbikin.

BasNews: Di kilamê de te gotiye ku Efrîn xûşka Kerkûkê ye, te bi vê gotinê xwest çi peyam bidî?

Dayîka me hemiyan Kurdistan e. Hemî bajarên Kurdistanê xûşkên hev in. Kareseta Kerkukê nû ye. Ew bi destê hinek cahşan radestî dagîrkeran bû. Min xwest bînim bîra guhdaran ku duh Kerkuk bû îro Efrîn e. Ger Kurd bê deng û bê tifaq bin wê dora gelek bajarên me were.

BasNews: Tu di kilamê de dibêjî Ez Efrîn im, Efrîn ji bo te tê çi wateyê?

Yanî ez bi hemî hest u laşê xwe êşa Efrinê jiyam û dijîm. Efrîn bajarê Kurdan e, ferqa wê bi bajarên din yên Kurdistanê re nîne. Her Kurd li ku dijî bi Efrinê diêşe. Divê kurd xwedî li bajarê xwe û li mirovên xwe derbikevin.

BasNews: Êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê di te de çi hestek çêkir?

Hemî êrişên ser Kurdistanê min diêşîne û wekî hunermendekî jî du caran diêşîne. Êrişa ser Efrînê jî bi vî rengê ye.Wek êrişa ser Kobanî ye. Êrişa ser Efrînê wek êrişa ser Kerkûkê min gelekî diêşîne.

BasNews: Amadekirina awaz û mûzîka kilama Efrînê çend rojan kişand?

Dema êrîşa ser Efrînê destpekir wekî her kesî min jî reaksiyona xwe bi rêya medyaya civakî li ser wê nîşan da. Ew parvekirinên min bûne bingeha helbestekê li ser Efrînê û di demek kurt stran hate holê . Lê min ne weşand . Hinek heval li min geriyan û gotin çima tu stran çênakî? Min got heyra min stran çêkiriye. Gotin madem te çêkiriye çima naweşînî .Min jî hema kamereya telefona xwe li ber xwe danî û xwend û weşand. Di demek kin de gelek bal kişand û belav bû.

BasNews: Te kilam wekî marşekî gotiye , gelo bi baweriya te kilamên bi vî rengî di nav şerî de çi bandor li ser şervanan dike?

Helbet stran her çi qas li ser rîtma marşe be jî min weke straneke xwendiye. Dema ez stran çêdikim qet nafikirim wê çi bandorê çêbike. Ew stran ji bo min berhema ku bandora bûyeran li ser min çêdibe. Helbet her stranek bandorekî li ser guhdaran çêdike. Gelek caran şervan li stranan guhdar dikin û diçin çalakiyan. Min ev ji şervanan bihîstiye.

BasNews: Gelo çima êrîş her li ser Kurdistanê çêdibin?

Ez gelek car dibêjim .Miletekî bê dewlet wekî sêwiyê ber dîwaran e.Kî radibe tepekê lê dide. Heta em nebin xwedan dewlet wê êrîş û nakokî li ser welatê me kêm nebin.

Media

Çavkanî basnews.com -More... Sevda Kaplan
Editör: Haber Merkezi