ŞIRNEX - Dayika Hamza Encu yê ku di komkûjiya Roboskiyê de hatibû qetilkirin, Kadriye Encu jiyana xwe ji dest da.

Li gundê Roboskîyê yê Qilebana Şirnexê, di 28’ê Kanûna 2011’an de bi bombebarana balafirên şer 34 kes hatibûn qetilkirin. Dayika Hamza Encu yê ku di komkujiya Roboskiyê de hatibû qetilkirin Kadriye Encu jiyana xwe ji dest da.

Hat zanîn ku Kadriye ji ber qeyrana dil jiyana xwe dest daye. (JINNEWS)

Editör: Haber Merkezi