AMED - Komeleya 78'an bi minasebeta  41'emîn salvegera darbeya 12’ê Îlon li ber girtîgeha Amedê ya Tîpa E daxuyanîyek da. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku darbeya 12’ê Îlonê hê jî berdewam e. Civaka ku ji darbekaran hesap nepirse mahkûmî darbeyên nû ye, werin em ji darbekaran hesap bipirsin."

Komeleya 78'an bi minasebeta salvegera 12’ê Îlonê 1980'yî li ber girtîgeha Amedê ya Tîpa E daxuyanîyek da. Di daxuyaniyê de pankarta " Em di salvegera 41'emîn a derbeya 12'ê Îlonê de hemû derbeyên sîvîl û leşkerî şermezar dikin" hate vekirin. Di daxuyaniyê de rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk(DBP) yên navend û navçeyên Amdedê, Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (MED TUHAD-FED), Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER),  Komeleya Piştevaniya bi Xizmên Girtiyan re û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla serokê komeleyê Huseyîn Bariş ve hat xwendin. 

‘12’ê Îlonê didome’

Huseyîn destnîşan kir ku bi zext û zilma li ser civakê darbeya 12’ê îlonê  hê jî berdewam dike û got: “Kuştin kiryar nediyar, wendakarin, bi sedhezaran binçavkirinên bê bingeh, girtin, sirgûnên kefyî, valakirin û şewitandina bi hezaran gundan, îşkence û gelek mînakên bi vî rengî nîşaneya berdewamiya darbeyê ne. Divê ereb, kurd, tirk, laz, çerkez, arnavût, pomak, elewî û sunî, her kes li dijî van pêkanînan derkeve û di xeta têkoşîna demokratîk de bi dirûşma wekhevî û dostaniya gelan, dengê xwe bilind bike û bibe xwedî helwest.”

 Nûce JINNEWS- Dimen- Wene Ötekilerin Gündemi

‘Werin em hesab ji darbekaran bipirsin’

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku îşkence, zext û zordariya ku li girtîgeha Amedê li mirovan dihat kirin ya ku li girtîgeha Guantanamoyê dihat kirin li du xwe hişt û di dirêjiyê de wiha hat gotin: “Heman rêbazên îşkenceyê hîn jî li zindanên Tirkiyê berdewam dikin. Bi hezaran girtî û hukumxar li dijî van rêbazan û zilmê bedena xwe dane ber greva birçîbûn û roj bi roj dihêlin û têdikoşin. Werin em hemû hevkariya bi 12’ê İlonê re red bikin. Civakeke ku ji darbekaran hesab ne pirse, mehkûmî darbeyên nû bên kirin e”

Editör: Haber Merkezi