Sala perwerdeya 1964-65’an bû, min li Diyarbekir di lîsê de dixwend. Ez xwendekarê sinifa 5’an bûm. Nêzîkî dawiya salê ji me re mamostekî nû hat. Mamoste xortekî ciwan bû, beşera wî vekirî, rûgeş û devliken bû. Di rabûn û rûniştina wî de tevgereke nermegerm a lihevhatî hebû. Sivik nîn bû, di ciyê xwe de gran bû. Gava dipeyivî, ken û bişrekî hênik li dev û lêvên wî diherikî, li ser ruyê wî pêl dida. Ew mamosteyé delal Şewket Epozdemir bixwe bû. Hîn du-sê roj tê de derbas nebûbûn ku dest bi mamostetiya me kiribû, karekî min ket alê wî.



Berî hatina mamoste, ez ketibûm îmtîhaneki û min qezenc kiribû ku ez biçim salekê li Amerîka bixwînim. Midûrê mektebê ji bona formalîta çûna min ya Amerîka, ewraqek da min, got “bibe, bira mamostê te yé edebiyatê îmze bike û bîne, emê di nav ewraqên din de bişînin navenda AFS’ê li Stenbolê.” AFS(American Field Service) rêxistineke navneteweyî bû.

Wé demé xwendekaran bi îmtîhan dibijartin û dişandin welatê Amerîkayê. Gava midûr ewraq da min, wext ber bi êvar, roj li ber ava bû. Mamoste Şewket Abê (Bi deh salan bi şûn de, îdin min jê re digot abê) ji mektebê dûr bûbû, ber bi malê ve diçû. Min ewraq girt û da pey. Hê ku ew negihijtibû malê, min xwe gihandê. Li ber Yekderiyê Bedenê, min silav lê kir. Wî jî bersiva silava min da. Pêşî, em bi Tirkî peyivîn. Di pey re, jiber ku min bihîstibû ku ew Kurd e, min qelapte Kurmanciyê. Gava min bi Kurmancî deng lê kir, gelek kêfxweş bû, o wisa jî hebekî li min şaş ma. Gote min, “malava, wele min digot tew tu ne Kurd î.” Erê, min zanibû, gava wî li miné çavşîn û porzer û reng vekirî dinihêrt, jiwîtirê ez yekî ji wan macirê Bulxar im ku dewletê wan li der û dora Bismil bi cî kiribû.

Min gotê “wele ez Kurd im, o Kurdê gewr im.” Ev gotina min jî gelekî li xweşé wî çû, li min zivirand û got “rast e, Kurd gewr in, lê, reş û qemer û esmer jî hene..” Em herdu jî keniyan. Min gotê, “mamostê min, min îmtîhana AFS’ê qezenc kiriye, ezê biçim salekê li Amerîka bixwînim, vanî, midûr beg ewraq rêkiriye, divê tu îmze bikî.” Bi vê gotina min, hîn zêdetir kêfxweş ma, got “belê, ezê îmze bikim, lê ka were, pêşî em herin malê, hinkî ji xwe re mijûl bibin.” Min da pey û em meşiyan. Mala ku em çûnê, di navbera Cotederî (Çift Qapî) û Derêromê de bû.

Wê êvarê, me bi hev re gelek sıhbet û mijûliyên xweş derbaskirin. Hingê, Şewket Abê hîna nezewicîbû. Ew mal jî mala kekê wî (ku paşê bû dost û heval û kekê min jî) Şakir Epozdemir bû. Şakir Abê, gava bihîst ku min îmtîhan qezenc kiriye û ezê herim li Amerika bixwînim, pirr kêfa xwe anî û dilşadiya xwe nîşan da. Ji min pirsî, ez kî me, ji kwêderê me, ji kîjan mal û malbatê me. Min navê xwe, gundê xwe, malbata xwe tev jê re bi rêz kir. Min ji herdu bran re got ku "min berê jî îmtîhan û ezmûn qezenc kiriye û ez vêga di Lîsa Ziya Gokalp’ê de leylî mecanî dixwînim.’’ Bi vê agahdariyê, ew hê zêdetir kêfxweşî bûn.

Şakir Abê digot: “Ez bawerim, em Kurd, emê ji bindestiyê xelas bibin.” Wî digot: “Xwendekarekî Kurd ê gundî yê ku paşê li dibistanê hînî Tirkî bu ye, îro, pêşî ji gelek zarûkên axan û began û dewlemendan, ji ên karmendên dewletê stendiye. Ev yek nîşan dide ku wê Kurd xelas bibin û ji binê nîrê zilm û zorê bifilitin.”

Wê êvarê, li wê malê em ji alîkî ve mijûl bûn, me hev nas kir, ji alîkî ve jî em rûniştin me bi hev re şîv xwar, piştî şîvê çay, di pey re jî gwîz û mewîj û meşlûr anîn. Me şevbêrka xwe hetanî derengê şevê bihart û min xatir ji wan herdu brayên xweşmêr ên rind ên welatparêzan û ji malbata wan xwest û derketim çûm. Wê gava ez ji wê malê derketim rihê min zelaltir bûbû, dilê min geştir, mêjiyê min jî ronîtir. Derengê şevê, ez wek birq û brûskê di kuçe û kolanan de vegeriyam pansiyonê . ( * )
Wek ku Ahmed Arif gotiye:
Ez kujtî me
Xewna min ji şevan tarîtir e
Kes nîne ji min re li xêrê bigerinê
Canê min distînin bê ecel
Di kitêban de naheşirê
Paşayekî şîfre ferman kiriye
Hatime kujtin bê lêpirs, dadgeh û daraz
 

 
 
 

Editör: Haber Merkezi