HDP berdewamiya xeta HEP’ê ya berxwedêr e

 

Komara tirk li ser hişmendiya Îtîhat Terakî ya faşîst a qirker ava bû. Yekane armanca wan tunekirina civaka kurd û tirkistankirina Kurdistanê bû. Piştî rêze serhildanan bêencam mayina berxwedana Dêrsimê civaka kurd bi jenosîda spî re rû bi rû ma. Bi dehan salan kesî nekaribû qala hebûna civaka kurd bikira.

 

Kurdên ku kurdî biaxiviyana û qala kurdîbûna xwe bikirina an bi cezayên herî giran an jî bi mirinên bêdaraz re rû bi rû diman. Dema ku bi van rêbazan nedikarîn kurdan bi çewisînin derbeyên leşkerî pêk dianîn û kurd bi komî qetil dikirin. Hedê tu kesî nebû ku ser navê kurdî û bi nasnameya kurdî di qada legal de partiyeke siyasî ava bike û siyasetê bike.

 

Ji dawiya salên 1960’an şûn ve di zanîngehên tirkan de li dijî siyaseta qirker hewldanên ciwanên kurd dest pê dikin. Ew hewldan hetanî 1980’yan dewam dikin. Ji wan hewldanan yek jî di bin pêşengiya birêz Ocalan de xwe birêxistinkirina Tevgera Azadiyê ye. Lewre, armanca sereke ya darbeya leşkeriya 12’ê îlonê ya 1980’an çewisandin û teasfiyekirina Tevgera Azadiyê û civaka kurd bû. Lê cara yekemîn darbe bi ser naket û nagihîşt armanca xwe.

 

Şoreşgerên kurd, pêşeng û endamên Tevgera Azadiya kurd li dijî darbeyê li her qadê li ber xwe dan. Li zîndanan, li çiyayan, li bajaran, li diasporayê bi awayeke can feda li berxwe dan. Berxwedana xwe di sala 1984’an de bi pêngava 15’ê tebaxê tacîdar kirin. Bê guman pêngava 15’ê tebaxê dihat wateya têkçûna darbeya faşîst.

 

Têkçûna darbeyê û serkeftina berxwedana kurd ji bo dewleta tirk encameke gelek giran û qebûlkirina wê nepêkan bû. Dewleta tirk ji bo wê encamê biguherîne dest bi şereke bêeman, bêpîvan û bê exlaq kir. Lê nekarî berxwedana kurd bişikîne. Roj bi roj, meh bi meh, sal bi sal bi dayina berdêlên gelek giranbuha berxwedana kurd mezin bû. Her ku mezin bû destkeftiyên civaka kurd jî zêde bûn. Dewleta tirk neçar ma paşve gav bavêje û qadên jiyanê, qadên nefes girtinê ji civaka kurd re vebike. Bi kurtahî civaka kurd bi berxwedana xwe û bi berdêlên giran ji xwe re qadên jiyanê vekirin.

 

Kurdên ku bi berxwedana xwe darbeya leşkerî ya faşîst têk birin di sala 1990 de bi avakirina HEP’ê xwe di qada siyaseta legal de jî birêxistin kirin. Bê guman di qada legal de bi nasnameya kurd partî avakirin û ser navê civaka kurd siyasetkirin ji bo dewleta tirk qebûl kirina wê nehêsan bû. Lewre ji bo astengkirinê çi ji destê wan hat kirin. Bi kurtahî di êrîşên xwe de tu pîvan nasnekirin.

 



Pêvajoya di bin navê faîl nediyar de kuştina bi hezaran kurdî di vê qadê de dest pê kir. Bi kuştina bi dehan siyasetmedarên kurd yên wekî Wedat Aydin, Mehmet Sîncar, Mûhsîn Melîk, Habîb Kiliç, Metîn Can û hwd. xwestin di qada siyaseta legal de hebûna nasnameya kurd, hebûna vîna kurd, hebûna dengê kurd asteng bikin û di destpêkê de bifetisînin.

 

Li gel hemû hovîtiyên xwe yên bêpîvan û qirkirinên xwe yên siyasiyên bê exlaq nekarîn pêşî li siyaseta kurd bigrin. Wekî qadên din di vê qadê de jî bi berxwedaneke bêhempa hemû hewldanên tasfiyekirinê vala derxistin û roj bi roj rêxistinbûyina xwe mezintir kirin.

 

Di encama wan berdêlên giran û berxwedana bêhempa de kurdan hemû bend rûxandin. Şaredarî bidest xistin û wekîlên xwe şandin Meclîsa Tirkiyeyê. Ev ji bo civaka kurd destkeftiyên gelek girîng bûn. Di dîroka komarê de cara yekemîn bajarên xwe birêve dibirin û vîna xwe şandin meclîsa Tirkiyeyê.

 

HDP ya ku berdewama xeta HEP’ê ye û temsîlkariya siyaseta kurd dike îro di meclîsê de partiya herî mezin a sêyemîne û heviya hemû civakan e.

 

Hikûmeta AKP-MHP ya faşîst a ku dixwaze tola derbekarên 12 îlonê hilîne dixwaze siyaseta kurd jî tasfiye bike û wê mevziyê jî ji destê kurdan derxîne. Tiştê ku derbekar Kenan Evren û hevalbendên xwe nekarîn bikin, tiştê ku çetekariya Tansû Çîler, Dogan Gureş û Mehmet Agar bi qetilkirina 17.500 kurdên faîl diyar nekarîn bikin niha hikûmeta AKP-MHP ya faşîst dixwaze bike.

 

Belê, êrîşên dijwar û giran li ser HDP’ê hene û bi qirkirina siyasî re rû bi rû ye. Lê hewceye neyê jibîrkirin ku di salâ 1990’de dema ku HEP hat avakirin şert û mercên girantir û xerabtir hebûn.

 

Taybetmeniya berxwedana kurd ya herî girîng di her şert û mercî de û li dijî her cureyên êrîşan bi hemleyên nû bersiv dayine. Ev bersiv jî her tim bi rê û rêbazên nû berxwedane. Yê ku 40 sale berxwedana kurd li ser piya hiştiye û faşîzm têk biriye ew taybetmendiya wê ye. Êdî kurd û dostên wan hemû dizanin ku faşîzm encax bi têkoşîn û berxwedanê têk diçe.

 

Mevziyên ku bi têkoşîn û berxwedanên gelek mezin û berdêlên gelek giran hatibin bidest xistin hewceye bi hêsanî neyên terikandin. Hatina HDP’ê ne hêsan bû hewceye çûna wê jî ne hêsan be û heta nepêkan be.

 

Lewre, li gel hemû nîqaşan biryara HDP’ê ya têkoşîn û berxwedanê gelek girîng û di cih de ye. Paşve gav avêtin rê li têkçûnê, berxwedan rê li serkeftinê vedike.
Editör: Haber Merkezi