MEHMET ŞAHÎN –
Manefestoya Erdogan a têkçûyî
Manîfestoya Erdogan li xwe mikûrhatina têkçûna desthilatdariya wî ya 16 salan e.
Pratîka desthilatdariya Erdogan a 16 salî manîfestoya Erdogan a hilbijartinên 24’ê pûç dike.
Menîfestoya Erdogan pêkenoka Xoce Nesreddîn tîne bîra mirov. “Berê kerê veşêre dûre nîşan bide û şad bike”. Tiştên ku di pêvajoya desthilatdariya AKP’ê ya 16 salî de ji civakê hatine girtin û hatine tunekirin niha Erdogan di manîfestoya xwe de dibê je bi sûnd û qesem ezê dîsa bidime we.
Di sala 2002’yan de Erdogan weke kesek mexdûrê pergalê derket pêşberê gel û bi îdaya ku dê pergaleke demokratîk ava bike û dê li Tirkiyê demokrasiyê serwer bike ji gel deng xwest. Civakên Tirkiyê baweriya xwe bi Erdogan anîn û bi hêviya demokratîkbûna pergalê, bê hêviya hatina aştî û aramiyê, bê hêviya pêkhatina azadî, maf û edaletê dengê xwe dan AKP’ê.
Ji sala 2002’yan hetanî niha 16 sale bê navber Erdogan û AKP desthilatdar in. Lê piştî 16 salan Erdogan dîsa weke keseke ku 16 sale ne desthilatdar be weke keseke muxalîf manîfestoya xwe ya hilbijartinan eşkere kir. Tiştê ku 16 sal berê gotibûn heman tiştan niha di dîsa manîfestoya xwe de dibêje. Dîsa qala demokrasî, azadî, maf û dadê dike. Dîsa dibêje emê enflasiyon û faîzên bankeyan daxin jêr. Dîsa dibêje emê li dijber nerêtiyê, xizaniyê têbikoşin. Dîsa dibêje emê qedexeyan ji holê rabikin û hwd.
Weke ku 16 sale Erdogan û partiya xwe ne li ser karin, weke ku ew ne berpirsiyarê vê rewşa kambax û têkçûyî ne. Hêvî û bendewariyên ku 16 sal berê dan gel û gel pê xapandin niha dîsa dixwazin bi heman hêvî û bendewariyan careke din gel bixapînin. Ev jî tê wê wateyê ku 16 sal berê hêvî û bendewariyên ku bi gel re çêkirbûn yek jî neanîne cih. Berevajî her tişt ji 16 sal berê xerabtir bûye û di her warî de paşveçûn û têkçûneke mezin heye.
Piştî desthilatdariya Erdogan a 16 salî;
Piştî 16 salî, demokrasî têkçûye, pergalê dadmendiyê têkçûye, maf û azadî tune ne, ji muxalîfan re mafê jiyanê nemaye, meclîsa Tirkiyê bê wate bûye, ji cudahiyan re tehamul tune ye, desthilatdariya yek kesî ya otorîter a heq û hiqûq nenas ava buye.
Piştî 16 salî, di jimareya rojnamegerên girtî de Tirkiye di cîhanê de yekemîn e. Di rêjeya azadiya rojnamegerî de di nav 180 dewletî de 157 emîne. Raporên yekbûna Ewropa û yê Emerîkayê yên di derbarê mafê mirovan de tarîtiya ku Tirkiye têde dijî bi awayek zelal radixin ber çavan.
Piştî 16 salî, aborîya Tirkiyê ber bi qeyraneke mezin ve diçe. Karsaz, karmend, karker, cotkar, malnişîn, bazirgan, xeynî kesên derûdorên AKP’ê hemû kes deyndarin. Xeynî AKP’yîyan hemû kes di nava qeyrana aborî de dijî. Ji bo mezinbûna vê qeyranê were fêmkirin dixwazim hinek daneyan bi were parve bikim. Di sala 2005’an de deynên sektora fînansê ji sedî 6’ê butçeya Tirkiyê bû, 2017’an de bûye ji sedî 27, 2005’an de deynên sektora reel ji sedî 20’ê büteçeyê bû, 2017’an de bûye ji sedî 69. Niha bi tevahî deynên Tirkiyê ji sedî 141’ê butçeya Tirkiyê buhurîne. Yanî hûn buteçeya Tirkiyê sedî sed bidin ber deynan dîsa ji sedî 41 jî kêm dimîne.
Piştî 16 salî, Ji ber desthilatdariya dîkta ya yek kesî sermayedar di Tirkiyê de xwe di ewlehiyê de nabînin. Lewre sermayedar roj bi roj sermayeya xwe derdixin derveyê Tirkiyê.
Li gel hemû hewldanên hikûmeta AKP’ê dolar û ewro her roj reqorên xwe nû dikin. Faîzên bankeyan roj bi roj zêde dibin. Enflasiyon berbi jorve hildikşe.
Piştî 16 salî, nerêtî û xizanî weke kabûs li ser jiyana civakê rûniştine. Jiyaneke bi qedexeyan dorpêçkirî li ser civakên Tirkiyê hatiye ferzkirin. Hikûmeta AKP’ê dixwaze nerêtî, xizanî û jiyaneke bi qedexeyan weke qeder bi gel bide qebûlkirin.
Ji sala 2015’an vir ve li hember civaka Kurd şereke topyekûn daye destpêkirin û bi hemû dijwariya xwe li çarparçeyên Kurdistanê berdewam dike.
2 sale Tirkiye bi pergala rewşa awarte têbirêvebirin. 2 sale civakên Tirkiyê di rewşa awarte de di bin zext û zordariyande dijîn. Rûreşiya herî mezinpişti 16 salan Tirkiye di rewşa awarte de diçe hilbijartinan.
Roj bi roj nakokî û cudakariyên di navbera civakên Tirkiyê de kûrtir dibin. Tirkiye gav bi gav ber bi şarê navxwe yî ve diçe.
Piştî 16 salî, Xeynî çend dîktatoran hemû dewletan deriyên xwe li Tirkiyê girtine. Tirkiyê di rojhilata navîn de û di cîhanê de tecrît bûye û bi tena serê xwe maye. Hemû cîhan rewşa Tirkiyê xeternak dibÎne û pêşeroja Tirkiyê tarî dibîn e.
Pratîka desthilatdariya Erdogan a 16 salî manîfestoya wî ya hilbijartina 24’hezîranê bê wate dike.
Erdogan dixwaze çi bike;
Weke ku li jor jî xwiya dike, xema Erdogan ne pirsgirêkên civakê ne, ne derd û kulên civakê ne, xema Erdogan tenê saltanata wî ye, xema wî tekûzkirina desthilatdariya wî ya yek kesî ye. Lewre hemû hewldanên wî ji bo berdewam û tekûzkirina desthilatdariya wî ne.
Di nava armancên Erdogan de pêkanîna demokrasî, azadî, aştî , wekhevî û edalet tune ne. Lewre roj bi roj Tirkiyê ji nirx û pîvanên demokrasiyê, ji aştî û wekheviyê dûr dikeve. Erdogan dixwaze vegere ser hişmendiya Osmaniyan û Siltaniya xwe mîsoger bike. Ji bo wê jî bi zanebûn pişta xwe dide Awrûpa û Emerîkayê.
Di manîfestoya Erdogan de berdewama kûr kirin û gur kirina şerê dijber Kurd heye. Dagirkirina erdnîgariya Kurdistanê û tasfiyekirina civaka Kurd heye. Berdewama şerê Efrînê, berdewama qirkirina siyasî û çandî heye.
Xeternaka herî mezin Erdogan û siyaseta xwe ne
Ev siyaset û desthilatdariya Erdogan a yek kesî ji bo Tirkiyê xeternakeke mezin e. Ji ber ku Tirkiye bermahiya İmparatoriya Osamaniya ye dewleteke pir çandî û pir etnîkî ye. Pêdiviya Tirkiyê bi desthilatdariya pir dengî û pir rengî heye. Heke di 24’ê hezîranê de ev siyaseta Erdogan biserkeve dê Tirkiye ber bi pêvajoyeke dijwar û xeternak ve biçe. Esil “bekaya” Tirkiyê wê demê dê bikeve xetereyê.
Erdogan ji pêkhatina armancên xwe, ji bo pêkhatina desthilatdariya xwe ya yek kesî û ji bo zindîkirina pergala Osmanî serkeftina 24’ê hezîranê ji bo xwe jiyanî dibîbîne. Weke man û nemanê dibîne. Lewre Erdogan û aligirên wî ji bo serkeftinê her tiştî rewa dibînin. Rewşa awarte ji bo xwe weke fersend bikar tînin. Di wî warî de ji bo muxalîfan pêdivî bi baldariyeke mezin heye.
Ji bo civakên Tirkiyê di 24’ê hezîranê de du vebjêrk hene, an demokrasî an dîktatorî. Vebjêrkeke sêyemîn tune ye û ji 24’ê hezîranê şûnde veger jî zehmet e. Heke em di 24’ê hezîranê de ji dîktatoriyê re nebêjin na dibe kû careke din mafê me yê “na” gotinê jî tune be.
Hewceye ku em vê carê ji erdogan re bibêjin “T A M A M” êdî bes e.
Editör: Haber Merkezi