AMED - Nivîskara jin a bi navê Gulgeş Deryaspî di derbarê berhema xwe ya nû ya bi navê Ez Ne Ez im de diyar kir ku berhemên bi zimanê dayikê di jiyana mirovan de xwedî cihekî taybet e û wiha got:"Divê hemû jin li zimanê dayikê xwedî derkevin. Çimkî zimanê dayikê hêviya di dilê mirovan de geş dike û xizmetê ji hebûna wan re dike."


Nivîskara jin û Kurd a bi navê Gulgeş Deryaspî xwediya 3 berheman e. Berhemên xwe bi zaravayê Kurmancî yê Kurdî nivîsandiye. Her sê berhemên Gulgeş ên bi navê Tariya Bi Tav, Xezal, Ez Ne Ez im roman in. Gulgeşê têkildarî berhema xwe ya herî dawî ya bi navê Ez Ne Ez im de axivî û diyar kir ku nivîsandina bi zimanê dayikê û tevgera jinê ya di qada wêjeyê de gelek girîng e û got:"Dema ku jin bi pênûsa xwe ya azad, efsûnî û bi zimanê dayika xwe êş, bextewarî, serkeftin, serîhildanê û her mijarên din bikaribe rave bike dê wê demê ev yek ji civakê re bibe çavkaniya herî mezin. Divê jin ji hêz û pênûsa xwe bawer bin. Loma min bi pirtûka xwe ya nû ya bi navê Ez Ne Ez im xwest ku dev ji nivîsandinê bernedim û pênûsa xwe xurtir û mayinde bikim."


'Ez Ne Ez im têkiliya di bin derûniya kesekê yan jî kesekî rave dike'


Gulgeşê da zanîn ku mijara pirtûka wê ya Ez Ne Ez im li ser derûniya mirovan e û wiha got:" Di romana Ez Ne Ez im de em li bûyerekê rast nayên. Ez Ne Ez im têkiliya di bin derûniya kesekê yan jî kesekî rave dike. Min xwest bi romana xwe ya herî dawî tarzeke cuda biafirînim. Lê ez dikarim bibêjim ku berhemên min di bin bandora hevdu de mane. Dema ku min pirtûka xwe ya herî dawî çap kir kelecanek cuda bi dilê min girt. Kelecana her berhemên min cuda bûn. Ev cudabûn kêfxweşiyek mezin dide min. Ger ev kêfxweşiya min tune be ez ê nikaribim wê hêzê bi xwe re bibînim ku binivîsim. Lê ez dixwazim berdewamiya nivîsandina min bê. Ez dixwazim ji jinên din re jî bibim feyz û mînak. Dema ku ez di warê parastina zimanê dayikê û nirxên civakî de bibim mînak ev yek dê min gelek bextewar bike."


'Nivîsandin ji bo min parçeyekî têkoşînê bi xwe ye'


Gulgeşê bi lêv kir ku nivîsandin li gor wê amûrek berxwedanê ye û wiha dewam kir:"Mafên me yên bi axaftin û perwerdeya bi zimanê me bi salan e ji me hatiye sitendin. Bi çapkirina berhema xwe ya herî dawî min xwest ez dîsa bi nivîsandinê li dijî vê neheqiyê bisekinim. Pêwist e kesên Kurd in bi Kurdî binivîsin. Divê hemû têkiliyên me bi Kurdî bin û kesên ku ji zimanê dayikê re xizmetê dikin em piştigiriyê bidin wan. Divê em bi berhemên xwe li kevneşopiyên xwe xwedî derkevin û peyama parastina nirxên civakî bidin. Min biryarek daye. Ev biryar jî ew e ku ez ê nivîsandina romanê bidomînim. Ez ê nivîsandina bi zimanê dayikê her ji xwe re wekî peywirek girîng bibînim û bidomînim. Nivîsandin ji bo min parçeyekî têkoşînê bi xwe ye. Bi vê yekê ez dixwazim bibim lingekî têkoşîna gelê Kurd. Heta ez sax bim ez ê her di xizmeta wêjeya Kurdî de bim."


'Divê jin her ji hêz û têkoşîna xwe bawer bin' 


Gulgeşê bal kişand ser hêz û hebûna jinê ya di qadên cuda de û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Her jinên ku di qadên cuda de dixebitin divê mil bidin hev. Ji bo pêşxistina civakê û destkeftiyên xwe têbikoşin. Hêza jinê bandorek mezin li ser civakê çê dike. Divê jin her ji hêz û têkoşîna xwe bawer bin û ji bo civakê bibe jêderka feyzê. Di qada ziman û wêjeyê de kêmasiyên ku hene bi hewldana jinê dikare bi dawî bibe. Divê hemû jin li zimanê dayikê xwedî derkevin. Çimkî zimanê dayikê hêviya di dilê mirovan de geş dike û xizmetê ji hebûna civakê re dike. Dema ku kêmasiyên di qada zimên û wêjeyê de bi dawî bibin dê ev yek bingeha hêzek mezin ava bike. Loma nêrîn, hebûn û sekna jinê ya di her qadê de xwedî taybetmendiyek girîng e.Dema ku jin bi pênûsa xwe ya azad, efsûnî û bi zimanê dayika xwe êş, bextewarî, serkeftin, serîhildanê û her mijarên din bikaribe rave bike dê wê demê ev yek ji civakê re bibe çavkaniya herî mezin. Divê jin ji hêz û pênûsa xwe bawer bin. Loma min bi pirtûka xwe ya nû ya bi navê Ez Ne Ez im xwest ku dev ji nivîsandinê bernedim û pênûsa xwe xurtir û mayinde bikim."  (Çawkanî: JINNEWS-Roza Metîna )
Editör: Haber Merkezi