AMED-ÖTEKİLERİN GÜNDEMİ HEVPEYVÎN HAMZA ÖZKAN-WÊNE ARZELLA BEKTAŞ: Me nivîskar û lêkolîner  Îrfan BABAOĞLU  ra li ser 15 Gulanê, Cejna zimanê Kurdî peyvîn 



 

-Mamoste Irfan kî ye û çend sale li ser zimanê Kurdî xebat û lekolîn dike?
Di sala 1958an de li Sêwrekê hatime dinyayê. Malbata me bi keda xwe debara xwe dikir. Em 7 xuşk û bira bûn. Bavê min alîkî dikandar bû alîkî jî di nava siyasetê de bû. Bo me zarokan, siyaset û cîvakî bûn ji bavê dihat. Piştî dibistana seretayî û navînê ez derbasê bajarê Dersimê bûm, ji bo dibistana mamostetî.
Dersim bo min û gelek cîwanên Kurd re bû ciyê dibistana siyaset û welatparêziyê. Li Dersimê berê 30 salan çi qewimiye diket ber guhên me. Çîrok û serpêhatiya Besê weke efsane dihate behs kirin. Belê em cîwan bûn û em di nava liv û tevgerê de bûn. Em ketin du nasnameyê xwe ya neteweyî. Demeke kin de me fêm kir ku Dêrsim û Riha, Çewlîg û Amed yek in û Kurd in.
Wê demê destê me de elfabeya Kurdî hebû. Me li ser xebat dikir. Hevokên wekî “Bavê min çû cot” bala me dikişand. Heta niha wexta ku digotin alfabe bîra me re “ali top at” dihat, lê di vir de tiştekî din digot.
Belê em şoreşger bûn. Denîz Gezmîş û hevalên wî li ser me hezkirinek mezin ava kiribûn. Me cîwanan fikrên çepgir ecibandibûn. Li Dersimê jî fikrên welatparêziyê bi mere hakîm bûbû. Ev her du fikirîn hevdu temam dikir.
Me her du zaravayan Kurdî jî diaxiviyan. Dersim jî zaravaya dimilî diaxiviyan. Di nava me de hevalên Çewlikî jî hebûn. Lê zimanê Tirkî zêdetir derbasdar bû. Piştî koma me ya şoreşger û welatparêz çêbû edî me pirtuka Cegerxwîn dixwend.

-Peşengê Rêziman Nemir Celadet Alî Bedirxan li ser kîjan asta ziman sekini ye?
Celadet Bedirxan yek jê rewşenbîrê Kurd e. Li Şamê dijî û têkiliyên wî ji Ewropa jî heye. Xelkê Kurd ji nêz ve nas dike. Ji bo ku zimanê Kurdî pêşve bibe kovarek difikire. Kovara Hawarê di mêjuya 15 Gulan 1932 de derdixîne. Ji bo vê jî tîpên latînî hewce dikir. Tîpên latînî xebat û pêşvebirina zimanê hêsantir dikir. Celadet û komek rewşenbîrên Kurd vê xebatê giranbuha de cî girt. Di demeke kurt de qeyd û quralên rêzimanî danîn. 31 tîpên Kurdî rave kirin. Alfabeya Kurdî bi tîpên latînî derket holê. Ji wê rojê û vir ve piranî nivîskar, rewşenbîr, Siyasetmedarên Kurd bi tîpên latîni nivîsîn û xwendin. Lê li Başur û Rojhilatê tîpa Samî(Erebî) jî dom kir.
Ji bo zimanê Kurdî vê yeka weke şoreşê divê bê nirxandin. Ji bo ku Kurdî re deriyê cîhanê vekiribû. Xwendin û nivîsinê Kurdî hêsantir kiribû.
Hawar tenê bo ziman, zarava û rêziman rola xwe nelîst, ji bo netewe buyin, ji bo lêkolîna cîvakê, erdnîgarî û dîrokê jî xebateke girnabuha çêkir.
-Cejna zimanê Kurdî kengê te piroz kirin?
Bi rastî beriya kovara Hawarê jî ji bo zimanê Kurdî gelek berhemên qedîm derketibûn. Lê Hawar bandorek mezin ava kir. Weke cejn pîroz kirin piştî sala 2000î dest pê kir. Saziyên Kurd vê biryarê dan. Gelê Kurd ligel gelek kêmanî û bê derfetî çiqwas bi zimanê xwe şanaz bin mafdar in. Ji ber ku devletên netevperest ji çar aliyan zimanê Kurdî dorpêç kiribûn. Bi polîtîkayê pişaftinê ya dur û dirêj ve dixwestin ku vê zimanê tine bikin. Lê gelê Kurd zimanê xwe anî heta îro. Em ji dîrokê dizanin ku gelek ziman û çanda gelan li hemberê erîşên pişaftinê hebuna xwe neparastine û heliyane. Tune bune. Vê yeka bi tena serê xwe ve hejayê pîrozkirina weke cejnê ye.
Ligel van rastiyan, hê jî tekoşîna ziman berdewam e.

-Belê, zimanê Kurdî iro di çi aste de ye?
Zimanê Kurdî ji ber xebata dîrokî gihiştiye asteke girîng. Li Başur û Rojavayê bi zimanê Kurdî ve zarokan perwerde dibin. Ziman pêş ketiye. Lê, li Bakur û Rojhilatê xebata ziman li ser ferasetê welatperweriyê mezin dibe. Zêdetir bi destê nivîskar û rewşenbîrên Kurd xebata ziman pêşve diçe. Zêdetir pirtuk tên çap kirin, zêdetir pirtukên Kurdî tên xwendin.
Di van her du ciyan de, mixabin, xebata ziman li gorî demê berfireh dibe ango ditengije. Heke ji aliyê demokratîkbûyinê pêşketinek hebe wê demê xebat pêş dikeve. Heke zext û zorê dewletan zêde dibe wê çaxê xebata ziman jî weke rêxistinê îlegal, bi veşartî didome. Lê, bi her du şert û mercan de jî xebata ziman xwe dide der, her berdewam dibe.

-Ji bo ku xebata ziman peşve biçe divê çi were kirin?
Bi pêşketina ziman de em çi fêm dikin. Berê li ser vê yek3e em li hev bikin. Axaftina bi zimanê dayikê. Nivîsin û xwendina berfirehî ya bi zimanê dayikê. Perwerdehiya bi zimanê dayikê û fikirîna bi zimanê dayikê û hwd. Ji bo pêşvebirina ziman ev çend xalan tên bîra mirov. Wexta em bixwazin van xalan pêk bînin divê em bibin xwediyê zanînê neteweyî. Ev zanîn pir girîng e. Destpêk e. Xebateke îradî dixwaze. Ji ber ku pergalek tune ye. Dibistan tuneye. Lê xwendin û nivîsîn di destê me de ye. Serî de pêşengên gel, piştre hemû rewşenbîr û xwendekaran û jin û cîvanan bi vê zanebûnê bi îradeyeke xurt giranî bidin xebata zimanê. Piştre sazî bûn muhîm e. Xwesteka kesan û avakirina saziyan hevudi temam dike. Wê çaxê pêşiya pêşvebirina ziman vedibe
--Saziyên ziman û saziyen Kurd, di xebatên xwe ya rojane de, derbarê ziman de erênî an neynî nirxandinên we çi ne?
Saziyên ziman weke enstîtû, akademî, Komele û hwd. nêzî 15-16 salin gelek xebatên giring derxistin holê. Ferheng amade kirin, pirtûkan derxistin. Rojname, kovar bênavber amade kirn. Her wiha televîzyon ji bo berfireh buna ziman perwireke bêhempa anî cî. Van xebatan hê jî didome. Vana gişt ji aliyê erênî pêşketinin.
Tiştê neynî jî êvin ku van xebatan pir zu qut bun. Ligel pêşketina siyasî û civakî de lawaz man. Dema zext û zorê de bi hêsanî belav bû van xebatan. Mîna ku rewşa siyasî baş be xebata ziman pêş dikeve, rewşa siyasî ne baş be xebata ziman kêm dibe. Divê pêşvebirina ziman ewqas girêdayiya rewşa siyasî û demî nebuya. Mixabin ev du sale li bakurê vê rastî hatiye pêş me.
Divê ji rewşa dawîn gelek dersan jê derxînin. Gere sîyasetmedar û pêşengên cîvakê zêdetir Kurdî û Kurdewar bifikirin. Weke gotinên Celadet Bedirxan “Ziman şertê heyînê ya pêşîne”

-Ji bo pîrozbahiye 15 Gulanê roja cejna zimanê Kurdî çi bername we hene?
Weke her sal bi pêşengî û amadehiya saziyên zimanan îsal jî heftiyek cejna zimanê Kurdî tê pîroz kirin. Saziyên çandî, perwerdehiyê û ziman bi partiyên siyasî û saziyên sivîl bi hevre vê hefte hin bernameyan li dar dixin. Bi van bernameyan ve dixwazin ku balê bikşînin li ser xebata zimanê. Û dixwazin ku gel zimanê xwe hez bike, bi zimanê xwe ve rûmedar be. Qedr û qîmetê zimanê xwe bizane. Wateya cejnê jî ji xwe ev e.

-Wekî saziya Lêkolînên Ziman û Çand a Mezopotamyayê(MED DER) ji bo ziman çi banga we hene?
Banga me ev e ku, her gel bira bi zimanên xwe ve şanaz bin. Zimanê xwe hez bikin. Heke zimanek di bin zext û zorê de bimîne wê çaxê cîvak gişt di bin xetereyeke de dimine. Deruniyê cîvakê xera dibe. Azadiya zimanan azadiya fikrî ye, rihê mirovatiyê ye. Ji ber vê gelê Kurd divê zêdetir zimanê xwe hez bike, zimanê xwe re xwedî derkeve.



-Belê mamoste, em gihîştin dawiya hevpeyvina xwe, wekî peyva dawî hun çi dibêjin?
Heke mijar ziman be dawiya peyvê naye. Lê gere ji bo hilbijartinê jî hin tiştan bibêjin. Ji ber ku azadiya ziman bi xwe jî siyaseteke. Dijî faşîzmê û nijadperestiyê di hilbijartina 24 Hezîranê de heke gelan bi ser bikeve wê çaxê pêşiya perwerdehiya bi zimanê dayikê jî dê vebe. Pêşketina demokrasiyê azadiya zimanan jî bi xwe re bîne. Xwedî derketina îradeya siyaseta demokratîk heman demê de xwedî derketina zimanê ye jî, dibêjim weke peyyvên dawiyê.

-Em wekî malpera Otekilerin Gundemi ji bo peyvina we gelek spas dikin.

Serêde kesatiya we û hemu xebatkarên çapemenîya azad ra serkeftin di xazim...

Editör: Haber Merkezi