MEHMET ŞAHÎN 

 

Ya diyarde rêgez in

 

Tifaqa dijber pergala faşist a Erdogan û Bahçelî ne li ser kesan hewceye li ser rêgezan pêk were .

 

Ji ser biryardayina hilbijartinan 15 roj derbas bû. Ji hêla muxalefetê ve ev 15 roj bi nîqaşên berendamtiya kesan hate derbaskirin. Li dijber pergala yek kesî nîqaşa ku li ser kesan tê kirin û serkeftina muxalefetê bi kesan ve girêdayin gelo çiqasî rast e.

 

Erdogan têkçûna xwe di tunebûna demokrasî û binpêkirina hiqûqê de dibîne. Erdogan ev tespît kiriye. Lewre weke ku wî demokrasî û hiqûq tune nekiribe li nava çavê me dinêre ji bo serdema nû qala xurtkirina demokrasî û hiqûqê dik e. Lê eniya muxalîf di wî warî de mixabin bernameyeke xurt û şênber hêj raberî gel nakiriye.

 

Her kes dizane ku hilbijartinên 24’ê hezîranê ji bo têkbirina pergala faşîst a Erdogan û Bahçelî şaneseke mezin û ya dawîn e. Bê guman ji bo bikaranîna vî şansê dawîn pêdivî bi tifaqeke dorfireh heye. Lê tifaqa ku ne li ser şexsa pêk hatî, pêdivî bi tifaqa ku li ser rêgezan, li ser bernameyan û li ser nexşerêya berxwedanê pêk hatî heye. Mixabin di nava eniya muxalîf de tu niqaşeke li ser rêgez û bernameyan em nabînin.  15 roje nîqaş di şexsê berendaman de asê mane.

 

Dema ku mirov vê rewşê eniya muxalîf ya kambax dibîne mirov bê hemdê xwe dixwaze van pirsan ji wan bipirsa ;

 

Gelo ji bo pêkhatina tifaqa Muxalîf ya esas kes e, an rêgez in?

Di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de armanç guhertina kes e, an armanç guhertina pergala faşîst e?

Hêvî, bendewarî û plansaziyên muxalefetê yên piştî 24’ê hezîranê çi ne?

Eniya muxalîf di şûna pergala faşîst a Erdogan û Bahçelî de pergaleke çewa pêwîst dibîn e?

Eniya muxalîf ji bo pêşeroja civakên Tirkiyê jiyaneke çewa rewa dibîne ?

 

Di nîqaşên muxalefetê de mixabin em bersîva van pirsan nabînin. Heke armanç ne guhertina şexs be, armanc guhertina pergalê be hewceye tifaq jî li ser rêgez û bernameya guhertina pergalê bê avakirin. Û hewceye ji berendamiya kesan zêdetir rêgezên tifaqê,  bername,  nexşerê,  rê û rêbazên guhertinê bêne nîqaş kirin.

 

Hewceye gel bizanibe ku desthilatdariya yek kesî ya heyî de armanc ne guhertina kes e, armanç guhertina pergalê bi xwe ye. Ji bo wê jî hewceye rêgezên tifaqê û bername û rê û rêbazên guhertinê bên diyarkirin û bi raya gîştî re bên parvekirin ku gel bizanibe kî ji eniya muxalîfwere ser kar dê encam neguhere û dê pergala yek kesî ya heyî têk here.

 

Heke rêgezên eniya muxalîf neyên diyarkirin, heke bername û nexşerêya guhertina pergalê dîkta ya yek kesî neyên diyarkirin û bi raya gîştî re neyên parvekirin dê baweriya gel bi tifaqa muxalîf neyê. Dê têkoşîna eniya muxalîf weke hewldanên guhertina yek kesî derkevin pêş. Wê demê dê di navbera Erdogan û yên reqîbên wî de tu cudahî nemîne. Ev jî herî zêde dê kêri Erdogan were û dê serkeftina wî hêsan bike.

 

Hewceye civakên Tirkiyê îkna bibin ku heke tifaqa muxalîf bi ser bikeve dê demokrasî biserbikeve, dê nirx û pîvanên demokrasiyê yên gerdûnî biserbikevin, dê nirx û pîvanên hiqûqî û dadî yên gerdûnî biserbikevin, dê wekhevî û azadî biserbikeve, dê aştî û aramî biserbikeve, dê parvekariya aboriya bi edalet biserbikeve. Hewceye civak  îkna bibin ku dê travmaya heyî bi dawî bibe.

 

Bi taybet civaka Kurd dixwaze îkna bibe ku heke eniya muxalîf biserbikeve dê şerê topyekunê ku li hember civaka Kurd berdewam dike bi dawî bibe, qirkirina çandî ya ku di bin pêşngiya qayıman de tê meşandin bi dawî bibe, qirkirina siyasî ya ku li ser siyasetmedarên Kurd tê meşandin bi dawî bibe, binpêkirina îradeya civaka Kurd a ku di şexsê şaredar û wekîlan de pêk tê bi dawî bibe, siyaseta înkar û îmhayê ya ku sed sale bê navber di meriyetê de ye bi dawî bibe.

 

Heke pîvan û rêgezên tifaqê nediyar bin kî dikare bibêje heke tifaqa muxalîf bi ser bikeve dê qirkirina ku li ser civaka Kurd berdewam dike raweste. Kes dikare  garantî bide ku Meral Akşener, an ber endamên din dê ji Erdogan xerabtir ne bin.

 

Helwesta eniya muxalîf a ku HDP’ê tune dihesibîne nîşanê me dide ku armanca eniya muxalîf ne guhertina pergala faşîst e û ne avakirina pergaleke demokratîke. Xwiya dike ku armanc tenê guhertina Erdogan e. Heke hişmendiya pergala faşîst berdewam bike, qirkirina ser kurdan berdewam bike dê guhertina Erdogan çiqasî ji bo Kurdan watedar be. Şîroveya derve hiştina HDP’ê ya tifaqê çi ye. Gelo Kurd neçarin ji qatilan jixwe re qatil hilbijêrin.

 

Tiştên ku mirov dikin mirov, mafên mirov in, azadiya mirov e, çand û zimanê mirov e, îradeya mirov e. Xespkirina vana xespkirina anûra mirov e, xespkirina heysiyeta mirov e. Mirov bêyî her tiştî dikare bijî lê bê anûr û bê heysiyet nekare bijî. Lewre hilbijartinên 24’hezîranê tenê ne hilbijartin in, di heman demê de biryar dayina jiyaneke bi anûr, bi rûmet, bi nirx û bi pîvan e. Civaka Kurd hilbijartinên 24’ê hezîranê di vê çarçoveyê de dinirxîne û divê çarçoveyê de nêzikê tifaqan dibe.

 

Heke eniya muxalîf ev heqîqet bidîta dê bizanibuya tiştê ku qedera hilbijartinan diyar bike dê rêgezên tifaqê bin, dê bername û nexşerêya guhertina pergalê be, dê ne kes bin.

 

Eniya ku civaka Kurd tune bihesibîne û ji nedîtîve were dê civaka Kurd jî wan tune bihesibîne û wan nebîne. Kurd ne neçarin ji xwe re qatilan hilbijêrin.
Editör: Haber Merkezi