RIHA - Mehmet Ocalan MA / Emrûllah Acar - Mujdat Can ra axifi; Mehmet Ocalan, birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Peymana Dolmabahçeyê bibîra CHP'ê xist û got: "Heger çareserî bê nîqaşkirin, divê ji vir bê domandin. Rêya çareseriyê di Îmralî û meclîsê re derbas dibe." 

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglû, ji bo meseleya kurdî gotibû: "Em dikarin tevî HDP'ê pirsgirêka kurdî çareser bikin." Bi vê re meseleya kurd cardin bû cihê nîqaşê. Ji bo nîqaşê jî îşaret bi bi muxatabê meseleyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin. 

Mehmet Ocalan, birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, nîqaşên derbarê çareserkirina meseleya kurd û mûxatabiyê yên piştî daxuyaniyên Kiliçdaroglû nirxand. Mehmet Ocalan, destnîşan kir ku birayê wî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina meseleya kurdî û demokratîkbûna Tirkiyeyê kedeke pir mezin daye. 

MUXATAB DIYAR E

Ocalan, bilêv kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî herî zêde Rêberê PKK'ê Ocalan ked dayye û hem gel hem jî dewlet baş bi vê dizane. Mehmet Ocalan got: "Qeydên di hevdîtinên Îmraliyê de û pêşniyarên Birêz Ocalan hê jî li cihê xwe ne. Heger hin kesên din rabin û ji xwe re muxataban çêbikin, bila çêbikin. Lê gelê kurd muxatabê vê meseleyê baş nas dike. Divê her kes xwedî wijdan be. Muxatab diyar e û cihê çareseriyê jî Meclîs e. Birêz Ocalan, gelek caran ev tişt bilêv kirin. Ev mesele dê li meclîsê bê çareserkirin. Ew Birêz Ocalan wekî muxatab neb,nin jî, lê gelê kurd wî wekî muxatab esas digire. Birêz Ocalan nabêje 'ez ê bi tena serê xwe vê meseleyê hel bikim', dibêje 'Em li meclîsê bi hev re çareser bikin. Di vî warî de çi bikeve ser milê min ez amade me.'" 

BAL KIŞAND SER TECRÎDÊ

Mehmet Ocalan, destnîşan kir ku beriya nîqaşên ji bo çareserkirina pirsgirêkê, divê rojeva sereke "tecrîd" be. Ocalan, bal kişand ser tecrîda ku 22 sal in li Îmraliyê didome û her diçe girantir dibe û di vî warî de ev gotin bilêv kirin: "Rojeva me tecrîd e. Zêdetirî salekê ye me hev du rû bi rû nedîtiye. Me du caran bi telefonê bi hev re xeber da. Herî dawî me di 25'ê Adarê de bi telefonê bi hev re xeber da û Birêz Ocalan got, 'Hûn jî û dewlet jî tev de şaşiyê dikin. Ev nayê qebûlkirin. Divê xwe bisipêre tiştekî qanûnî.' Li Tirkiyeyê mafên qanûnî û demokratîk ên her girtiyî hene. Lê mafên Birêz Ocalan tên binpêkirin. Ev nayê qebûlkirin." 

'GAVINE JIDIL DIVÊN' 

Mehmet Ocalan, gazî CHP'ê kir ku di warê çareserkirinê de gavine hîn jidil bavêje û li ber tecrîdê rabe û got: "Nîqaşkirina vê rojevê ne xirab e, lê heger bê nîqaşkirin, divê bi duristî bê nîqaşkirin. Dibêjin 'muxatab kî ye?' Li girtîgehan bi sedan girtiyên nexweş û siyasetmedar hene. Bi hezaran mirov hatine sirgûnkirin. Divê meriv çenikekî xwedî wijdan be. Heger dibêjin em demokrat in û namzetê çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê ne, nexwe demildest divê ji bo girtiyên nexweş û dîlên siyasî tevbigerin. Heya niha di vî warî de daxuyaniyek jî nehatiye dayîn." 

HEYA TECRÎD NEYÊ RAKIRIN ÇARESERÎ NAYÊ NÎQAŞKIRIN

Ocalan, destnîşan kir ku fikira "hem bila tecrîd bidome hem jî bila çareserî çêbibe" fikireke şaş e û got: "Li Tirkiyeyê gelek sazî hene. Kes ranabe nabêje 'li Girava Îmraliyê girtî hene û mafên wan jî hene.' Heger demokrat bin, bila vê yekê bikin rjeva meclîsê. Heya ev pêk neyê, nîqaşkirina çareseriyê şaş e. Pêdiviya her kesî bi demokrasiyê heye. Sê roj in her kes dibêje 'muxatab kî ye?' Her kes baş dizane ku muxatab kî ye û en hewceyî dubarekirinê ye. Gel muxatab hilbijartiye." 

Mehmet Ocalan, bibîr xist ku CHP'ya ku ji bo meseleya kurdî dibêje 'em ê li meclîsê çareser bikin', 6 roj berê ji bo 'pergala parlementeriyê' bi 6 partiyan re rûniştiye, lê belê HDP nehatiye vexwandin. Ocalan got: "Bandoreke mezin a kurdan li ser siyaseta Tirkiyeyê heye û CHP jî baş bi vê dizane. CHP, dibêje 'em ê çareser bikin', lê ranabe gavekê navêje. Kurdan gelek bedêl dan, di hilbijartinên şaredariyan de bedêlên mezin dan. Birêz Ocalan got, 'kî vê pirsgirêkê bi rêyên demokratîk çareser bike, piştgiriya li wan bikin' û nameya ku şand jî di vî warî de bû.'" 

MUXATAB OCALAN, CIH MECLÎS

Ocalan, bibîr xist ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 2013'an de di hevdîtinên bi Heyeta Îmraliyê re pêşniyar kiriye ku komîsyonên şopandin, heqîqe û mirovên aqilmend bên avakirin û di warê rêya çareseriyê û gavên di vî warî de ji CHP'ê re got: "Li Dolmabahçeyê peymanek hat xwendin. Di xalên peymanê de çareserî hebû. Heger çareserî bê nîqaşkirin, divê ji vir bê domandin. Şaş e ku hê jî dibêjin muxatab kî ye. Çareserî bes li meclîsê nabe. Meclîs ji bo çareseriyê faktoreke mezin e, lê bêyî aktorên vî şerî jî çareserî ne pêkan e. Rêya çareseriyê di Îmralî û meclîsê re derbas dibeHeger çareserî çêbibe, nexwe divê çek bên rawestandin û mirov nemirin. 24 saetan dibêjin 'muxatab kî ye?' Afirandina rojeveke bi vî rengî bêfêde ye. Muxatab Birêz Ocalan e û cihê çareserkirina meseleyê jî meclîs e. Heger dixwazin ji xwe re muxatabekî din biafirînin, bila rêyya wan vekirî be. Ev, bi muxatabên çêker ne çênabe. Gelê kurd baş dizane ku kî dikare vê meseleyê çareser bike. Nîqaşkirina muxatab baş e, lê di pratîkê de gavine berbiçav divên. Madem hûn dibêjin em ê meseleyê çareser bikin, nexwe ji bo rakirina tecrîdê gav bavêjin."

Editör: Haber Merkezi