Peyama Yekitiyê

Xebata hilbijartina herêmî bi leza xwe dewam dike. Partiyan li gor polîtîkayên xwe yê tifakê namzetên xwe eşkere dikin. Lijneya Hilbijartinê ya Bilind(YSK) qeyd û quralên diyarkirî her roj belav dike. Li gel van yekan, partiyan di derheqê hilbijartina 31ê Adarê de daxuyaniya xwe rayagiştî re parve dikin.

Van hemûyan di her hilbijartinê de pêk tên.

Lê, ev hilbijartina hêyî, cuda ye. Cudahiyê herî mezin, hilbijartineke di bin zext û zorê polîtîkayên ji Enqere ve tên şopandinê de li dar dikeve, ye. Atmosfereke reş û tarî heye. Çi nin van tiştan?

Meseleyê esasî; meseleyê demokrasî, azadî û mafê gelê Kurd hal nebu ne. Ji ber vê yekê Tirkiye kilît buye. Nîşaneyê aboriyê nenormal e. Hewaya siyasetê serbest nîne. Ji aliyê gel, moral û bawerî nemaye. Metirsê weke  zextdayin, ji kar dur xistin, feqîrî li her derê hakîm buye.

Îxtîdarê siyasî li gor siyasetê xwe meseleyeke bekâyê afirandiye û her tiştî di bin vê tirsê dixwaze bide meşandin. Rewşenbîran fikrên xwe nedkarin bînin ziman. Kesên ku wejê û edebiyatê, huner û zanistê di pêş de temsîl dikin, li ber herkesî bi tehdîdê darizandinê tên ceza kirin. Vê yekê jî di asta gel de zêdetirîn bandoreke negatîf ava dike.

Li herêmê partiyên siyasî her roj dibin hedefeke vekirî. Di hilbijartina 2014an de li Amedê sê hizar kes bo endametiyên serî li partiyên xwe dabûn. Lê îro ev hêjmar ketiye hazarî. Berendam buyin jî ketiye rewşeke xetere û bi rîsk!

Hemû kirinên wuha, kifş e ku, dixwazin encama hilbijartinê li gor polîtîkayên Enqerê bi encam bikin,

Li hemberê ev rewşa kambax û reşbînî, tiştên baş û bi hêvî jî hene. Li hemberê van polîtîkayan re partiyên Kurd tifakek danîn. Bi daxuyaniyeke jî raya giştî re îlan kirin. Li gor vê yekê 8 partî di bin partiyeke werin ba hev û bi yek lîste têkevin hilbijartinê.

Her çiqas ev weke tifakeke hilbijartinê xuya bike jî, di eslê xwe de polîtîkayê dij Kurd ên ku ji aliyê Enqere ve tê meşandin re bertekek û alternatîfek, ji bo raya giştî ya demokratîk re jî mînakek tifakê pêşwazî dike. Notên daxuyaniyê ya nunerên partiyan bi giranî ev bûn.

Gelê Kurd û hêzên demokratîk û şoreşger, gihiştiye vê zanebunê ku, yekitî û hevgirtina gelê Kurd di eslê xwe de ji her tiştî girîngtir e. Ji bo yekitiyê xebat û lebata salan encam nedabû. Lê, polîtîkayên demên dawî ya li ser Kurdan tên meşandin, vê yekê ji bo partiyên Kurd ferz kiribû.

Dil hebû ku partiyên ku derva vê tifakê manin, weke HAK PAR, PAK, PSK û hwd. cih bigirta. Lê nebû. Hêvî ev e ku, ev tifak dê mayinde bibe û bingeheke mezin ya yekitiye ava bike. Ji ber vê yekê peyamek mezin bi xwe re belav dike. Di salonê ku ev daxuyanî dihate xwendin de kêfxwêşiyeke manevî û psîkolojîk hakim bû.

Û hemû axaftvanan ristên Ehmedê Xanî û şiîrên yekitî ya Cegerxwîn xwendin û parve kirin. Peyamên ku ji kurahiya dîrokê ji bo Kurdên îroyîn re û rayagiştiyê ya demokrat re gihîşt ev bûn. Hêvîdarim ku ev peyam tercîhên siyasî û yekitiyê jî mora xwe lêxe. Civîn, di sar û seqema zivistanê de, hêviya mizgîniya baharê, bi dawî bû.

09 Rêbendan 2019
Editör: Haber Merkezi