Ciwan Haco - Te Zû Tê Deranî
Hate ber derî
Min lê nenêrî
Lê gava ew çû
Min dil daye dû
Ka ew çavên reş
Ka ew dêmên geş
Ka ew bîna xweş
Ka ew reng û rû
Yara min bakir
Ey bilbilê dîn
Li ser çi digrî
Qêrîn û nalîn
Yara te wa ye
Li ber çava ye
Ev deşt û çiya
Tev xweş kir bi bîn
Bilbil tu zanî
Gelo ez kime?
Tu tim serbest î
Lê ez girtî me
Bê lîs û hêlîn
Bê ol û bê dîn
Ez im Cegerxwîn
Xortê Kurdî me
Editör: Haber Merkezi