Ev demek e, di serî de li Fransa, Almanya û Îtalyayê, li gelek welatan ji bo belavbûna şewba koronayê bê kêmkirin tedbîrên hişk tên wergirtin. Bêkontrolî û kêmbûna mesafeya civakî derûnnas û civaknasan dixin fikaran. Tundiya nav malbatê û întixar jî di vî warî de fikarên sereke ne.

Şewba koronayê, li gelek welatan jiyana rojane di hefteyekê de serobin kir. Divê bê bibîrxistin ku ev yek ji bo her mirovekî, bi taybetî jî ji bo kesên xwedî nexweşiyên derûnî rewşeke xetere ye. Pênaseya “betlaneya koronayê”  ji bo tarîfkirina vê rewşê pênaseyeke şaş e û xwexapandin e.

Ev rewş,  di xwe de potansiyela pevçûnanan dihewîne û li dijî tirsê, di tevgerên kesan de bi berteka “bireve an şer bike” xwe dide der. Lê ji van yek jî di vê atmosferê de nikare aktîf be an jî rê li ber atmosfera pêwîst veke. Beriya niha rewşeke wiha hema hema qet nehatibû serê mirovan û tevî karantînaya heyî, îzolasyona hevkariya civakî jî weke pirsgirêkeke sereke dertê pêşberî me. Fikarên der barê aboriyê de jî weke vê ne.

Îzolasyona civakî di demek kurt û kêm dirêj de rê li ber xerabûna fikaran û xewê vedike. Ev yek jî nişanî me dide ku mirov wê her bitengije û bikeve ser şopa tenêtî, bêhêvîtî û depresyonê. Ger tedbîr neyên girtin, ev rewş wê veguhere qada hêrsê, şikestina xeyalan, pêneewletî, êrîşkarî û hînbûna madeyan ku her yek ji van, mijarên zanistên derûniyê ne. Divê mirov zanibe ku atmosferên wiha rîska hînbûna alkolê, hebên xewê, dermanên janbir û tevizandinê jî derdixin holê.

Mijareke din a girîn jî ev e ku ji ber karantînayê kontrola civakî ne mumkun e. Bi taybetî jî di warê eşkerekirina şîdeta malbatê ya li ser zarokan de. Dibistan, krêş an jî nihêrvan di eşkerekirina bûyerên wiha de navbenykarên herî girîng in. Lê niha ji ber reşwa karantînayê ev her sê mekanîzma jî betal bûne û ev yek jî rewşa kontrolê xerabtir dike.

Divê neyê jibîrkirin ku li gor hejmarên Komeleya Alman a Psîkiyatrî û Psîkoterapî, Psîkosomatîk û Norolojiyê (DGPNN), li Almanyayê du milyon û nîv kesên xwedî sîgorta bi destûra zagonan ji sê mehan carekê ji hêla psîkiyatiran, pisporên psîkoterapî û norolojiyê ve têne tedawîkirin. Li Almanyayê bêyî ku şewbek hebe ango di rewşeke civakî ya normal de jî texmînî hejmara şîdeta nav malbatê ji sedî heyştê ye. Piraniya mexdûran zarok û jin in. Di bûyerên wiha de ji civakê beşeke biçûk tê tedawîkirin. Ev jî nîşan dide ku di civakê de şîdeta li jinê û zarakon çiqas pirsgirêkeke girîng e û mixabin ji ber vê şewbê kontorla vê rewşê zehmet e. Ji xwe şîdeta heyî, bi vê şewbê re bêhtir tevlihev bû. Lewma tirs ew e ku di nav çend hefteyan de şîdeta nav malbatê de derkeve asteke bilindtir. Dîsa ji tecrubeyên Çîn û Îtalyayê diyar in ku şîdeta li dijî jin û zarokan wê bibe sedema fikaran.

Tengezariya rewşa niha nîşan dide ku serî derketina bi kesên nexweşên zîhnî re, ji yên din zehmetir in. Grûpên wiha birîsk, li hemberî stresê bêhtir hesas û xwedî tirs in. Her wiha  meyla wan a depresyonê û semptomên bêhtir jî heye. Bi taybetî di vê demê de, ji bo pêşî li întixaran were girtin divê zêdetir baldarî û tedbîr hebin. Ji van tedbîran jî helbet dewlet, civak û mirovên xwedî erka siyasî berpirsiyar in. Heke berpirsiyar di vê mijarê de ne hesas bin û tedbîran di wextê de negrin, wê di mexdûrên vê rewşê de travmayên heta hetayî peyda bibin.

Divê neyê jibîrkirin ku tecrubeyên şîdeta nav malbatê ya dema zarokatî û xamatiyê, bi awayekî neyênî derbasî nifşên bê dibin. Mexdûrên kevin di pêşerojê de dibe ku bibin failên vê rewşê an jî dibe ku dîsa bibin mexdûrên rîska şîdetê. Ji ber vê yekê divê mirov xwedî berpirsiyarî be û hevkariya civakî zêde bike, xwe bi îzolasyonê re zêde bernede.

( Kaynak: https://xwebun.org/author/doctorabdulillah/ )
Editör: Haber Merkezi