AMED – MED-DER’ê bi boneya Roja Mamosteyan a Cîhanê pîrozbahiyek li dar xist. 

Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), bi boneya Roja Mamosteyan a Cîhanê li avahiya xwe ya li navçeya Peyas a Amedê pîrozbahiyek li dar xist. Di pîrozbahiyê de rêveberiya MED-DER’ê ve kulîlk dan mamosteyan. Partiya Herêmên Demokratik (DBP), mamosteyên kurdî û endamên MED-DER’ê tevlî pîrozbahiyê bûn.

Ewilî Hevseroka MED-DER’ê Şukran Yakût axivî û malavayî û xêr hatina mêvanan kir. 

Bi dû re Hevserokê MED-DER'ê Rifat Ronî axivî. Ronî da zanîn ku 5’ê Cotmehê Roja Mamosteyan a Cîhanê ye û got ku lê ev sed sal e gelê kurd ji perwerdehiya zimanê dayîkê bêpar e. Ronî di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Tu derfertek nehatiye dayîn ku hetanî îro mamosteyên kurdî werin gihandin û hejmara wan zêde bibe. Ji destpêka Komara Tirkiyeyê hetanî niha ji bo ku perwerdehiya zimanê tirkî bidin milyon û 500 hezar mamoste li ser kar in. Ji bo bi milyonan gelê kurd heta niha ji bo gihandina mamosteyên kurdî û ji bo avahiyên perwerdehiyê ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve tu gav nehatiye avêtin. Tevî vê rewşê û zext û zoriya li hember zimanê kurdî jî ku dewleta Tirkiye dike, bi dehan mamosteyên me li vir in û ev deh dê bibin hezar, hezar dê bibin deh hezar û her maleke me dê bibe dibistan. Bi vê helwestê em bang li gelê xwe dikin ku li hemberî van polîtîkayên bişavtinê li zimanê xwe, li çanda xwe, li jiyana xwe ya azad xwedî derkeve. Em van mamosteyên xwe wekî nevî û zarokên Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî, Eliyê Herîrî, Baba Tahirê Uryan û Celadet Alî Bedirxan dibînin. Em baş dizanin ku mamosteyên me siberoja civakê ne û dê zarokên me bigihînin. Ez spasiya tevahiya memosteyên ku em anînê vê demê dikim." 

‘TIŞTA HERÎ BINIRX MAMOSTETIYA ZIMANÊ KURDÎ YE’

Hevserokê DBP’ê Hayrettîn Altûn jî axivî û da zanîn ku wî 25 salan mamostetiya zimanê tirkî kiriye û sozek daye ku çi qas ji bo zimanê tirkî xebitîbe, dê ji bo zimanê kurdî jî herî kêm ew qasî bixebite. Altûn bi lêv kir ku ew bejna xwe li ber dayîkên kurd, li ber jinên kurd yên hetanî niha zarokên xwe bi zimanê xw emezin kirine ditewîne. Altûn wiha berdewam kir: “Ji bo ku em bibin memûrê dewletê em şandin dibistanan. Di wan dibistanan de makîneya bişavtinê rêk û pêk kar dikir. Saziyên ku li ser zimanê xwe xebatan dimeşînin, ez dizanim ku saziyên herî bi nirx ew in. Ji ber ku gava tu zimanekî biparêzî, tu neteweyekê diparêzî, tu civakekê diparêzî. Di cîhanê de mamoste wekî endezyarên jiyanê tên pênasekirin. Di cîhanê de tişta herî bi nirx mamostetiya zimanê kurdî ye. Ji ber wê yekê ez li hember mamosteyên me yên ku li ser kurdî dixebitin û şopdariya ziman û çanda kurdan dikin bejna xwe ditewînim.”

Çalakî îkramê û bi kilamên dengbêjiyê bi dawî bû.

( Nûcaya niviskiî: MA )

Editör: Haber Merkezi