ÖTEKİLERİN GÜNDEMİ: Psychology Kurdî di hejmara xwe ya 12an de bi dosyeya “Derûnnasiya Rexneyî” derket hemberî xwendevanan. Weke ku tê zanîn derûnnasiya rexneyî ji aliyê zanistî, felsefî, civakî û polîtîk rexneyan li derûnnasiya serdest digire û di derûnnasiyê de guhertinên binyadî armanc dike. Ev mijar di qada derûnnasiyê de cihekî girîng digire. Psychology Kurdî jî bi hevpeyvîn û nivîsên curbicur li ser vê mijarê rawestiyaye.

Jan İlhan Kızılhan bi nivîsa xwe ya “Girîngiya Dadmendiyê di Dermankirina Psîkoterapîk de” ku Aydın Rengîn ji îngilîzî wergerandiye, rola dadmendiyê di tendirustiya derûnî de dinirxîne û bi awayekî hurgilî girîngiya dadmendiyê ji xwendevanan re rave dike.

Ian Parker derûnnas, psîkoanalîst û akademîsyenek e û herwiha di qada derûnnasiya rexneyî de gelek xebat û lêkolîn kirine. Kovara Derûnnasiyê pê re li ser derûnnasiya rexneyî, komên marjînelîzekirî, cudahiyên çandî, nijadperestî, cudakerî û kolonîzasyona entelektuel hevpeyvînek kir da ku xwendevan jê sûd werbigirin. Herwiha cih dane nivîseke wî û Erica Burman ya bi navê “Derûnnasiya Rexneyî: Çar Tez û Heft Şaşî.” ku hîmê derûnnasiya rexneyî ye û ji aliye Süleyman Keskin ve ji îngilîzî hatiye wergerandin.

Ercan Şen, Mete Sefa Uysal, Elif Sandal Önal û Yasemin Gülsüm Acar bi nivîsa xwe ya ‘Nêrîneke Rexneyî li Xebatên Derbarê Qada Derûnnasiya Civakî’ ku Abdulsıttar Özmen ji tirkî wergerandiye bi awayekî rexneyî û sîstematîk li ser xebatên derûnnasiya civakî yên derbarê meseleya kurdan hûr dibin û sedemên kêmasiya van xebatan ji aliyê derûnnasiya rexneyî ve dinirxînin.

Gülnaz Karatay, Azad Günderci, Murat Cem Demir, Nazan Gürarslan Baş, Yadigar Çevik bi nivîsa xwe ya “Bandorên Psîko-trawmatîk yên Dêrsim’38ê li ser Nifşên Duyem û Sêyem” lêkolînekê bi me re parve dikin ku armanca vê lêkolînê eşkerekirina bandorên psîko-trawmatîk ên Dêrsim’38ê li ser nifşên duyem û sêyem e.

Sertan Batur bi nivîsa xwe ya “Gelo Bêyî Rexneya Derûnnasiya Teorîk, Pratîkeke Derûnnasiya Nêzî Civakê Pêkan e?” ku M. Sait Özmen ji tirkî wergerandiye li ser hesta yekitiyê, derûnnasî û polîtîka, arîşeyên pratîk yên kapîtalîzmê û erka dîrokî ya derûnnasiyê hûr dibe.

Baran Gürsel bi nivîsa xwe ya Derûnnasiya Rexneyî Çi ye: Du Xet û Nîqaşeke Kurt li ser Meseleya Reseniyê” ku Reşo Ronahî ji tirkî wergerandiye behsa têgiha derûnnasiya rexneyî dike û li ser rexnegiriya li dijî derûnnasiyê û li dijî desthilatdariya civakî, parastina domdariya rexnegiriyê û meseleya reseniyê disekine.

Yusuf Siyahtaş bi nivîsa xwe ya “Di Beşên Civakî de Krîza Replîkasyonê; Minaka Beşa Derûnnasiyê” li ser têgeha replîkasyon û krîza replîkasyonê radiweste.

Adem Yıldırım bi nivîsa xwe ya “Du Rûpûşk û Jiyanek” peyvên ‘dûrahî’, ‘navber’ û ‘dûrbûnê’ li gel rûpûşkê bi kar tîne û bingeha peyva ‘rûpûşk’ê bi şêwazeke arkeolojîk û nêrîneke felsefî hinekî dikole piştre jî digihe encameke rojane.

Kürtçe Psikoloji Dergisi Psychology Kurdî 12. Sayısıyla tekrar okuyucularıyla buluştu.

Psychology Kurdî dergisi 12. Sayısında dosya konusu olarak ‘Eleştirel Psikoloji”ye yer verdi. Psikoloji alanında önemli bir konu olan eleştirel psikoloji bilindiği gibi bilimsel, felsefik, toplumsal ve siyasal açıdan ana akım psikolojiyi eleştiren ve psikolojide birtakım temel değişiklikler hedefleyen bir alan. Psychology Kurdî dergisi röportaj ve çeşitli yazılarla bu dosya konusunu ayrıntılı olarak okuyucularıyla paylaşmayı hedeflemiş.

Genel olarak derginin 12. sayısında;

Jan İlhan KızılhanGirîngiya Dadmendiyê di Dermankirina Psîkoterapîk de”

İngilizceden çeviren Aydın Rengîn

Akademisyen, psikoanalist ve psikolog Ian Parker ile eleştirel psikoloji üzerine röportaj

Erica Burman ve Ian Parker “Derûnnasiya Rexneyî: Çar Tez û Heft Şaşî.”

İngilizceden çeviren Süleyman Keskin

Ercan Şen, Mete Sefa Uysal, Elif Sandal Önal û Yasemin Gülsüm Acar ‘Nêrîneke Rexneyî li Xebatên Derbarê Qada Derûnnasiya Civakî’

Türkçeden çeviren Abdulsıttar Özmen

Gülnaz Karatay, Azad Günderci, Murat Cem Demir, Nazan Gürarslan Baş, Yadigar ÇevikBandorên Psîko-trawmatîk yên Dêrsim’38ê li ser Nifşên Duyem û Sêyem”

İngilizce’den çeviren Bilal Öztunç

Sertan Batur Gelo Bêyî Rexneya Derûnnasiya Teorîk, Pratîkeke Derûnnasiya Nêzî Civakê Pêkan e?

Türkçe’den çeviren M. Sait Özmen

Baran Gürsel Derûnnasiya Rexneyî Çi ye: Du Xet û Nîqaşeke Kurt li ser Meseleya Reseniyê”

Türkçe’den çeviren Reşo Ronahî

Yusuf Siyahtaş “Di Beşên Civakî de Krîza Replîkasyonê; Minaka Beşa Derûnnasiyê”

Adem Yıldırım Du Rûpûşk û Jiyanek”

Gülperi GündüzŞideta Nav Malbatê: Di Peywenda Jin û Zarokan de Nirxandineke Gelemperî”

Bilal Korkut “Di Çarçoveya Sînema û Psîkoanalîzê de Dahûrîna Fîlmê Melankolî yê Lars Von Trier”,

Erdal Gül “Psîkolojîyê Lome Dîna Newîye Rê Çitur Nîyadano (Ewnîyeno)”

“Pirs û Bersiv” köşesinin konuğu ise yazar, gazeteci Naci Kutlay.

Psychology Kurdî Dergisinin yeni çıkan 12. Sayısını kitapçılardan, www.avestakitap.com, www.pirtukakurdi.com ve kitap satan diğer internet sitelerinden temin edebilirsiniz.

Gülperi Gündüz bi nivîsa xwe ya “Şideta Nav Malbatê: Di Peywenda Jin û Zarokan de Nirxandineke Gelemperî” li ser têgiha malbatê, têgiha şidetê, cureyên şidetê, şideta li jinê ya malbatê, şideta nav malbatê û zarok radiweste.

Herwiha Bilal Korkut bi nivîsa xwe ya “Di Çarçoveya Sînema û Psîkoanalîzê de Dahûrîna Fîlmê Melankolî yê Lars Von Trier”, Erdal Gül bi nivîsa xwe ya “Psîkolojîyê Lome Dîna Newîye Rê Çitur Nîyadano (Ewnîyeno)” di kovarê de cih digirin û mêvanê wan ê “Pirs û Bersiv”ê jî Naci Kutlay e.

Hûn dikarin hejmara 12an ji pirtûkfiroşan, ji www.avestakitap.com, ji www.pirtukakurdi.com û ji malperên dîtir ên pirtûkfiroşan peyda bikin.

Editör: Haber Merkezi