AMED - Rojnameya Xwebûnê bi gelek nivîskaran dest bi weşana xwe ya nû kir. Xwediye Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen got ku ew ê geşedanên li Kurdistan û cîhanê bi kurdî berbiçavtir bikin. 

Wek'i Nûcaya MA'ya ;  Rojnameya heftane Xwebûn ku piştî Rojnameya Azadiya Welat di sala 2016'an de bi Biryarnemaya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin, di 21'ê Kanûna 2019'an de ji aliyê rojnamevanên kurd ve hat avakirin, dest bi weşana xwe ya nû kir. Rojname dê di weşana sala nû de bi gelek nivîskarên nû quncikên xwe rengîntir bike. Her wiha dê li ser malpera xwe û hesabên xwe yên medyaya sanal jî bernameyên cur bi cur li dar bixe.

Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen têkildarî weşana nû ya rojnameyê ji Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) re axivî.

DÊ WEŞANA BI KURDÎ HER BIDOME 

Esen, di destpêka axaftina xwe de bi xulaseyî li ser serpêhatiya çapemeniya kurdî sekinî. Esen ev tişt gotin: “Kurd ji salên 90’î vir de li Bakurê Kurdistanê bi rêkûpêk bênavber weşanên kurdî dikin. Azadiya Welat heya sala 2016’an berdewam kir. Piştî darbeya leşkerî pêk hat, li Kurdistan û Tirkiyeyê Rewşa Awarte hat îlankirin. Zext û zordariyên li ser çapemeniya azad berdewam kirin. Bi dehan sazî û dezgehên kurdî hatin girtin. Yek ji van jî Azadiya Welat bû. Piştî ev hat girtin, rojnamerên kurd dest bi weşandia Rojeva Medya kirin. Ev jî piştî demekê hat girtin. Vê carê di 2019’an de Rojnameya Xwebûnê dest bi weşana xwe kir. Xwebûn ji wê gavê heya niha bênavber wekî rojnameyeke heftane li Bakurê Kurdistanê weşana xwe didomîne. Di destpêkê de rojname tenê bi awayekî matbû dihat çapkirin, lê paşê me malper jî vekir û pê re hesabên medyaya dîjîtal, twîtter, instagram û facebook jî vekirin. Çawa ku zext û zordarî li ser çapemeniyên din çêdibin, li ser rojnemeya me jî çêdibe. Heya îro nêzî 10 hejmarên rojnameya me hatine qedexekirin. Li vir ya herî balkêş dema rojname derdikeve piştî çend hefteyên din, biryara komkirinê tê dayîn. Ev jî vê yekê nîşanî me dide ku dixwazin weşana Xwebûnê bidin sekinandin. Li ser hesabên me yên medyaya sanal medyayê jî zext tên kirin. Ji ber ku nûçeyên me bûne manşet û hatine parvekirin hesabê me yê instagramê ku gelek kesan ew dişopand, hat girtin. Lê me dîsa ew vekir. Her çi qas zext û zordarî hebin jî, em dîsa weşana rojnameyê didomînin dê her tim bidome. Em ê geşedanên li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û li cîhanê ragihînin."

Esen bal kişand ser êrişên li ser Rojnameya Xwebûnê û rojnamevanan jî û wiha domand: “Em 16 kes dixebitin. Midûrê Karên Nivîsê yê Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş û edîtorê me Zeynel Abîdîn Bûlût, di operasyona 8'ê Hezîranê de ya li dijî çapemeniya kurdî, tevî 14 rojnamevanan hatin girtin. Heya niha wekî xwediyê îmtiyazê der heqê min de jî çend lêpirsîn hatine vekirin. Yek ji wan betal bû û ji yekê jî ceza dan min. Yên din jî berdewam dikin. Bi kurtasî desthilatdar çapemeniya azad wekî dijminê xwe dibîne. Ji ber vê rojnemevan tên girtin."

Esen bibîr xist ku demekê berê polîsan li Otogara Amedê destdaniye ser rojnameyê û got ku dixwazin weşana kurdî asteng bikin û kes bi kurdî hay ji geşedanan nebe.”

WEŞANA SALA NÛ

Esen di dawiya axaftina xwe de ji bo weşana nû ya rojnameyê jî ev tişt gotin: “Me roja duşemê dest bi weşana xwe ya nû kir. Dema hevalên me Bûlût û Ertaş hatin girtin wê demê hin amûrên me jî hatin desteserkirin. Ev ji bo weşana me ya dîjîtal a youtubeyê qels kir. Ji bo sala nû me biryar da em du bernameyan çêbikin. Ev bername yek li ser ziman yek jî li ser dîrokê ye. Di nêz de em ê bernameyeka aktuel bidin destpêkirin; ji bo ragihandina geşedanên li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û hemû cihanê. Her wiha em ê li ser platforma dijîtal jî hin tiştan biguherînin. Me 15 niviskarên nû li qadroya xwe ya nivîskaran zêde kir. Nivîskarên ku dê her hefte ji bo rojnameyê binivîsîn ev in: Derwêş Medenî Ferho, Evîn Teyfûr, Ezîz Nîmetî, Kamûran Simo Hêdilî, Mehmet Akdogan, Mehmet Oncu, Mehmet Devîren, Muhsîn Ozdemîr, Qendîl Şêxbizînî, Rêdûr Dîjle, Şoreş Reşî, Roza Metîna, Jîn Aryen, Heval Dilbihar, Avedîs, Tariqê Hesen. Bi vî awayî tevî yên mêvan hejmara nivîskaran li dor 100'î ye."

DİYARBAKIR - Yeni yazar kadrosuyla yeni yayın dönemine başlayan Xwebûn gazetesinin İmtiyaz Sahibi Kadri Esen, "Kürdistan ve Ortadoğu’da yaşanan gelişmeleri dilimizle daha güçlü yansıtacağız" dedi. 

Kanun Hükmünde Kararname (KHK) ile Azadiya Welat'ın kapısına kilit vurulması sonrası bir araya gelen Kürt gazeteciler tarafından 21 Aralık 2019'da çıkarılan Xwebûn gazetesi, yeni yayın dönemine başladı. Haftada bir kez çıkarılan ve şimdiye kadar 147 sayıya ulaşan gazetenin yeni yayın döneminde yazar sayısı arttırıldı. Medenî Ferho, Evîn Teyfûr, Ezîz Nîmetî, Kamûran Simo Hêdilî, Mehmet Akdogan, Mehmet Oncu, Mehmet Devîren, Muhsîn Ozdemîr, Qendîl Şeyxbizînî, Rêdûr Dîjle, Şoreş Reşî, Roza Metîna, Jîn Aryen, Heval Dilbihar, Avedîs ve Tariqê Hesen adlı yazarlar da yeni yayın döneminde farklı başlıklarda yazılar kaleme alacak. Son isimlerle birlikte gazetenin yazar kadrosu 100'e yaklaştı. Yeni yayın döneminde ayrıca gazetenin internet sitesi ve sanal medya hesaplarında dil ve tarih programları da yapılacak. 

GAZETEYE DÖNÜK BASKILAR 

Xwebûn Gazetesi İmtiyaz Sahibi Kadri Esen, daha önce yayın yapan ancak çeşitli gerekçelerle kapatılan Kürtçe gazete ve yayınlara işaret ederek, "Azadiya Welat, Rojeva Medya ve Welat kapatıldıktan sonra Kürtçe yayın geleneği, 2019 Aralık ayında açılan Xwebûn gazetesi ile devam etti. Gazetesi üç yıldır düzenli olarak Kürdistan’da yayın yapıyor. Gazetemizi ayrıca twitter, instagram ve facebook hesaplarımız üzerinde de yayınlıyoruz” dedi. 

Kürtçe yayın yapan gazeteler üzerindeki baskıların sürdüğüne dikkati çeken Esen, "Yayın hayatına girdiğimizden beri haber ve gazete manşetlerinden kaynaklı 10 sayımız hakkında toplatma kararı çıkartıldı. Bu kararlar da gazete yayınladıktan birkaç hafta sonra çıkarıldı. Bunun yapılmasının tek nedeni var o da gazetemizin yayın hayatını durdurmak. Sanal medya hesaplarımız üzerinde zaman zaman yaptığımız haber paylaşımlarımızdan dolayı instagram hesaplarımız erişime engellendi. Bütün baskı ve engellemelere rağmen Xwebûn gazetesiyle Kürdistan ve Ortadoğu’da yaşanan gelişmeleri kendi dilimizle daha da güçlü olarak yansıtacağız" diye konuştu. 

‘100’E YAKIN YAZARIMIZ OLDU’

Esen, yeni yayın döneminde yapılan yeniliklere dair de şunları söyledi: "Yeni yayın döneminde dijital medya üzerinde yaptığımız yayınları daha da güçlendireceğiz. Dil ve tarih programları yapacağız. Önümüzdeki süreçlerde gündem olan başlıkları aktüel programlarda yayınlayacağız. Yine yeni döneme uygun olarak internet sayfalarımızda ve sanal medya hesaplarımızda yenilikler yaptık. Bunların yanı sıra Xwebûn Gazetesi’ne 16 yeni yazar katıldı. Yazarlarımız her hafta Xwebûn için yazacaklar. Böylece misafir yazarlarla birlikte 100’e yakın yazarımız olmuş oldu.”

Editör: Haber Merkezi