MEHMET ŞAHIN: 15’ê Gulanê û wateya ziman 

 

 Ziman beden e, Çand beden e, Erdnîgarî beden e, li bedena xwe xwedî derbikevin”

 

Îro 15’ê Gulanê ye, roja cejna zimanê Kurdî ye.

Rewşenbîr, zimanzan û siyasetmedar Celaddet Elî Bedirxan piştî şerê cihana yekemîn rewşa Kurdistan’a çar parçe bûyî didît. Siyaseta serdestan a qirker û tunekar ji nêz ve dişopand. Di vê çavdêriya xwe de xetereya li ser dihatûya zimanê Kurdî dît. Lewre di 15 Gulana 1932 an de ji bo zimanê kurdî “Hewar”ek da destpêkirin. Îro salvegera roja destpêka pêngava dîrokî “Hewar”a Celaddet Elî Bedirxan e.

 

Ji bo fêmkirina hewara Celaddet Elî hewceye wate û girîngiya ziman a ji bo kes û civakê bê fêmkirin. Heke wate û girîngiya ziman bê fêmkirin dê sedemên pilîtakayên serdestan ên di derbarê tunekirina ziman û çanda kurdî de tên meşandin  bên fêmkirin.

 

Nexwe em bi van pirsan dest bi nirxandina xwe bikin;

Ziman çiye?

Ji bo kes û civakê wateya zimanê zikmakî çiye?

 

Li ser erdnîgariya cîhanê nêzikê 6700 ziman hene.  Ji van zimanan  her yek ji bo ceribîn û kelepûrên netewa xwe yên hezarsalan bigihînin qirnê nû amûrên yekane û herî girîngin. Amûrê xwediyê vê rista girîng û ya dîrokî zimanê zikmakî bi xwe ye. Lewre, mirov dikare bibêje ku, kesayetî, hebûn û domdariya netewan girêdayî xwedî derketin û paraztina zimanê zikmakî ye.

 

Hebûna pir zimanan û cûreyên zimanan devlemendîya xezîneya ceribînên mîrovahîyên hezar sala ne. Zimanê zikmakî; ji bo geşbûn, ji bo zanebûn û jîrbuna mîrov, ji bo têkiliyeke germ a navbera civak û mirov, pêkereke yekane û gelek girînge.

 

Zimanê neteweyekê çand, giyan û nasnameya wê vedibêje. Çand û ziman rûmeta civakê ne. Kesêku zimanê wî/ê kelepçekirî be, mêjiyê wî/ê, dilê wî/ê û nerîna wî/ê jî kelepçe kiri ye. Lewre ji bo civakan Tiştê herî girîng çand û zimanê wê ye. Ziman bîr û hişmendiya civak û neteweyan e. Netewa ku zimanê xwe winda bike ew bîr û hişmendiya xwe ya civakî û neteweyî jî winda dike. Ew jî tê wateya ji xwe, ji kok û rîşên xwe dûrketin û bûyîna tiştekî din e. Rêberê gelê Kurd birêz Ocalan wiha dibêje: “Heke hûn çand û zimanê neteweyekê ji destên wê bigirin dê komikeke mirovan a bêrûmet û bê nirx li holê bimîne”

 

Di heman demê de, ziman daneheva destkeftiyên civakê yên hişmendî, exlaqî, estetîk, hest û hizrên civakbûnê ye. Ziman, watedayîna hestan e, pêşxistin û bilindkirina asta zanyariyê ye, vegotina nasnameyê ye. Civaka ku zimanê wê bihêz be, tê wateya ku xwedî jiyaneke bihêz e. Asta pêşketina ziman, asta pêşketina jiyanê ye. Civak çiqas zimanê xwe yê dayîkê bi pêş xistibe, bi ewqasî asta jiyana xwe pêş xistiye.

 

Zimanê zikmakî; maka jiyan mirov e, maka çanda mîrov e. Di serîde, ji dayik, bav û ji xizmên nêz tê girtin. Dûre jî yên kû mirov li derûdorê xwe pêre dikeve têkilîyê ji wan tê girtin. Bi hînbûna ziman bi  mirov re hînbûyinek, têgihiştinek di afir e. Bi afirîna vê hînbûnê, bi mîrov re avabûna hîmên çanda civakê jî dest pê dike. Lewre, mirov dikare bibêje ku, geşbûn û xurtbûna zimanê zikmakî di heman demî de neynika xurtbûn û pêşveçûna asta çanda mîrov û civakê ye.

 

Piştî ku, girêdayiya mirov a bi zimanê dayikê, girêdayiya ziman a bi çandê, girêdayiya mirov a bi çanda zimanê zikmakî hat fêmkirin, em dikarin bihêsanî bibêjin ku, ji bo herkesekî zimanê sereke û yê jêneger zimanê zikmakî ye. Zimanê zikmakî, di rihê mirov de, di mêjûya mirov de, di bîra mirov de, di kesayeta mirov de, di hişmendiya mirov de, di maneviyata mirov de xwedî hêzeke nepenî û taybet e.

Her çiqasî bi sedan selanê zimanê me bi her cureyên zext, zor û siyasetên qirker re rûbirû ma be jî, dîsa çavkaniya hêza me, çavkaniya afirînêriya me, çavkaniya berxwedêriya me, çavkaniya lêhengiya me, çevkaniya xweşdîtin û edaleta me zimanê me bi xwe ye. Bi kurtasî şaristaniya ku maneviyata me xwedî dike hêza xwe ji zimanê mey ê qedîm digre. Em dizanin ku ziman şaristanî, şaristanî ziman xwedî dike. Ev herdû di avabûna kesayet û raman a mirov û civakê de xwediyê risteke gelek girîngin.

 

Raman û ziman tu caran ji hevûdu cuda nabin û bêyî hevûdu nayên fikirîn. Ziman raman pêşve dibe, raman jî ziman pêşve dibe. Ev realîteyeke zanistîye.Di xwezayê de destpêka avabûna şaristanîya mîrovahî ye bi têkilîya ziman û ramanê dest pêkirîye. Yê ku ramana wî tunebe zimanê wî tune ye, yê ku zimanê wî tunebe ramana wî tune ye. Civaka ku zimanê wê jê hatibe stendin di heman demî de vîn, raman û asoya wê jê tê stendin. Ev jî bi me dide fêmkirin ku, ji boem karibin ramana xwe, aso ya xwe biparêzin û pêşve bibin hewceye kû em teqez zimanê xwe biparêzin û pêşve bibin.

 

Parastin û geşbûna ziman, di her qada jiyanê de, bi taybetî jî di qada perwerdehiyê de bikaranîna ziman pêkane. Zimanê kû di perwerdehiyê de neyê bikaranîn ji nûjeniyê û ji afîrînêriya peyvên nû mehrûm dimîne û nikarê li hember ziman û çandên serdest hebûna xwe demek dirêj bi parêze. Nikarê deme ke dirêj xwe ji helîn û hundebûnê rizgar bike. Lewre, çewa ji bo hebûna civakê ziman jêneger e, ji bo hebûna ziman jî perwerdehî jênger e.

 

Ez bawer dikim, nirxandinên me yên jor armancên qirkirina çandî ya ku bi destê AKP’ê pêk tê vedibêjin. Yekane sedema desteserkirina şaredariyan, girtina sazî û dezgehên ziman û çandî, rakirina tabelayên Kurdî, rûxandina peykelên wêjevanan, girtina çapemeniya Kurdî, şikandina kevirên Kurdî yen ser tirbên miriyan bêrûmet kirina ziman û çanda kurdî ye û pêve girêdayî helandin û tunekirine civaka Kurd e. Hikûmeta AKP’ê hişmendiya Îtîhat Terakî qirker û tunekar a sed salî esas digre. Di vê hişmendiyê de tunekirina civaka Kurd esas e. Tunekirin jî bi pişavtinê pêkan e. AKP jî niha wî karî dike, yanî AKP pişavtinê dike.

 

Pişaftin, tê wateya bi rê û rêbazên girtin, kuştin, îşkencekirin, tepeserkirin, helandin, ji cewherê xwe dûr xistin, ji çand, ziman û nasnameya xwe daneşermkirin û biyanîkirin e. Di encamê de ji reh û koka xwe, ji cewhera xwe yê neteweyî qutkirin e. Dijminê xwe kirin e, li hemberî nirx û rûmetên xwe yên neteweyîrakirin û li dijber xwe û civaka xwe şerkirin e. Mînaka herî girîng û dilsoj Kurdên ku bi AKP’ê re dibin yek û êrişê civaka xwe dikin in.

 

Belê, diyare AKP çi dike û em dizanin AKP dixwaze çi bike. Lê ya girîng li hember kiryarên AKP’ê dê sekn û helwesta me çi be? Emê çibikin? Emê çewa hewldanên qirkirinên AKP’ê yên çandî vala derbixin? Emê çewa siayseta pişavtinê bê encam bikin?

 

Gelo li hember qirkirina çand û ziman, Me saziyên xwe ji xwepişaftinê rizgarkirin? Gelo me malên xwe kirin dibistanên zimanê Kurdî? Gelo me qada jiaynê de bi inyad û bi israr dest bi axaftina Kurdî kir? û hwd. mirov dikare van pirsan gelek zêdê bike.

 

Ji bo van pirsan heke bersiva we erê be pirsgirêk tune, ne xem e, dê siyaseta qirker têk biçe, lê heke bersîva we “na” be pirsgirêk heye û tê wê wateyê ku em bê hemdê xwe di xizmeta siyaseta qirker de ne.

 

Hewceye neyê jibîrkirin ku, di rojhilata  navîn de, ji zimanên herî kevnar û dewlemendan yek jî zimanê meyê qedîm û kevnar Kurdî ye. Ji ber ku geşbûn û pêşketina ramana me bi zimanê me ve girêdayi ye, hewceye kû em bi her awayî dewlemendiya zimanê xwe derêxin holê, zimanê xwe bi dewlemendiya wê bikarbînin û geş bikin.

 

Bi girîngiya wateya cejna zimanê Kurdî,em li zimanê xwe yê qedîm û şêrîn xwedî derkevin. Em jibîrnekin ku heke zimanê me tune bibe, fikir û ramana me, aso ya me, çanda me, nasnameya me jî tune dibe. Bi kurtasî heke zimanê me tune be wateya hebûna me jî tune ye. Lewre pêwira meyê yekemîn û ya herî pîroz hînbûn û hînkirina zimanê Kurdî ye.

 

Em jibîr nekin ku, asta pêşketina ziman, asta pêşketina jiyanê ye. Civak çiqasî zimanê xwe yê dayîkê bi pêş xistibe, ew qasî asta jiyana xwe bilind dike.

 

Min bi şîroveya Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan dest pê kir ezê bi şîroveya wî bi dawî bikim “Ziman beden e, Çand beden e, Erdnîgarî beden e, li bedena xwe xwedî derbikev in”

 

15’ê Gulanê roja cejna zimanê Kurdî di şexsê dayika Taybet de li hemû dayikên Kurd û li hemû civaka Kurd pîroz be!

şişli escort avcılar escort esenyurt escort