Mêvanên bernameya bernama "Yên ku şopa xwe li Bitlîsê hiştin" ( Bitlis'te iz bırakanlar) Rojnemeger Hamza Ozkan, Nivîskar Gulgeş Deryapsî û Miraz Ronî ne.

Mêvanên bernameya bernama "Yên ku şopa xwe li Bitlîsê hiştin" ( Bitlis'te iz bırakanlar) Rojnemeger Hamza Ozkan, Nivîskar Gulgeş Deryapsî û Miraz Ronî ne. Gulgeş Deryaspi kî ye? Gulgeş Deryaspî di sala 1978an da li gundê Ximêçûr ku girêdayê bajara Bilîsê yê de hat dinê. Hevde saliya xwe da zewîcî nihajî zewicandî û sê zarokên wê hene. Gelek salan di meclisa jinên partiya HEP, DEP, HADEP, DEHAP, BDP û hwd de xebitî. Di rêveberî hevseroktîya Kurdî-Derê de cih girt bi salan mamostetiya zimanê Kurdî kir. Rêveberiya komeleya nivîskaran de bû rêveber. Di zanîngeha Muş Alparslanê da beşa ziman û edebiyata kurdî (lisans) û pedogojık formasyonê xwend. Kurmancî, Dimilî, Tirkî baş; soranî, Farsî û Îngilizî kêm dizan e. Ji ber tevgerên siyasî û xwedî derketina zimanê Kurdî hat girtin, piştê heşt mehan hat berdan Bi navê Tariya Bi Tav, Xezal û Ez Ne Ez İm sê romanên wê hene, di gelek kovar û rojnameyan da jî nivîsên wê. Du dosyeyê helbestê ku nehati çapkirin jı ber destan e. Niha jî li navçeya Tetwanê ku girêdayê bajara Bilîsê ye de dijî