Nivîskar Û Lêkolîner Adil Qazî: “15 Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be”

AMED-ÖTEKİLERİN GÜNDEMİ HEVPEYVÎN  ARZELLA BEKTAŞ: Me nivîskar û lêkolîner  Adil Qazî  ra li ser 15 Gulanê, Cejna zimanê Kurdî peyvîn 

Ez adil Qazî. Mamosteyê zimanê Kurdî…

Destpêkê de; Ez cejna zimanê Kurdî li gelê Kurd û li hemû gelên Kurdistanê pîroz dikim. Hêvîdarim em jî wek hemû gelên cîhanê bi zimanê xwe, bi çanda xwe û bi vîna xwe ligel hemû gelan; her yek bi rengê xwe di aramiyê de azad bijîn. Bi ya min şerma herî mezin ya mirovahiya cîhanê ye, ku em hê di vî qirnê 21 a de jî qala azadî û serbest axaftina zimanê xwe dikin… lewra her gel/nijad bi zimanê xwe heye. Ji bo her gel û mirovan dikare were gotin “ku biaxive” mirov dikare ew bibîne an jî bibêje ‘vaye ev kes’ an jî ‘ev tişt e’ yanê ziman ne tenê yê mirovan yê hemû hêmanan heye û tev jî ji hev cuda ne. Ji ber vê ye ku cîhan rengîntir e… Yek jî êdî ji pişaftina pergalê pirtir pişaftina xwe bi xweyî zêdetir li ser kar e. Ger ku em wek kes-malbat her yek di hindava xwe de bi zimanê xwe di her kêlî û derfetî de biaxivin ez bawerim dê tiştên din jî ango bi pergalbûn jî li dû were. Dê pergala dagirker jî neçar bimîne ku zimanê me bibîne û li ser were ferzkirin di dibistanan de jî were pejirandin û bibe zimanê perwerdehiyê. Belê niha, her ku diçe zimanê me bi destê me ber bi mirinê ve bi bayabazê dimeşe…!

-/Derbarê Şeref Xanê Bedlîsî de: Mîrê Bedlîsê, Dîrokzan Şeref XAN; di 25ê sibata 1543yan de li bajarê Keruhrud/Kamyaran, Rojhelatê Kurdistanê hatiye dinyayê û di nîsana 1603 yê de jî çuye ser dilovaniya xwe. Navê xwe yê rast Şerefeddîn e. Nasnameya wî; Şeref Xan ê Şemseddîn e. Neviyê Begê Bedlîsê Şerefxanê ku di 1533 yan de ji aliyê Ulema Xanî ve hatiye kuştin e… Şemseddînê Kalê wî ji ber zilma siltanê Osmaniyan direve Îranê xwe davêje bextê Sefaviyan… hê neh salî ye di koşka Şah Tahmasê yekem, li Kazvînê de perwerdeya destpêkê dibîne… di 1597 an de ew esera navdar Şerefname dinivsîne. Û orjîna wê bi Farisî nivisiye.

Şerefxan dibêje: “Ez, ku nivîskarê van rûpelan im, navê min Şerefê kurê Şemseddîn e. Çavê min li meziniya Xwedê ye û ez hêvîdar im ku alîkarê min be û min di vê dinyayê de serfiraz bike û ji asteng û giriyên wê dinyaya din jî rizgar bike. Di kemilîna ciwanî û gulvedan û ajardana bihara jiyana xwe de, piştî ku min destê xwe yê rast û destê çepê nas kir, min di xwendewariyê de hêz û taqet bi dest xist û ez bi hezaran milên zanistiya zahirî û batinî hîn bûm. Çi tiştên ji bo dîn û dinyaya min pêwîst e, min ji her tiştî gelek zanîbû û bi sererastî û meharetî ketim ser kar û barên dîwanê û wê çaxê heta niha hemû bi hêz û mecalên xwe ve ez bi xwendina serpêhatî û dîrokan mijûl im. … ew kesên di bazara nivîsandinê de cewherfiroş û durrnas in, ew dîrokzanên ku lehengên nav şekerîstana serpêhatî, çîrok, deng û behsan in, heta niha riya xwe ber bi Kurdistanê ve nekirine, behs û dengên gernas û sernasên Kurdan nekirine bin devê pênûsê, ew dîroka gelek bi şanazî û xweşiyê ku di tam û bîhna xwe de wek hingivîn û gezoyê ne, gelek mixabin ji aliyê wan ve nayê naskirın. ..” dibêje.

-/Îdrîs-î Bedlîsî: berî her tiştî yek ji mezintirîn pêşiyê Kurdan e. Ji malbata Ulemayê Bedlîsê ye. di sala 1452, an jî 57 an de li Bedlîsê ji dayîk dibe. Gelek alî fikrên cuda cuda li ser Îdrîsê Bedlîsî dibêjin… ligel hêvî û bendewariyên mafdar ku pêknehaniye, an jî neşêbiye pêk bîne gelek tiştên hêja û heyatî jî pêk aniye. Herî kêm, di serdema wî û heta li derdora sêsed salan Kurdistan di rewşeke aram de jiyaye. Weke ku bi neyînî jê tê behskirin ku “Yawuz Selîm kaxizekî spî binî morkirî” pêşkêşî wî nekiriye. Qasî ku hatiye lêkolînkirin û ew serdema mirov lêbikole ev derfetekî wisa ku Yawuz jê re diyarî bike ne gengaz e. Ew serdem, hema bêj bi giştiyê Kurdistanê û piraniya herema rojhelatanavîn heta nîvê anatoliyê di bin serweriya Şhînşahê Îranê yê Sefavî de ye. ev Şahînşahê Îranî wisa dike ku xwe dixe dewsa Xwedê! Hema çi ji destan tê bi şûnve nade û nemaze jî li ser Kurdan ku piraniya wan bisilmanê sunî ne, êdî tê wê astê ku Kurd ji xwe re li Rizgarkerekî digerin da ku xwe bavêjin bextê wî… ev rewş ji bo Yavuz Selîm jî dibe derfetekî ku bi çiran lêbigere nabîne. Şêx Îdrîs jî di heremê de yekane kese ku

dikare 28 EŞÎRÊ Kurdan ligelhevdu bide sekinandin û tifaqa wan jî pêk tîne… yanê Îdrîs bi xwe ji Yavuz Selîm re name dişîne û teklîfa peymaneke ligelhevdu, li dijî Şah Smaîlê Sefawî dike. Peyman bi kurtasî ev e: dê eşîr û Mîrekên Kurdan di heremê xwe de serbest û azad bijîn, ji bo êrîşeke Sefaviyan ku çêbibe dê bi hêza Yavuz Selîm re ligel10-15 hezar çekdarên Kurdan ew biparêzin. Li hember vê daxwazê dê ji salê rêjeyekî wek bacê dê bidin dewleta Alî osman. Serde jî yavuz Selîm ew dike serKazaskerê Ereban. yanê payeya Kazaskeriyê dide Îdrîs î bedlîsî. Bi vê peymanê Kurd encax dikarin xwe di ewlehiyê de bibînin. Heta sala 1850 yî rewşa Kurdistanê aram e.

-ev peymana navbera Yvuz Selîm û Şêx Îdrîsê Bedlîsî dibe duyemîn car, ku di dîraka Osmanî-Tirkan û Kurdan de tifaqeke çêdikin û di pişt re bi sedemên cur bicûr tê jibîrkirin. Tifaqa sêyemîn jî; dîsa hem Kurd hem jî Osmanî di xeteriyê dene, divê guherînek nû bibe. Li ser herdu aliyan jî hema bêj ferz dibe ku bihevdu re tifaqeî çêbikin. Wê serdemê peyva Tirk nû dertê holê û Komara Tirkiyê ya ku li ser esasê gelê Kurd û Tirk ava dibe tê damezrandin.

Yek jî; divê em baş zanibin ku di mêjuya Kurdan de serdema herî bi aram û ya herî bi adan-xêr û bêr di warê Ronesansa Kurdan de ew serdema du peymanê ku bi Osmaniyan re tê kirin ew serdem e. Rewşenbîriya Kurdî, edebiyat û eserên herî giranbuha ku em hê jî wan ji xwe re wek pêşnûma dibînin wek; Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî, Şerefxan û hwd. di wê serdemê de dertê holê.

-ger em li kêmasiyê Îdrîsê Bîdlîsî bigerin dikarin bêjin; ew serdema ku dibe Kazaskerê Ereban dikaribû zêdetirîn derfetan ji bo berjewendiyê Kurdistanê de bikar bîne! Lê ew jî mijara nîqaşa ye.

Şêx Îdrîsê Bîdlîsî, digel ku alim û Ulemayekî Kurd bû jî paye û berpirsiyarî ji Osmaniyan digire û ji wan re, yanê ji alema Îslamê re ji bo berfirekirina Îslamê, di rêya Xwedê de dixebite. Di serdema Akoyuniyan de dibe payeberzekî li Tebrîzê ligel Yakûp beg wezîfedar e. Di serîda bi navê heşt bihişt ku qala heşt padîşahê Osmanî yên destpêkê dike û hê bi dehan eserên wî li ser felsefeya îslamê, li ser fizîkê li ser

şişli escort avcılar escort esenyurt escortbeylikdüzü escort