AMED- Mêvanê rojnamevan Hamza OZKAN di Bernameya Zimanê Erênî de;  Nivîskar Mehmet AKDOĞAN, li ser Romana Dengêzê, nîviskari girîngiya zimanê Kurdî şîrove kirin

Nûceyên derheqê romana Dengêzê berê hatinîn çekîrin; 

Mehmet Akdogan bi romana xwe ya yekem Bayê Cîlo re ji aliyê romanhezên kurdî ve gelek hatibû hezkirin. Piştî sê salên din Mehmet Akdogan vê carê bi romana xwe ya duyem Dengê Zê re derket hember xwendevanên kurdî. / Yazar Mehmet Akdoğan’ın ikinci Kürtçe romanı Dengê Zê, raflardaki yerini aldı.

Mehmet Akdogan bi romana xwe ya yekem Bayê Cîlo re ji aliyê romanhezên kurdî ve gelek hatibû hezkirin. Piştî sê salên din Mehmet Akdogan vê carê bi romana xwe ya duyem Dengê Zê re derket hember xwendevanên kurdî. Dengê Zê li Amedê ji aliyê Weşanên Payîzê ve hat çapkirin.

Dengê Zê, romaneke 330 rûpel e û edîtoriya wê Mehmet Çakmak kiriye. Dem salên nodî ye. Cih jî bajarê Colemêrg û Geverê ye. Taybetiya nivîskar Mehmet Akdogan ya sereke ew e ku mijarên romanên xwe ji qewimînan digre. Hema hema hemû çîrokên ku dihûne bi rengekî li Kurdistanê hatine jiyîn. Di her du romanên Mehmet Akdogan de em li rastî heman taybetiyê tên. Ji ber ku nivîskar bi xwe jî ji wê herêmê ye di romanê de şayesandineke erdnîgariyê ya bêhempa li ber çavê xwendevanan berze dibe. Çiya, newal, çem, dol, bajar, gund… yek bi yek li ber çavê me zindî dibin bi pênûsa Mehmet Akdogan. Her wiha taybetiya herêmê bi peyv û herikbariya ziman jî xwe dide der. Gelek peyv û pênaseyên li herêmê hene di romanê de cihê xwe digrin.

Romana Dengê Zê navê xwe ji Çemê Zapê digre. Li herêmê ji Çemê Zapê re Çemê Zê tê gotin. Gava mirov xwe bi pêlên romanê de berdide, ji serî heta dawiyê Çemê Zê ahenga xwe winda nake. Roman bi bûyer û şayesandinê têra xwe herikbar e û xwe dispêre herikbariya Çemê Zê. Mehmet Akdogan di romana xwe de ji bo Çemê Zê pênaseyeke wisa dike: “Dinya germ dibû, lê hê Çemê Zê hêza xwe ji berfa li ser çiyayên wî bajarî digirt. Pêlên ava Zê hê têra xwe deng derdixist û gur bûn. Her dema di ber Çemê Zê de derbas dibûm, çavên min li ser wî diman û diketim nava fikarên kûr. Nihêniyeke newala Zê û çemê wê hebû ku mirov digirt û dibir. Heya ji çem û newala Zê dûr nediket ew bernedidan. Min dereng zanîbû lê navê xwe ji zayînê digirt. Ew herêma zayînê bû. Nexwe zayîn li vê heremê bû. Ji ber hindê herêmeke bi nihênî bû.”

Romana Dengê Zê, ji devê zarokekî ku nû nû dest bi ciwaniyê dike tê vegotin. Mistefa ji gundê xwe ji bo xwendina medreseyê diçe bajarê Colemêrgê, bi vegotina Mehmet Akdogan bajarê kend û kortan, ji aliyekî ve ji ber ku ji gundê xwe dûr ketiye gelek xerîbî dikişîne û ji aliyekî ve jî bi tirsên xwe re rû bi rû dimîne. Axir hevalê wî Yûsif jî xwe digihîne wî. Yûsif jî wekî Mistefa ji gundê xwe nû derdikeve û ji lîstika gûzan gelek hez dike. Di romanê de her çi qas gelek karakter hebin jî her du karakterên di temenê hev de her sereke ne. Bûyer ji medreseya kurdî dest pê dike lê ji ber polîtîkayên dewletê her ku diçe bûyerên salên nodî ku bandoreke gelek mezin li civaka Kurdistanê kiriye, xwe didin der. Mistefa û Yûsif, gelek caran şahidiya van bûyeran dikin û di nava nakokiyên mezin de heyirî dimînin. Bûyer ji bajarê Colemêrgê dest pê dikin û li bajarê Geverê didomin. Yanî destpêk Colemêrg û fînal jî Gever e.

Pêkutî, zordestî, cinayetên faîlên nediyar yên ji aliyê dewletê ve bi destê hizbullahê ve pêk tên roj bi roj di romanê de zêdetir dibin. Li hember bûyerên ku diqewimin gelek caran pirçûnekên canê mirov hildibin. Lê her ku roman pêşde diçe taybetiya nivîskar Mehmet Akdogan derdikeve pêş. Nivîskar ji aliyekî ve bûyeran wekî ku qewimîne bi çavekî rasteqîn dide lê ji aliyê din ve jî berxwedan û raperîna gelê kurd jî bere bere dihûne. Di romanê de ji ber bûyerên giran ku li ber çavê mirov carekî din zindî dibin, gelek xembarî dide. Lê gava li hember van bûyeran geşbûna têkoşîna gelê kurd jî berze dibe, hêvî û şahiyeke nû bi mirov re peyda dibe. Mehmet Akdogan di nivîskariya xwe de di vir de dikeve dewrê. Li hember tariyê şerê ronahiyê jî datîne. Di destpêkê de tarî hêzdar e, gelek jî bi ser dikeve lê berxwedan û hewildana ronahiyê di encamê de xwe dide der û wek hêviyeke mayînde di dilê mirov de bi cih dibe.

Hêjayî gotinê ye ku Mehmet Akdogan di romanên xwe de cih dide karakterên jin ku ev karakter rewşa hemû bûyeran diguherînin. Di romana Bayê Cîlo de karakterên Gulê û Saryayê veguherînên mezin pêk anîbûn. Di romana Dengê Zê de jî vê carê em leqayî Sebrê tên. Dîsa di romanê de her çi qas vekirî neyê dîtin jî diya Mistefa ji gelek aliyan ve roleke mezin dilîze. Mehmet Akdogan li gel zimanê xwe yê herikbar ku ew dibêje min havênê romanê ji diya xwe wergirtiye, vê carê romana xwe bi tevneke din dihûne. Heta beşa dawî roman di ritmekê de diherike lê gava em beşa dawî dixwînin her tiştên ku em dizanin serobin dibin. Ji hêlekê ve zimanekî herikbar, şayesandinên xurt, çîrokên rasteqîn û ji hêla din ve jî metafor û sembolên cihêreng seranser mohra xwe li romanê daye.

Dengê Zê, bi şev û roj şahê newala xwe bû, hîn jî wisa ye…

 Yazar Mehmet Akdoğan’ın ikinci Kürtçe romanı Dengê Zê, raflardaki yerini aldı.

Kürt yazar Mehmet Akdoğan, ikinci romanı Dengê Zê ile okurla buluşuyor. İlk eseri Bayê Cîlo ile Kürt okurların beğenisini toplayan Akdoğan’ın ikinci romanı Dengê Zê, Payiz Yayınevi'nden çıktı. Editörlüğünü Mehmet Çakmak’ın yaptığı roman, Hakkari’nin Yüksekova ilçesinde 1990’lı yıllarda yaşananları konu ediniyor. Akdoğan, dağları, ovaları, vadileri, köyleri, nehirleri kalemiyle canlandırıyor. Kelimelerle dışa vuran bölgenin güzellikleri, yöresel tanımlamalarla romanda yerini alıyor. 

Okuru, adını aldığı Zap Nehri’nin akışına alan Dengê Zê, baştan sona ahengini sürdürüyor. Akdoğan, halk arasında Zê Nehri olarak bilinen Zap Nehri’ni şöyle tanımlıyor: “Havalar ısınıyordu, Zê Nehri dağların karından güç alıyordu. Zê dalgaları yükseliyordu. Zê Nehri’nin yanından her geçtiğimde gözlerimi alamıyordum ve derin düşüncelere dalıyordum. Zê nehrinin ve ovasının gizemi alıp götürüyordu. Adını doğuştan aldığını geç öğrendim. Burası doğuşun mekanıydı. Artık gizli bir bölgeydi.” 

Gençlik yıllarına adım atan Dengê Zê’nin karakteri Mustafa, medrese eğitimi için Hakkari’ye gider ve bir yandan köy hasreti çeker, diğer yandan korkularıyla yüz yüze kalır. Daha sonra arkadaşı Yusuf ile buluşur. Kürtçe medrese eğitimiyle başlayan hikaye, devletin baskı politikalarının en yoğun olduğu 90’lı yıllarda yaşanan olaylarla devam eder. Mustafa ve Yusuf da bu baskılara tanıklık eder. Hakkari’de başlayan arkadaşların serüveni, Yüksekova’da sonlanır... 

Baskı, zulüm, faili meçhul cinayetlerin gittikçe arttığı bir dönemi ele alan romanda, yaşananlar tüyler ürpertiyor. Yazar Akdoğan bir yandan yaşananları tüm çıplaklığıyla okura aktarırken, diğer yandan Kürt halkının yaşananlar karşısındaki direnişini de unutmuyor. 

ÖTEKİLERİN GÜNDEMİ

ÖTEKİ TV Youtube kanalında ülkenin sıcak gündemini ötekilerin sesinden ekrana taşıyoruz.

ÖTEKİ TV Resmi Web Sitesi ► https://www.otekileringundemi.com/

ÖTEKİ TV Sosyal Medya Hesapları:

Twitter ► https://twitter.com/OtekilerinG

Facebook ►https://www.facebook.com/otekileringundemii

Instagram ► https://www.instagram.com/otekilerin_gundemi/

YouTube►https://www.youtube.com/channel/UCmKlsa826_a9G30R7r884Xw

Sizler de kanalımıza abone olabilir ve arkadaşlarınıza önerebilirsiniz!

Editör: Haber Merkezi