Guherîna Zimên Di çîroka kuleya Babîlê de, hemû însan bi zimanekî diaxivîn heya ku kule ruxîya û gelek zimanên nû jinûve afirîn û ziman bela bûn. Kes baş nizane ku ev çîrokek rast e yan na, kuleya Babîlê hebû yan jî tune bû, lê em baş dizanin ku ev 7000-8000 hezar zimanên ku îro hene paşxana xwe ji demên berê yan jî kevnar digirin û derin demek paş.

 

 

 

Guherîna Zimên

Di çîroka kuleya Babîlê de, hemû însan bi zimanekî diaxivîn heya ku kule ruxîya û gelek zimanên nû jinûve afirîn û ziman bela bûn. Kes baş nizane ku ev çîrokek rast e yan na, kuleya Babîlê hebû yan jî tune bû, lê em baş dizanin ku ev 7000-8000 hezar zimanên ku îro hene paşxana xwe ji demên berê yan jî kevnar digirin û derin demek paş. Lê pirsa girîng ev e ku çawa hejmara zimanan zêde bû/ye?

Di ewla koçberîya mirovan de, nifûsa dinyayê biçûktir bû. Loma komên ku zimanêkî diaxivîn û xwedîyê çandek hevpar bûn li gelek cîyan di gelek tiştan de ji çîrokên ku zarokên xwe têdixistin xew heya jîyana rojane xwedîyê şibandinek hevşib bûn. Dawîyê ev ji hev veqetîyan, zimanên wan di nav xwe de bi parastina tiştên eslî yên zimên bûn zimanên perçeyên biçûk. Yanî zimanên nû hinek tiştan ji zimanên kevnar her çiqas koçberî dewam kir û însan derbasî deverên xwedîyê hewa û rewşên nû bûn, ji hev dûr ketin hetta hatin teverbûn û ji xwe re rêyek nû dîtin û ziman jî bi ew rêya ku nû hate dîtin ve çû. Ev sed salên ku di şert û mercên cuda de jîyan, xwarin û vexwarinên nû ku bu perçeyek jîyana wan  a rojane, çanda cîranên nû kû rast hatin - ewla ewil xwe di zimên de wekî telafûz û peyvên bi wateyên nû, hevoksazîya ku bi zimanê din re tevlîhev bû nîşan da. Ev giş bi awayekî xwezayî bû sedema zimanek ku ji eslê xwe dûr ket û zimanek nû ketê jîyana mirovan. Her çiqas civak mezin bû, cûdahîya zimên zêdetir bû. Roja îroyîn de, gelek zimanzan hewl didin û li ber xwe didin ku ev pevajoya hatiye jîyîn bibînin, nexşe bikin hetta bi hûrgulî heya zimanê bavûkalan û protozimanan pêşkêşî însanan bikin. Koma zimanan ku bi awayekî girêdayî hev in ji malbatek zimên tê û di vê malbatê de gelek şax û malbatên biçûktir hene. Tiştê zehmet û girîng analîz û bicîkirina têkilîya zimanan e. Peyvên xwedî dengen wekî hev gelek tiştan îspat nakin, dibe ku peyvên deyngirtî ku ji heman kokê hatibin yan jî bandora zimanek serdest û berbelav bin. Ji bo teşhîskirina malbata zimanan, rêziman û hevoksazî û peyvên wekî cînavk, peyvên mereva(n)tîyê, hejmar, peyvên cil û bergan, peyvên xwarin û vexwarinê delîlên şênber û çêtir didin mirovan ji ber ku ev kêmtir derbasî zimanên din dibin. Bi xebitîn û berhevkirina van taybetmendî û guherîna dengan bi awayekî sîstematîk, zimanzan dikarin pêywendîya zimanan, wêrarbûna zimanan ku di kîjan demê de çawa bûye û binyada zimanên berê derxin.

Zimanzan dikarin delîlên dîrokî yên din wekî koka erdnigarîyê yan jî jîyana însanên ji demên antik ku kîjan peyvên orjînal û kîjan peyvên deyngirtî bikaranîne jî derxin. Helbet ev xebatek demdirêj e. Di ser re normal e ku mirov nikaribe hinek tiştan bidest bixe.

Dema avakirina malbatên zimanan, zimanzan hemberî du problemên girîng tên. Yek ji wan tu rêyek zelal tune ye ku mirov biryar bide dê kîjan ziman li kîjan şaxa dare de cî bigire, yanî zimanek gelo ziman e yan jî zarave ye, yan di bin kîjan komê de ye. Mînak herî balkêş Swedî ye. Swêdî wekî zimanek tê pênasekirin herwiha zaraveyên Swêdî ji hev heqas cuda ne ku du kesên ji zaraveyên cuda nikarin ji hev fahmbikin. Lê ji aliyekî din jî gelê Swêdê û Norveçê herçiqas du zimanên cuda jî bin ji ber ku dîrokek wan hevpar hebe û gelek salan bi hev re jîyanê bi rehetî ji hev fahm dikin.

Wekî xuya ye zimanên ku ji aliyê însanan tê axaftin bi awayekî rêkûpêk nayê bikaranîn û bi awayekî xwêzayî dem bi dem kural û qaîde diguherin. Hêdî hêdî diguhere. Loma cudahîya di navbera ziman û zaraveyan dibe meseleyek polîtîk û fikrên netewî û terka taybetmendîyên zimên dike. Wekî mînaka Swedî û Norveçî ji hev fahm bikin jî, dikarin wekî du zimanên cuda bên pênasekirin, lê Kurmancî û Zazakî ne wekî du zaraveyên zimanekî wekî du zaraveyên biyanî ku ya duyemîn (Zazakî) girêdayî zimanek din tê nasîn. Ev nêzîkatî bixwe nîşanî mirov dide ku nêzîkatêyên akademîk ji aliyê hêzê ve tên sînorkirin. Ji ber vê, bersîva pirsa “çend ziman heye/hene?” dikare di navbera 2500 û 8000an de biguhere, ev jî li gorî kesên ku zimanan dijmêrin diguhere û nêrînên şexsî dikare têkeve pêşîya nêrînên zanistî.

 

Problema din jî em çiqas derin destpêkê dara malbata zimanan, delîlên derheqên zimên de qels û kêm dibin. Loma agahîyên nedîyar rêyên tarî derdikevin pêşîya mirovan û ew zimanzanan didin sekinîn. Ev jihevkirina demkî têkiliya zimanan heya derekê nîşan dide, ev jî tê wateya ku zimanên malbatên cûda dibe ku di astekê de bi hev ve girêdayî bin. Di navbera zimanên cuda de, bi şeklekî têkilî dibe ku hebe, ji ber hebûna TV û înternetê êdî ziman bi rehetî bandore li hev dikin û piştî demekî ziman ji hev tiştan bigirin û însan van tiştan bikarbînin. Di fîlmek Amerîkî de ji bo îfadeya “hand in hand” îfadeya “man-o-amano” bikar anîbûn. Mirov êdî vê guherîne normal qebûl dikin û li ser nasekinin.

 

Hinek mînakên ku hatine guhartin

Yekşembî           à  Grammatica e Vocabolario Della Lingua Kurda (Garzoni)       1787

Yekşemb            à Hawar (Celadet Elî Bedîrxan) 1932

Yekşem               à Peyva roja me de tê bikaranîn

 

Îroz à îroj à ewro  à îro

Aniha à niha à ana à nuka

 

Li gorî gelek kesan ziman tenê peyv in û bêrih in. Peyv birih in. Peyv rihê netewê ye, dilê netewê ye, giyana netewê ye. Peyv canê netewê ye. Mirov ticar bê zimanê xwe nikare bijî. Ji ber ku ziman tiştekî candar e, ji bilî sedemên cûr bi cûr tenê bi sedema hebûna xwe yî ontolojîk jî be, ziman diguhere. Lê ku ziman (rêziman, fonetîk, hevoksazî, peyvsazî.hwd) çiqas biguhere jî rih û giyan dê hertim hebe.