AMED ÖTEKİLERİN GÜNDEMİ-  MED-DER'ê ji bo balê bikşîne ser zimanê kurdî li gundê Basrafê yê bi ser navçeya Gêlê ve şahî ji bo zarokan li dar xist. Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ji bo balê bikşîne ser girîngiya zimanê kurdî û pêşî li pişaftinê bigire, şahiyên xwe yên li gundan didomîne.

MED-DER’ê piştî gundên Çinar û Farqînê îro jî li gundê Basrafê yê bi ser navçeya Gêlê ya Amedê ve ji bo zarokan şahî li dar xist. Bi zaravayê kurdî dimilkî ji bo zarokan perwerde hat dayin û tîp hatin hînkirin. Piştî perwerdeyê ji bo zarokan xebata wêne û muzîkê hat kirin.

Piştî xebata muzîkê zarokan strana "Zimanê Kurdî" gotin û govend gerandin. Piştî çalakiyê ji bo zarokan seta perwerdeyê ya bi kurdî li zarokan hat belavkirin. Çalakî bi dirûşma "Bijî zimanê kurdî" û bi gerandina govendê bi dawî bû.

Editör: Haber Merkezi