AMED-ÖTEKİLERİN GÜNDEMİ- Malpera "Ötekilerin Gündemi" çêkirin û zêdekirina haydarbûn û hişmendîya zimanê zikmakî rêze-bernameyên li ser ziman, çand û wêjeyê bi nivîskar, helbestvan, akademîsyen, mamoste û teorîsyenên zimên re çê dike. Di vê bernamê de nivîskar û akademîsyen Resûl Geyik ji nivîskar û helbestvan Şêxmûs Sefer re pirsên li ser mijarên cûr bi cûr lê girêdayî ziman, çand, rewşa Kurmancî û nêzîkatîyên gel û sazîyan dipirse.  Sihbetek li ser zimên, fikirên rengîn û rastîya me. Heya hinek tiştên me xera nebin, rast jî nabin. Loma bi armanca çêkirin, geşedan, pêşxistinê divê em her tiştên xwe ji nû ve çêkin.

Rastîyek me “ger em bi zarokan re Kurdî neaxivin, wê zimanê me biguhere”.

Rastîyek me “hemû xebatên tên çêkirin, bi nirx in”

Rastîyek me “karê zimên, karê sebirê ye, divê em bi sebir bin”.

Rastîyek me “mudaxeleyên zimên xetere ne, divê mudaxale li gorî biryara gel be”.

Rastîyek me “zimanê me, ji ber nebikaranînê, qels dibe û gelek peyv, biwêj û gotinên peşîyan li ber wendabûne derin”

(Söyleşi-Hevpeyvîn Resul Geyik)

Editör: Haber Merkezi