AMED ÖTEKİLERİN GÜNDEMİ: Hevserokê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER) Rifat Ronî ji rojnamevan Îsmaîl Bardakçi re axivî û got: Di zagonên dewleta Tirkiyeyê de, perwerdehî tenê bi zimanê Tirkî dikare were dayîn.

PIRS-1 Di demekî ku ev qas zext û astengkirin li ser zimanê kurdî hene de hûn 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz dikin.  Sedemê van zext û zorên li ser zimanê kurdî çiye? 

BERSIV-1 Di zagonên dewleta Tirkiyeyê de, perwerdehî tenê bi zimanê Tirkî dikare were dayîn.
Di gellek xalên peymanên Navneteweyî yên di warê mafê fêrbûn, fêrkirin û perwerdehiyê de, di derbarê Mafê Perwerdehiya bi Zimanê Dayîkê de bi balkêşî hatiye diyarkirin ku perwerdehiya Bi Zimanê Dayîkê mafê hemû galan û zarokên wan e.
Lê belê Dewleta Tirkiyeyê ji bo gellek xalên di derbarê perwerdehiyê de dûreparepazî danîne û qebûl nekiriye.
Di encama vê helwesta dewleta Tirkiyeyê de îro li vî welatî bi milyonan zarokên Kurd ji mafê perwerdehiya bi Zimanê dayîkê bêpar in.
Em jî, ji bo ku balê bikşînin ser van pêkanînên dewletê û mafê gelê Kurd û Zarokên Kurd ê ku ji avabûna Komara Tirkiyeyê heta vê demê ev 99 salin hatinê binpêkirin van çalakiyan li dar dixin.


PIRS-2 Kar û xebateke we heye li dijî van zextan? Heke hebe çi ne?

BERSIV-2  Belê jixwe van xebat û çalakiyên ku em li dar dixin, ji bo ku rayedarên dewletê dawî li van pinpêkirina Mafê Perwerdehiya bi Zimanê Dayîkê bînin û zorokên Kurd karibin bi zimanê dayîkê perwerde bibin, em weke saziya ziman Med-Der'ê xebatên xwe yên hişmendiyê yên di nava gel de dimeşînin.

PIRS-3 We di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de bernameyek amade kir û we belavî çend rojan kir. Di van bernameyan de bertekên gel çawa bûn. Tişta we hêvî dikir pêk hat?

BERSIV-3 Em weke saziya ziman di rojên taybet ên weke 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê Ya Cîhanê de hem ji bo ku helwest û nêzîkatiya dewletê rexne û şermezar bikin, hem jî di derbarê mafê gelan, bi taybetî mafê gelê Kurd ê di warê Perwerdehiya Zimanê Dayîkê de xebat û çalakiyan li dar dixin. Ji ber ku gelê kurd dixwaze ji pêşdibistanê heta Zanîngehê bi zimanê xwe perwerde bibîne û ev maf mafekî bingehîn û gerdûnî ye, gel van xebat û çalakiyên me yên di derbarê daxwaza Prrwerdehiya bi zimanê dayîkê de bi coş û kêfxweşî pêşwazî dike, hem piştgiriyê dide van çalakiyên me, hem jî besdarî van xebatên me dibe.

Editör: Haber Merkezi