ÊLIH - Mamosteyê îxrackirî Ramazan Kavak, di pirtûka xwe ya sêyem a bi navê “Rêwiyê Demên Windayî” de behsa çand, êş û berxwedana herêma Torê dike. 

Ramazan Kavak, di sala 2016'an de bi KHK'ê ji mamostetiyê hatiye îxrakirin. Piştî tê îxrackirin li ser kurdî hûr dibe. Heya niha 2 jê helbest û yek jê roman 3 pirtûkên kurdî çap kirine. 

Kavak di salên 2017-2018'an de pirtûkên xwe yên helbestan ên bi navê "Êşa Genim" û "Şiverêk" çap kirine û niha jî romana xwe ya bi navê “Rêwiyê Demên Windayî" çap kiriye. 

Kavak di vê pirtûka xwe de bal dikişîne ser çand, huner û awayê jiyana herêma Torê. 

Editör: Haber Merkezi