Sîyaseta yekgirtî û helwesta Rewşenbîrî

Ev çil salên dawiyê gelê Kurd kete du nav û nasnameya xwe û azadiya xwe. Tekoşîn û lêgerîna nasname û azadiya xwe bi dengekî xurt anî rojave hemû Kurd û hemû cîhanê. Di nava çil salan de nasname û kesayetiya xwe bi dest xist. Xwe nas kir. Bedelek giran da lêbelê gelê Kurd, weke gel û netew ji tûnebûnê xilas bû. Jixwe gelê ku nebe xwedî nasname û kesayet nikare doza azadiyê jî bike.

Nasname û kesayet ji bo vî gelî re hêz û curetkariya berxwedanê da. Heke ev rastî nebûya gelê Kurd, ewqas zilm û zorê re, ewqas lîstikên dewletan re çawa li ser lingan bimana? Li hemberê polîtîkayên dewletan re çawa polîtîkayên alternatif biafiranda?

Dewletên kolonyalîst sed sal dixwestin li ser nasname ve kesayetî li gelê Kurd bixin. Yekane armanca wan a stratejîk ew bû ku wê bê nasname bihêlin, bê kesayetî bikin û bi vî awayî ji hemû pêkanînên kolonyal re vekin. Ji bo vê jî her cure rê û rêbaz bi kar anîn. Ya rastî qetlîam jî bi vê armancê dihatin kirin. Piştre sirgûn û koçberkirin û herî dawî jî ji bo vê yekê pergalên dibistanan hatin afirandin.

Lêbelê, bi saya têkoşîna çil salên dawî ev polîtîkayên sedsalî pûç hatin derxistin. Polîtîkayên wî yên asîmîlasyon, tirkkirin, erebkirin û fariskirin bi saya vê têkoşînê bê wate man. Ev pêşveçûnek pir pir girîng e. Gelê Kurd vê nasnameyê ji pençên qirker ên kolonyalîst girt, berdêla têkoşîna xwe jî da.

Tevî vê pêşketina girîng jî gelê Kurd hîna negihîştiye azadiya xwe. Nikariye li ser esasê pêkhatina nasname û kesayeta xwe, yekîtiya xwe ya netewî temam bike. Nikariye yekîtiya hêza siyasî ya bi giştî, ava bike. Niha dewletên kolonyalîst dixwazin li vir li gelê Kurd bixin.

Rastiyek heye ku, dewletên kolonyalîst welatê kurd weke yek perçeyek dinirxînin. Ji bo vê yekê jî li hember pêşketina beşeke, xwe xemsar namîne, her siyaseteke qirêj di destê xwe de dimeşîne da ku nehêle gelê Kurd di wî beşê de serkeftin û azadiya xwe bi dest bixe. Ji aliyê din ve ji her demê zêdetir giraniyê didin taktîkên parçekirin û şikandina tevgerê, di navbera parçeyên Kurd de, di navbera partî û rêxistinên Kurd de naqokî derxistinê re.

Ev polîtîkayên ku kolonyalîst nikarin dev ji wan berdin.

Fransa heta kêliya dawî di pêkanîna hemû bijardeyên xwe yên li dijî azadiya Cezayîrê de dudilî nebû. Lê bi saya yekîtî û tekoşîna navxwe û bi pişgîriyên sosyalist, şoreşger, nivîkar û rewşenbîrên Fransî, İxtîdarê kolonyalîst a Fransa neçar ma ku têkçûnê qebûl bike.

Şoreşa Kurdistanê di şert û mercên xwe yên taybet de pêş ket û berdewam kir. Helwesta dewletên ku şoreşa Kurdistanê û wek kolonî li kar dikin ne wek dewletên din ên kolonyalîst e. Li vir jî aliyên cuda hene.

Bo nimûne, Tirkiye ji roja damezrandina xwe ve, welatê Kurdan, weke qadeke îxtîdarê xwe ya Tirkîtî qebûl kiriye. Ji ber vê sedemê bi zindî hiştina polîtîkayên komkujî, girtin û sirgûnê ji pênc-deh salan carekê pêşketina tevgerên şoreşgerî rawestand. Pêşketina tevgerên Ronakbîriyê asteng kir. Yên ku behsa nasname û azadiya Kurdan dikin kirine dijmin. Çawa ku desthilatdarî ti carî neçû destê demokrat û şoreşgeran, siyaseta dewletê jî weke tabûyeke ser-siyasî hebûna xwe domand.

Tevî ku bîlançoya giran a şerê ku ev çil sal in berdewam dike, ji tevahiyê Tirkiyê re weke bihabûn, feqîrî, qeyrana aborî, pêşneketin, welatekî bêrefahê û mirin, trawma û depresyonê bandora xwe dide. Lêbelê, li Tirkiyeyê helwesteke rewşenbîrî ya ku vê rastiya kambax îfade bike û ji vî şerê paşverû re bibêje “na, êdî besse!” dernakeve holê. Nêrînen şaş di vir de hene. Di dawiyê de nêrîna dewleta serdest bi ser dikeve. Ji ber vê sedemê li Amerîkaya salên 70î dijberiyek rewşenbîrî ya berfireh li hember sendroma Vîetnamê, li vir dernakeve. Dîsa helwêstên ku rewşenbîr û nivîskarên Fransî yên di şerê Cezayîrê de pêş xistine, li van axan nayên dîtin.

Wê demê divê em çi bikin?

Bicivîna wê tora berteka berfireh û nûnerên rewşenbîrên Kurd, her carê ronîkirina yekitiya Kurd, divê rê û rêbazeke ronakbîriyê ya ku ji bo me taybet e, zindî bike. Dijminên gelê Kurd di şerê yek bi yek de nikarin li hember Kurdê “xwe naskirî û xwedî kesayetî” tiştekî bikin. Diyare nikare bi ser bikeve. Lê belê girîngiyeke stratejîk dide lêdana ji hundirê me, yekitiya me ya ku aliyê me yê herî lawaz e, pêkhatina me ya parçebûyî, şêwaza me ya perçebûyî ya siyasetê û cudahiyên me yên ku di her parçeyê de hene. Divê ev bê dîtin.

Ger ev têra xwe were fêmkirin, tê fêmkirin ku nêrîn û hewldana sereke ya nûnerên rewşwnbîr ango ronakbîrên kurd yekîtî ye. Ji bo gelê Kurd û neteweya Kurd bigihîje azadiya xwe ev mijareke jiyanî ye. Helwesta wî ya ronakbîrî dê bibe sedema xwepêşxistinê û bandorek cidî li ser tevgerên neteweyî yên li vir.

Eger ev yek pêk were, dengê şoreşger û demokratên welatên ku Kurdistanê kolonî kirine, li dijî rêveberiyên xwe yên bûrjûwazî wê bi demê re bilintir û bi bandortir bibe. Bi vê helwestê ve pergala desthilatdar a Tirk û polîtîkayên nîjadperest ên ku heman siyasetê dimeşînin, bi dawî dibe.

Bi gotineke din, bêyî ku meriv di nav xwe de yekgirtî be, bêyî ku vê yekê wekî prensîbek domdar, wekî rêgezek jêveneger bipejirîne, ji rewşenbîr, nivîskar û hunermendên welatên din hêviya helwesta Edward Said, Farancis Jeanson an jî Jan Paul Sartre bêkêr e.

Dem bi dem hin rewşenbîr, ronakbîr û nivîskar û dezgehên kurd hene ku giringiyê didin hişmendiya yekitiya neteweyî. Rêxistina Nivîskarên Kurd a ku herî zêde ji bo van koman hatiye organîzekirin, PENa Kurd e. Ji bilî vê tu saziyeke din a rêxistinkirî ku nûnertiya pêkhateya rewşenbîrî ya gelê Kurd li cîhanê bike, nîne. PENa Kurd di sala 1988an de wek saziyeke Nivîskarên Kurd, dibe endamê PENa Navneteweyî. PENa Kurd kongreyên xwe yên 8. û 9. li Amedê pêk anî û vê yekê bû sedema pêşketineke mezin. Û di rêziknameya wê de jî hatibû nivîsandin ku navenda PENa Kurd Amed e. Ev pêşveçûnek girîng bû. PENa Kurd ku ji roja damezrandina xwe heta niha hejmara endamên xwe zêde kiriye, car caran helwesteke wisa digre ku geşedanên neyînî yên li ser yekîtiya Kurd û rewşenbîrên Kurd rexne dike. Lê weke dema niha, helwesteke usa hê bi dengekî mezin, divê bi xurtî were organîzekirin. Ji bo mafên kolektîf ên gelê Kurd û her wiha ji bo azadiya ziman, çand û ramanê divê deklerasyona yekîtiya neteweyî ava bike. Weke deklerasyonek ango manifestoyek divê viya eşkere bike. Bi vî awayî divê di asta siyasî ya netewî de helwesteke çêker, yekgirtî pêş bixîne ku di nakokiyên cidî de bertekeke netewî ya cidî nîşan bide.

Di bingehê manîfestoya rêxistina nivîskarên PENa Navneteweyî de ev henin: Mafên zimên, mafên çand, azadiya derbirînê û parêzbendiya çapemeniyê. Van mijaran bi temamî mijarên PENane. Û ev maf mafên kolektîf ên gel, neteweyekê ne. Gelê Kurd, ev kolektîf ku ji gel û netewebûnê çêbûye, ji van mafan bêpar e. Rêya bidestxistina van mafan wek netewe her tim tekezkirina yekîtiyê ye.

Bi hêvî û bi baweriya ku PENa Kurd wê li ser navê ronakbîr, rojnameger û nivîskarên Kurd û li ser navê rewşenbîrîyen Kurd vê rola dîrokî bilîze, ji kongreya 11. a ku li bajarê Oldenburg ê Elmanyayê tê lidarxistin, serkeftinê dixwazim.