NAVENDA NÛCEYAN:

Di yekemîn salvegera koça te ya dawî de em te bibîrtînin û te jibîr nakin.

DERWÊŞÊ AZADIYÊ APÊ OSMAN

Ji Tora rengîn te ajda

Şaxên xwe belavkir li her hêlên welat

Te bê navber çil sal cehd kir

Ji bo çengek ava azadiyê

Te dîwarên zîndanan kevin kirin

Qet ne westiyayî bi wî dilê ji pola

Di şopa Hz. Birahîm de meşiyayî

Ji kezeba xwe çend parî kirin gorî

Ji bo azadiya doza xwe

Tu bûyî derwêşê tekoşînê

Di kar û xebatê de weke abidekî

Bê navber bûyî fedayê gelê xwe...

Faysal Ozdemir

PÎRÊ JIYANÊ ( ji bo Apê Osman)

Weke îro bû

Me ew Agahiya bê yom bihîst delalo

Giraniya hemû temenê te

Weke bangêrekî kete ser bedena min

Ez tepisîm weke merşikekî bi erdêve

Bawerî çênebû ji min re

Ku te Xatir xwestiye ji nav me...

Her qermîçokekî eniya te

Şoreşek bû li nav vê jiyana belengazî

Her peyvek ji nav lêvên te

Pirtûkek bû li nav giyana me

Va salek çêbû em ji te dûr

Em hêjî li benda hatina te ne

Ey pîrê jiyana min...

Faysal Özdemir

Editör: Haber Merkezi