SİLAV, PİRTÛKA MİN A KÛ Bİ NAVÊ "ÇİROKÊN JİNÊN DÎL ŞİKESTÎ" WÊ DEMEK KİN DE BÊ ÇAPKİRİN. Jİ ÇİROKA "ŞEVA NEWRÔZÊ" BEŞEK; FERMO. Bİ SİLAVÊN GERMİN.

ŞEVA NEWRÔZÊ

Ev çi gotin e? Baş e ku tu heyî! Diyare rêzefilmên emerîkî û yên tirkan niyane hişê me. Ferika gundî xwe kiriye wek palyaçoyan, qey qolyeya Ahûra Mazda, nûh standiye, destê wê li ser qolyeyê bû, mîna ku digot hûn çima wê nabînin? Boyaxa lêvên wê, mîna kela ji quşxanê re fûriyayî bû! Çavên wê li Eliyê Mîran bû. Ma ez çima jê re dibêjim Mîran, çêtire bêjim mîr reben! Min bihîst ku bi riya înternetê jinên hêjar dixapîne. Dîlanê digot:

“Wî bênamûsî Saliho jî xerab kiriye! Wisa vira dike ku lingê gayê nêr di ber da dişkê!”

Çend caran hatiye mala Dîlanê, tinazên xwe pê kiriye û gotiye:

“Hûn jin aqilên xwe dikin qûna derziyê! Ev pir li xweşiya Saliho çûye, keniya ye. Wî mîr rebenî fit daye Saliho û gotiye;

“Tu çima emrê xwe bi jineke tenê re derbas dike, jiyana monoton rewşenbîran dirizîne!“

Wey qebrax û rewşenbîrê sexte! Ji jina xwe ya welêt şerm dike û wê vedişêre, ji der û dora xwe re dibêje ez ezeb im û jina diavêje nav ciyan, dure diçe dûrişma diavêje û dibêje;

“Ax welat û ji jina re azadî!“

Ev mîr reben, di bin çavên xwe yên şiqitî re li min dinêre, ez dilê wî dixwînim ku niha li min difikire! Ji bo min jî gotiye:

“Jinên wisa şeş gûnik ji min re ne lazim in!”

Ji vî rebenî wê ye tevahiya jinan aşîqê wî ne! Saliho jî xirandî ye! Şeqal û meqalan li dora xwe dicivîne, kesên wisa genetîga gelan jî xera dikin.

Editör: Haber Merkezi