Romana ku lehengê wê di nava windabûyîneke psikolojîk de li rabûrdiya xwe vedigere,xwendevanan jî bi xwe re dibe berxwedana eşîrên Hevêrkan,Çiyayê Torê û koçbûna Serokeşîr Haco Axa.Leheng gava biranînên xwe dîsa ji nû ve dijî encama tifaqê û bêtifaqîyê nîşanî me dide.Wextê hûn vê romanê bixwînin wê Şiyar we jî bi xwe re bibe dewr û dewranên berê yên eşîrtiyê.Di vê romanê de çiya,çek,evîn,xiyanet,doz û windabûn bi zimanekî herikbar hatiye honandin...

Ji Romanê


Êdî dengê dahola şer ji nêz ve dihat. Ji ber vê sedemê Qesra Haco Axa, bi qelebalixeke dîrokî tije bû. Bîst û çar eşîrên Hevêrkan civîn li ser civînê li dar dixistin. Siltanê Hevêrkan, hem ji bo heyfa pêşîyên xwe hilîne û hem jî bo agirê berxwedanê geş bike, qasid li dûv qasid dişandine çar alîyên welêt, lê qasidê wî yeko yeko destevala vedigerîyan. Çepera şer her ku diçû nêzî sînorên Torê dibû, û vê yekê tirs û fikarên Haco Axa zêde dikirin.

Di sala 1985’an de li gundê Dêrdîlê ku girêdayî Kercewsê ye hatiye dinê. Li Zanîngeha Abant Îzzet Baysalê beşa mamostetiya seretayî, li zanîngeha Anadoluyê jî, beşa sosyolojî,fotograf û adalet xelas kiriye. Niha jî li ser wêjeya kurdî xebatên xwe didomîne.

BERHEM:

1-Şiverêk (helbest, Weşanên Na, 2017)

2-Êşa genim (helbest,Weşanên Na 2018)

3-Rêwiyê Demên Windayî (roman,weşanên Na 2020)

https://www.nayayinlari.com/index.php?route=product/product&product_id=490

Editör: Haber Merkezi