banner9

banner8

"Em wan kesên ku di vê dema tarî de li ser kirêyên xaniyan zêde dikin, weke mirovan nahesbînin"

Hevserokê Giştî yê KCD’ê Berdan Ozturk bertek nîşanî astengkirinên alîkariyên Navenda Koordînasyona Krîzê da û wiha got: “Sedema mirina mirovên me ne erdhej lê ev pergal û hişmendiya mêtingeriyê ye. Yên ku alîkariyan asteng dikin jî xwedî hişmendiya mêtingerî û xespkirinê ne.” 

Haberler 16.02.2023, 19:20 16.02.2023, 20:39
19

AMED - Hevserokê Giştî yê KCD’ê Berdan Ozturk bertek nîşanî astengkirinên alîkariyên Navenda Koordînasyona Krîzê da û wiha got: “Sedema mirina mirovên me ne erdhej lê ev pergal û hişmendiya mêtingeriyê ye. Yên ku alîkariyan asteng dikin jî xwedî hişmendiya mêtingerî û xespkirinê ne.” 

Qeymeqamê Bazarcix a Mereşê duh êvarê qeyûm tayîn Navenda Koordînasyona Krîzê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), rêxistinên civaka sivîl û komeleyên herêmî kir. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk têkildarî astengkirina xebatên alîkarîyê û tayînkirina qeyûm, li Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê ya li Peyas a Amedê daxuyanî da. 

‘EM QEBÛL NAKIN’

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku heval û xebatkarên wan ji roja ewil ve bi fedekariyeke mezin xebatên xwe dimeşînin. Ozturk, destnîşan kir ku gelek kes bi dilxwazî tev li van xebatan bûne û wiha got: “Hemû hevalên me karekî baş kirin. Xwestin hindik jî be birînên mexdûrên erdhejê derman bikin. Qeymeqamtiya Bazarcixê xwest ku vê keda hevalên me yên fedekar xesp bike. Dixwazin alîkariyên hevalên me li ser navê xwe belav bikin. Em weke KCD’ê vî tiştî qebûl nakin. Me di daxuyaniya xwe ya ewil da jî gotibû ku em ê destûrê nedin ku desthilatdarî van kiryaran ji bo xwe weke amûra siyasetê bi kar bîne.” 

TAYÎNKIRINA QEYÛM ŞERMEZAR KIR

Bi domdarî Ozturk bal kişand ser nêzikatiya îktîdarê ya li hemberî gelê kurd û wiha domand: “Desthilata AKP-MHP’ê ya faşîst biryarek dabû. Di 5’ê nîsana 2015’yan de tecrîda li ser Rêberê PKK’ê giran kirin û biryara şer dan. Pereyê xwe ji bo şerê li dijî kurdan xerc kirin û yên din jî dizîn. Lewma nekarîn mudaxaleyî erdhejê bikin. Heta sê rojên ewil jî neketibûn herêmên erdhejê. Piştre jî bi 3-4 kesan mudaxale kirin. Dewletê îflas kiriye û derfetên wê nemane ku mudaxaleyê bike. Dewlet jî, hikûmet jî, pergal jî tune ye. Dixwaze vê tunebûniya xwe jî li lser keda hevalên me yên kedkar û fedekar veşêre. Xwedî hişmeniya mêtingerî û xespkirinê ne. Em van sepanên wan şermezar dikin.” 

HEWCEHIYA BI DOMANDINA ALÎKARIYAN

Di berdewamê de Ozturk got ku hewcehî bi domandina alîkairyan heye û ev tişt anî ziman: “Ev pêvajo, pêvajoyeke demdirêj e. Çi ji destê me were em ê bikin. Sedema mirina mirovên me ne erdhej lê ev pergal û hişmendiye ye. Heke pereyê ji bo şerê li dijî kurdan xerc dikin ji bo tevdîrên erdhejê xerc bikirana, dê ev qas kesan jiyana xwe ji dest nedabûna. Weke KCD’ê em dibêjin ku fikir û baweriya kê çi dibe bila bibe, em ê li cem gelê xwe cih bigirin. Ji destê me çi alîkarî bê, em ê bikin. Em spasiya tevahiya hevalên ku li 10 navendên koordînasyonê dixebitin dikin. Berpirsyarê vê karesatê serokkomar û hikûmet e. Em ê hesabê ji wan bipirsin. Li hêla din em ê xebatê xwe bidomînin. Ev rewşekî însanî ye û divê hemû kes bertekan nîşanî astengkirina alîkariyan bide.” 

Daxuyanî bi pirs û bersivan bi dawî bû. 

Yorumlar (0)
banner44
Günün Anketi Tümü
HDP cumhurbaşkanı adayı çıkarma kararı aldı. Peki siz bu adayın kim olmasını istersiniz?
HDP cumhurbaşkanı adayı çıkarma kararı aldı. Peki siz bu adayın kim olmasını istersiniz?
Puan Durumu
Takımlar O P
1. Galatasaray 25 60
2. Fenerbahçe 24 54
3. Beşiktaş 25 49
4. A.Demirspor 25 45
5. Trabzonspor 25 44
6. Başakşehir 24 41
7. Kayserispor 25 38
8. Konyaspor 25 34
9. Karagümrük 24 31
10. Antalyaspor 25 28
11. Alanyaspor 25 28
12. Sivasspor 25 27
13. Kasımpaşa 25 26
14. Gaziantep FK 25 25
15. Ankaragücü 24 25
16. İstanbulspor 24 24
17. Giresunspor 24 23
18. Hatayspor 24 23
19. Ümraniye 25 22
Takımlar O P
1. Samsunspor 26 54
2. Eyüpspor 26 53
3. Pendikspor 26 47
4. Rizespor 25 46
5. Keçiörengücü 26 46
6. Sakaryaspor 26 46
7. Bodrumspor 26 41
8. Manisa FK 25 39
9. Boluspor 25 38
10. Bandırmaspor 25 37
11. Göztepe 25 35
12. Tuzlaspor 26 28
13. Altay 26 25
14. Adanaspor 26 25
15. Erzurumspor 25 24
16. Altınordu 25 20
17. Gençlerbirliği 25 17
18. Denizlispor 26 17
19. Yeni Malatyaspor 26 16
Takımlar O P
1. Arsenal 28 69
2. M.City 27 61
3. M. United 26 50
4. Tottenham 28 49
5. Newcastle 26 47
6. Liverpool 26 42
7. Brighton 25 42
8. Brentford 27 42
9. Fulham 27 39
10. Chelsea 27 38
11. Aston Villa 27 38
12. Crystal Palace 28 27
13. Wolves 28 27
14. Leeds United 27 26
15. Everton 28 26
16. Nottingham Forest 27 26
17. Leicester City 27 25
18. West Ham United 26 24
19. Bournemouth 27 24
20. Southampton 28 23
Takımlar O P
1. Barcelona 26 68
2. Real Madrid 26 56
3. Atletico Madrid 26 51
4. Real Sociedad 26 48
5. Real Betis 26 45
6. Villarreal 26 41
7. Athletic Bilbao 26 36
8. Rayo Vallecano 26 36
9. Osasuna 26 34
10. Celta Vigo 26 34
11. Mallorca 26 32
12. Girona 26 31
13. Getafe 26 29
14. Sevilla 26 28
15. Cadiz 26 28
16. Real Valladolid 26 28
17. Espanyol 26 27
18. Valencia 26 26
19. Almeria 26 26
20. Elche 26 13
Günün Karikatürü Tümü