ENQERE - HDP'ê bal kişand ku desthilata AKP'ê û MHP'ê dixwaze zimanê kurdî tune bike û 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi wesîleya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyanî wiha ye:

“Di 15’ê Gulana 1932’yan de bi pêşengiya Celadet Elî Bedirxan, li paytexta Sûriyeyê, li Şamê Kovara Hawarê dest bi weşanê kir. Kovara Hawarê di geşedan û pêşveçûna zimanê Kurdî de roleke dîrokî lîstiye. Ji sala 2006’an ve roja destpêkê ya damezirandina kovarê wek Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.

Zimanê Kurdî di sedsala ewil a komarê de her û her rastî polîtîkayên qedexekirin û bişaftinê hatiye. Di salên dawîn de jî bi êrîş û qedexeyên desthilatiya AKP-MHP’ê hat xwestin ku zimanê Kurdî ji holê bê rakirin. Lê belê bi tekoşîna gelê Kurd a sedsalê; polîtîkayên qirêj ên desthilatdaran têk çû. Bi vê tekoşîna bêhempa zimanê Kurdî heta îro zindî maye û gihîştiye asteke gelek xurt. Em bawer in ku ev tekoşîna bi her alî di sedsala duyemîn a komarê de dê encaman bide û zimanê Kurdî dê bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê. Bi hêza gelê xwe em ê tekoşîna xwe ya ji bo zimanê xwe bênavber û bêwestan mezintir bikin û em ê teqez bi ser bikevin.

Bi van hest û baweriyan em edîb û helbestvan û lêkolerên zimanê Kurdî yên di qonaxa Kovara Hawarê de ked dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Cejna Zimanê Kurdî li hemû dildar û kedkarên zimanê Kurdî û li hemû gelê Kurd pîroz dikin.”

( Çavkanî- MA)

Editör: Hamza Özkan