NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Wêjekarên Kurd dê di roja yekşemê de bi dirûşma "Wêje giyanê civakê ye" duyemîn kongreya xwe ya asayî li dar bixe. Lijneya Amadekar a Kongreyê banga tevlibûna kongreyê kir. 

Lijneya Amadekar a Kongreyê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da û wiha banga tevlibûnê kir: "Di demeke nêz de li Kurdistan û Tirkiyeyê hilbijartineke girîng pêk hat û li gor encamên vê hilbijartinê  careke din diyar bû ku divê nirxên gelê kurd ên bingehîn bi awayekî herî xurt bên parastin û pêşxistin. 

Bêguman gelê kurd ligel hemû êrişên bi sedan sal e dest ji têkoşîna parastin û pêşxistina nirxên xwe yên neteweyî bernedaye û ji bo parastin û pêşxistina hemû nirxên xwe yên neteweyî ked û têkoşîneke bêhempa daye û hê jî dide. Ziman, çand û wêjeya kurdî jî ji van nirxan nirxên herî bingehîn û sereke ne ku kurd heta îro li ser piyan girtine.  
Bi taybetî, çi devkî be, çi jî nivîskî be wêjeya kurdî ji bo parastina hebûn û xwebûna nirxên kurdan ên neteweyî, civakî û çandî bûye xwedî risteke girîng, ji civaka kurd re bûye bîr, hiş û giyan. 

Komeleya Wêjekarên Kurd jî yek saziyeke ku bi vê hişmendî, zanebûn, rist û erkê hatiye avakirin e.

Komeleya Wêjekarên Kurd a ku di sala 2020an de hatibû avakirin kongreya xwe ya asayî ya 2yemîn dê di 10ê  hezîranê de, li Amedê, bi dirûşma "Wêje giyanê civakê ye" li dar bixe.

Armanca kongreyê, li gor pêwistiyên sereke li gel guherîn, veguherîn û jinûvesazbûneke bingehîn pêkanîna pêngaveke xurt û berfireh a kar û xebatên wêjeya kurdî ye. 
Di rêvebiriya kongreyê de ne tenê li bajarê Amedê, li gelek bajarên din jî wêjekar dê cih bigirin û di nava demê de li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê şax û nûnertiyan komeleyê bên sazkirin, li wan bajaran jî xebatên cur bi cur ên wêjeyî bên meşandin.

Kongre dê di 10.06.2023an de, saet di 13.00an de, roja şemiyê li Amedê, bi tevlêbûna gelek wêjekar û derdorên cuda li avahiya TMMOBê bê lidarxistin.  

Em ê bi tevlêbûna wêjekar, wêjehez, sazî û gelê xwe yê welatparêz serfiraz bin."