JINNEWS- Marta Somek

STENBOL - Hunermend Suna Alan da zanîn ku yek ji armanca wê ew e ku stranên kurdî bigihêjîne ber destên gelek aliyan û got:"Min behsa aliyê serhildêr ê hunermendên kurd kir."

Suna Alan a ku li Kanîreşa Çewligê ji dayik bûye û xwedî li hunera kurdî derdikeve diyar kir ku ew bi kilamên dengbêjan mezin bûye û got ew ê heta dawiyê li çand û hunera kurdî xwedî derkeve. 

Sunayê da zanîn ku wê demeke dirêj li gund derbas kiriye û wiha pê de çû:"Bapîrê min bi şev ji me re çîrok digot. Li ser xweşikbûna gund bibîranîn dianîn ziman. Her wiha min gelekî dixwest ez muzîka kurdî bi gelên din re jî bidim naskirin. Ev ji bo min bextewarî ye. Min di heman demê de stranên ji bo jinên Êzidî yên bi komkujiya DAÎŞ'ê rû bi rû man got. Di 2016'an de bi çarçoveya hevdîtinên bi hinek saziyên mafên mirovan û parlamenterên Îngilîz çûm Îngiltereyê. Min bi aktivîst Nadia Murad a Êzidî re hevdîtin kir. Min strana bi navê 'Nadia' çêkir. Piştî saeteke hevdîtinê ya bi Nadia re ez gelekî bi bandor bûm. Ew her ku diaxivî min êşa li ser milê xwe bêtir hês dikir. Ji bo piştigiriya bi jinên Êzidî re min du konser li dar xist."

Dargerînok ji bo Nûdemê nivîsand

Sunayê di heman demê de ji bo Nûdem Durak a ku ji 22'yê Nîsana 2015'an ve di girtîgehê de tê girtin û 19 ceza ji bo wê hat dayin strana Dargerînok çêkiriye. Sunayê bi lêv kir ku çawa dibe jinek ji ber stranan dibêje 19 sal ceza digire û wiha lê zêde kir:"Li ser vê erdnîgeriya me, em bi faşîzma Kenan Evren rû bi rû man. Di wê demê de guhdarkirina kasetên bi kurdî qedexe bû û kasetên kurdî li bin axê dihatin veşartin. Gelek hunermendên kurd ji ber ku stran gotine nenûkên wan ji kokê hatine rakirin."

'Min behsa aliyê serhildêr ê hunermendên kurd kir'

Sunayê bi lêv kir ku dikaribû ew jî di dewsa Nûdemê de baya û wiha pê de çû:"Ji ber ez jî stranên bi kurdî dibêjim dibe ku ez jî bi tiştekî wiha rû bi rû bimama. Her wiha tiştên tên serê Nûdemê ne rewşeke nû ye ku tê serê huner, ziman û nasnameya kurdan. Ger em li dijî rewşa Nûdemê bêdeng bimînin dê sibehê ji bo me jî herkes bêdeng bimînin. Strana Dargerînok a ji bo Nûdem min nivîsandiye di şexsê Nûdemê de ji bo her jinên ku di nava çar dîwaran de ne."

'Divê mîrateya çandî bê ragihandin'

Sunayê da zanîn ku divê mirov ji nifşên nû re behsa girîngiya nasnameya çanda wan bike û wiha got:"Divê mîrateya çandî bi huner û edebiyatê bê ravekirin. Divê her kes çanda xwe û zimanê xwe bide jiyîn."

Nadia: https://www.youtube.com/watch?v=9jVUJFOASKU&t=276s

Dargerînok: https://www.youtube.com/watch?v=et6ZUMuMV60

Editör: Haber Merkezi