AMED - MED-DER û Partiya Çepên Kesk bi boneya 15’Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî şahî li dar xistin. Di şahiyê wiha hat gotin: “Pêwist e ku em zimanê xwe li her qadê bi pêş bixin, xurt bikin û bikin zimanê fermî, zimanê perwerdehî, zanist, felsefe û wêjeyeke pêşketî û li her derê jiyan û cihanê belav bikin.”

Bi pêşengiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) û Partiya Çepen Kesk bi boneya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî şahiyek hat lidarxistin. Şahî li navçeya Sûrê li ber buroya hilbijartinê a Partiya Çepên Kesk hat lidarxistin. Namzetên Partiya Çepên Kesk yên jin ên Amedê, Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Komeleya Jinan a Rosayê û gelek jin tevlî şahiyê bûn. Jinên ku bi cil û bergên xwe yên kurdî tevlî şahiyê bûn, dowîzên ku li ser "Ziwanêko azad cuyêka azad", "Ez bi kurdî dijîm," "Zimanekî azad jiyaneke azad", "Bila kurdî bibe zimanê perwerdê” û “Zimanê bê perwerdehî ne ziman e” nivîsandî bilind kirin Di şahiyê de govend hat gerandin û tim dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” hat berzkirin. Piştî şahiyê daxuyanî hat dayîn

Daxûyaniya hevpar ji aliyê rêvebira MED-DER’ê Dîlan Guvenç ve hat xwendin

Guvençê di daxuyaniyê de bal kişand ser Kovara Hawarê ya ku bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan di 15’ê Gulana 1932’yan de dest bi weşanê kir û wiha got: “Bi vî awayî 15’ê Gulanê di dîroka neteweya kurd de bû rojeke dîrokî. Di encama têkoşîna azadiya gelê kurd a neteweyî de, ev roj di sala 2006’an de, bi ked û hewldanên Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZP), wek Cejna Zimanê Kurdî hat îlankirin.

Bêguman, ziman ji bo hemû neteweyan xaleke bingehîn û jêneger e, lê wek hemû neteweyên bindest ji bo neteweya kurd jî sedema man û nemanê ye. Divê em kurd berî her tiştî vê rastiya xwe baş bizanibin û hişmendiya xwe ya li ser zimanê xwe li gor vê rastiyê ava bikin.”

NIKARIBÛN KURDAN TUNE BIKIN’

Guvençê da zanîn ku neteweyên cîhanê ji bo zimanê wan bibe zimanê cîhanê xebatên xebatên pir berfireh dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê heyf û mixabin zimanê kurdî ku zimanekî herî qedîm ê mirovahiyê ye, bi tunebûnê re rû bi rû maye. Dewletên dagirker, bi sedan sal e ji bo ku bîr û hişmendiya me kurdan tune bikin û çand, dîrok û zimanê me bi me bidin jibîrkirin bi riya her cure polîtîkayên bişaftinê bi hiş û kodên me kurdan dileyizin. Dagirkerên ku bi tunehesibandin, êriş, talan û komkujiyê nikaribûn kurdan tune bikin bi rê û rêbazên şerê taybet, bi polîtîkayên bişaftin û entegrasyonê dixwazin me kurdan ji ziman û hemû nirxên kurdewariyê dûr bixin û me bikin biyaniyên nirxên me.Li dijî vê yekê, me wek neteweya kurd, bi têkoşîn û berxwedana xwe ya bi sedan sal e, xwe bi hemû nirx û hêmanên xwe yên kurdewar parastiye, lê hê jî xetereyên mezin li pêşiya me hene.”

‘TÊKOŞER Û ŞOREŞGERÊN ZIMAN JIN IN’

Guvençê diyar kir ku jêderk û çavkaniya Hawara zimanê kurdî bi qasî dîroka kurdan qedîm e û ev tişt anîn  ziman: “Dema ku em dibêjin jin jiyan e em wate û giraniya vê gotinê baş dizanin. Lewre jin çawa ku avakara herî sereke ya jiyanê ye, avakara sereke ya zimanî jî ye. Çawa ku têkoşer û şoreşgerên ewil ên dîrokê jin in, têkoşer û şoreşgerên zimanî jî jin in.Di dîroka gelê kurd de, ji bo parastin û pêşxistina ziman û çanda kurdî û nirxên kurdewar gelek jinên kurd di asta pêşengiyê de têkoşîn û xebatên girîng meşandine, berdêlên mezin dane. Li her çar milên Kurdistanê, jinên wek Mestûre Kurdistanî, Rihan Xanima Loristanî, Celale Xanima Loristanî, Dayê Tewraza Hewramî, Semen Xanima Dewdanî, Nêrgiz Xanima Şehrezorî, Lîza Xanim, Eyşe Şan, Sîma Semend, Jîla Huseynî, Sêvê Demîr û bi sedan jinên kurd ên din mînakên vê yên herî şênber in.

‘DIVÊ JIYANA AZAD JÎ BI ZİMANÊ XWE AVA BIKIN’

Guvençê xwest ku têkoşîna parastin û pêşxistina zimanê kurdî li her derê were bilindkirin û wiha dawî li daxuyaniyê anî: “Ji bo vê pêşengiyê bikin em jinên kurd in. Ji ber vê yekê, em jin çawa ku jiyana xwe bi giyanekî azad ava dikin, divê jiyana azad jî bi zimanê xwe ava bikin. Pêwîst e ku em têkoşîna jiyana azad bi jinên têkoşer ên kurdîparêz û kurdewar bilind bikin; jiyana azad bi zimanê xwe, bi çanda xwe, bi nirxên xwe yên kurdewar tacîdar bikin. Li şûna ku em tenê bibêjin ku em xwedî li zimanê dayikê derkevin; divê em di heman demê de bibêjin ku em xwedî li zimanê jinê, jînê û azadiyê derkevin.Em naxwazin ku êdî em ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî tenê bangewaziyan bikin. Ji bo vê jî pêwist e ku em zimanê xwe li her qadê bi pêş bixin, xurt bikin û bikin zimanê fermî, zimanê perwerdehî, zanist, felsefe û wêjeyeke pêşketî û li her derê jiyan û cihanê belav bikin; bila zarokên me kurdan, ciwanên me, nifşên me yên nû bi hişmendiya ziman, çand û nirxên xwe yêN neteweyî mezin bibin; bi zimanê xwe bifikirin, biaxivin, bixwînin, binivîsin û bijîn. Ji bo vê divê em têkoşîna ku bi sedan sal e bi awayekî bêhempa tê dayîn li her qadê bilindtir û xurtir bikin. Qet gumana me nîn e ku encama têkoşîna me dê bi ser bikeve û bêhempa be. Bi vê bîr û baweriyê, em di serî de dayik û jinên kurd ên kurdîparêz û çandparêz hemû têkoşer û kedkarên ziman û çanda kurdî bi bîr tînin û bejna xwe li ber hebûn û keda wan a zimanê kurdî û nirxên kurdewar ditewînin; Cejna Zimanê Kurdî li jin û dayikên kurd û hemû gelê kurd pîroz dikin.”

Piştî daxuyaniyê jinên ku tevlî şahiyê bûn bi cil û bergên kurdî ji bo mitînga Amedê ku wê di 13’ê Gulanê de were li darxistin, belavokan belav kirin û gel vexwandin mitîngê.

( Kaynak: MA )

Editör: Hamza Özkan