AMED - Hevserokê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Celal Ekîn ji bo serlêdanên kursên ku wê di 3’yê tebaxê de biqedin, bang li malbatan kir û got ku ew dixwazin malbat zarok û ciwanên xwe bişînin kursên çand û hunerê.

Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê ku bi salan e li Amedê xebatên çand û hunerê dimeşîne, serlêdanên kursên tembûr, govend, erbane, gîtar û perwerdehiya hunerê ya ji bo zarokan da destpêkirin. Wê serlêdanên kursan heta 3’ê tebaxê bidomin û piştre jî dê kurs dest pê bikin. Komeleyê ji bo serlêdanan bang li ciwan û malbatan kir ku serlêdanê bikin. 

Hevserok û mamosteyê komeleyê Celal Ekîn têkildarî xebatên komeleyê axivî û da zanîn ku heta niha bi hezaran şagirtên wan çêbûne. Ekîn got ku ew bi hunera xwe bala ciwanan dikişînin û perwerde dikin. Ekîn bi lêv kir ku heta niha gelek hunermendan, di nav tevgera çandê ya ku ji Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) dest pê kiriye, cih girtine û got: “2003’yan de me Navenda Çandê ya Dîcle Firatê ava kir. Bi sedan şagirtin me hebûn û di saziyê de cih tunebû ku em birûnin. Piştî ku qeyûm hatiye ser şaredariyê, têkiliyên me yên bi kesên di bin sîwana şaredariyê de karê hunerê dikirin qutbûn. Pêşiyê ew û jin ji kar hatin dûrxistin. Piştî şerê Sûrê bi Qirarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) saziya me hat girtin. Piştî vê yekê me nekarî bi navê Dîcle û Firatê saziyekî nû vekin, lewma me qasê du salan bi navê Duçem xebatên xwe yên hunerî meşandin. Piştî du salan ku hevalan xwe dîsa hatin ba hev û me jî xwest Dîcle Firatê dîsa vekin. Lê ji ber navê wê nehat qebûlkirin. Vê carê jî me weke kafeyekê xebatên xwe meşandin, lê me dît ku xebatên çandê di bin banê kafeyande nameşe, me dîsa serlêda ku saziya xwe ava bikin. Ji ber ku navê wê nedihat qebûlkirin, Firat çû û tenê Dîcle ma. Niha jî di bin banê Komeleya Çand û Hûnerê ya Dîcleyê xebatên xwe didomînin.”

Celal Ekîn

BANDORA PANDEMÎ Û ERDHEJÊ

Ekîn da zanîn ku heta wan xwe amade kir pandemiya nexweşiya koronayê dest pê kir û wiha got: “Pandemî ji bo hemû cihanê nexweşiyekî giran bû. Bi qasî du salan bandoreke mezin li me kir. Piştî pandemiyê me xwest dîsa dest bi xebatên xwe bikin, lê vê carê jî erdhej çêbû. Dû re me got divê em dest bi xebatan bikin. Di vê çarçoveyê de me ji bo zarokên 7-8 salî heta 11 salî kursên perwerdehiya hunerê amade kiriye. Kursên govendê, tembûrê, erbanê, gîtarê û wêneyê amade kirine. Em ê heta 15’yê tebaxê dest bi perwerdehiyên xwe bikin.”

WÊ HER HEFTEYÊ KONSEREKÊ LI DAR BIXIN

Ekîn diyar kir ku wan projeyek din jî amade kiriye û wiha got: “Em ê her hefteyê şahiyek li avahiya xwe li dar bixin. Ji 6’ê tebaxê şûnde wê ev şahiyên me jî dest pê bikin. Her hefteyê roja yekşemê em ê li saziya xwe konseran bidin. Hunermendên ku di saziyên me de gihaştine û têkiliya wan bi me re heye dê konseran bidin. Hêviya me ew e ku em xebatên xwe bi rêk û pêk berdewam bikin.”

‘EM Ê ENCAM JÊ BIGIRIN’

Ekîn da zanîn ku kesên bi çand û hunerê ve eleqedar in, divê çand û dîrokê bînin ber çavan.  Ekîn diyar kir ku ew dixwazin bi xebatên xwe çand û dîroka kurdan a şêmber bi zarok, ciwan û gel bidin naskirin ku hunermend ji nav wan derbikevin. Ekîn anî ziman ku heta niha di çarçoveya xebatên wan de serlêdanên kursan berdewam dikin û wiha domand: “Gava beşên kursên me bi deh kesan zêdetir bû em ê dest bi kursên xwe bikin. Em ê encamê jî jê bigirin.”

‘MALBAT ÇI BIDE ZAROKAN, ZAROK JÎ WAN TIŞTAN HÎN DIBE’

Ekîn di dawiya axaftina xwe de bang li dayik  û bavan kir û got ku dayik û bav çi bidin zarokan, zarok jî dê li gorî wê tevbigere. Ekîn bi lêv kir ku heke zarok bi tena serê xwe mezin bibin, wê hînî tiştên nebaş bibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber vê yekê berê zarokên xwe bidin çand û hunerê. Bangawaziya me li dayik û bavan ew e ku ev der saziyeke fermiye û em tiştên ne di rê de naxwazin. Heke em bibînin jî, em mudaxele dikin. Em dixwazin heke pirsgirêkên malbatî jî hebin, bi me re parve bikin ku em jî bi hev re pirsgirêkên zarok an jî ciwanan çareser bikin. Em dixwazin feydeya me ji ciwan û civaka me re çêbibe.”

MA / Bazîd Evren