BURSA-ÖTEKİLERİN GÜNDEMİ-Bursa'da 8 Mart Dünya Kadınlar günün de konuşan HDP İstanbul milletvekili Hüda Kaya kadının  sevgisi  kadının rengi  kadın dayanışmasına katıldık danışmayı büyütmek için bugün buradayız 

Ayten AVDAN

Bursa fomara meydanında toplanan kadınlar kadın kırımına  yaşamı tecride karşı özgürlüğü  sloganlıyla Bursa kent meydanına yürüyerek taleplerini  dile getirdi. 
pandemimin ağır etkileri  8 Mart'ı karşıladıklarını söyleyen  kadınlar örgütlü bir mücadele  bedenimize dilimize  karşı yapılan her türlü  Öz göcümüze  demek için kadınlar dayanışmasını büyüterek özgürlüğümüzü kazanacağız demek ve  yükseltmek için mücadele çağrısı yaptı. 

basın açıklaması Kürtçe metni okuyan Leyla Metin Yener,
 Jinên hêja û kedkarên hêja yên çapemenîyê ku em her 8ê Adarê bi hev re qadan tijî dikin,
Ji 8ê Adara borî û pê ve di pêvajoya COVID-19ê de me qebûl nekir ku me bixine nav malan û em serhildana xwe bidin hêlekê.
 Yener, Em ku bi dirêjahîya pandemîyê bi hevgirtina jinan bûn çareya hevdu, dîsan ji bo ku em hêzê ji hevdu bigirin; ji bo ku em bêjin keda me, bedena me, nasnameya me û jîyana me ya me ye; ji bo ku em hevgirtina jinan mezin bikin; em li virin da ku em dengê “Em ê azadîya xwe bi dest bixin” bilind bikin. Hûn bi xêr hatin Hevdîtina Me ya Mezin a Jinan!
Li dijî patrîyarkayê, rejîma qesrê, çewisandin û şîdeta mêran me dest ji parastina jîyan û mafên xwe berneda. Me qebûl nekir ku fatûreya qeyrana aborî û sîyasî li me jinan bibirin û di şewbê de me bixin nav malan. Em rijîyan kolanan, me qad tijî kirin, EM Ê AZADÎYA XWE BI DEST BIXIN! Ji bo jîyaneke wekhev û azad em bi berxwedan û israra xwe bi hev re deng bidin, 


BİJÎ 8Ê ADARÊ, BİJÎ HEVGİRTİNA ME YA JİNAN!

Ji Amerîkaya Latîn heta Ewropayê, ji Asyaya Başûr heta Rojhilata Navîn tevî ku pandemî heye, em wek jinên ji çar alîyên cîhanê serhildana xwe didomînin. Em îro ew jin in ku li Bogazîçîyê dibêjin “ne tayînkirî lê hilbijartî” û li dijî qeyûman zanîngehên me diparêzin! Ew qeyûmên ku destkeftên jinan bi şîdeta mêran û dewletê hedef digirin, em ew jin in ku bi salan e li dijî wan bajarên me diparêzin! 

EM Ê AZADÎYA XWE BI DEST
 BIXIN! Ji ber ku em ê cîhanekê bi dest bixin ku tê de em ê nebin hedefên nefretê û em ê bi azadî tê de bibin xwe!

Em bi dil girtin û îşkenceya sehkirina tazîkirî natirsin. Em teşhîr dikin! Em bi şîdeta mêran û bi wan înfaz û komkujîyan naqutifin ku mêr û dewlet bi heman rêbazan dikin. Em jin ku di her warê jîyanê de bi her awayî têdikoşin, me stû li ber wan dorpêçkirinan xwar nekir ku li ser me tên ferzkirin. Em dizanin ku îşkenceya li jinan tê kirin, li dijî mirovahîyê. Me yek ji wan xirabîyan qebûl nekir ku we li ser jîyana me ferz kirîye, rêya ku diçe azadîya me, em wê bi hevgirtina xwe rêxistin dikin! Em ew jin in ku şer, tecrîd, çewisandin û îşkence li jîyana wan hatîye ferzkirin û em bi hev re ne. Ji bo ku hevgirtinê mezin bikin em têkoşîna xwe mezin dikin! AZADÎYA XWE EM Ê BI DEST BIXIN, em dizanin.
Bi salan e di 8ê Adaran de li dijî çewisandina kedê, li dijî bêkarîyê, li dijî bêdesteberîyê, li dijî şîdeta mêran û dewletê, li dijî fobîya LGBTI+yan, li dijî nijadperestîyê, li dijî xespkirina îradeyê û li dijî bêedaletîyê em kolanan tijî dikin. Îsal jî em li dijî faşîzmê ku jîyana me dorpêç kirîye, li dijî patrîyarkayê, li dijî şîdeta mêran û dewletê, li dijî rûxandina ekolojîk, li dijî sermayedarîyê, li dijî çewisandina kedê û li dijî rejîma qesrê; em serhildana xwe, hêrsa xwe û têkoşîna xwe li her derê mezin dikin. Ji bo ku em azadîya xwe bi dest bixin û jîyana xwe biparêzin em di 8ê Adarê de û her roj bi hev re ne, em ê tijîkirina qadan û kolanan bidomînin.
Em ê dinya yê bihejînin. Em ê azadîya xwe bi dest bixin.
PLATFORMA JINAN A BURSA

Editör: Haber Merkezi