Kurd dengê xwe nade AKP’ê (1)
Di dîroka komara Tirkiyê de hilbijartina herî girnîng dê di 24’ê hezîranê de pêk bê.
Civakên Tirkiyê gav bi gav roj bi roj ber bi hilbijartinên 24’ê hezîranê ve diçin. Hilbijartinên 24’ê hezîranê dê di dîroka komara Tirkiyê de ji hilbijartinên herî giringan yek be. Ji bo civakên Tirkiyê ji vegera pergala dîktatoriyê şansê dawîn e. Lê ji bo civaka Kurd wateya hilbijartinên 24’ê hezîranê gelek cuda û gelek girîng e.
Di 16 salên buhurî de beşek ji civaka Kurd ji bo referansên olî, beşek ji bo hêvî û bendewariya çereserkirina pirsgirêka Kurd û avakirina pergaleke demokratîk, beşek ji wan jî jibo berjewendiyên xwe yên şexsî, malbatî û yên rantî dengên xwe dan AKP’ê. Lê piştî 16’salî êdî tu hincet nema ku yek Kurdek xwe pê bixapîne û dengê xwe carek din bide AKP’ê.
Rûpoşa AKP’ê ketiye
Pratîka tifaqa AKP’ê û MHP’ê ya sê salên dawîn rastiya AKP’ê bê şîrove raxistiye ber çavan. AKP’ê di desthilatdariya xwe ya 16 salî de hêvî û bendewarî, nirx û pîvan hemû tune kirin, hemû referansên madî û manevî bin pê kirin. Ya herî trajîk AKP ya ku qaşo li ser referansên ola îslamî hatibû avakirin derbeya herî mezin li referansên ola îslamî dan û ol jixwe re weke amûrê desthilatdariyê bikar anî. Êdî rûpoşa AKP’ê ketiye. Tiştê ku karibe pê civakê bixapîne êdî nema ye. Ji ber ku aborî ber bi qeyraneke mezin ve diçe êdî rant jî tune ye li yên derûdora xwe belav bike.
Hişmendiya AKP’ê hişmendiya Îtîhat Terakî ye
Ji bo Tirkiyê girîngiya hilbijartinên 24’ê hezîranê çi ye bila bimîne ji bo nivîseke din. Di vê nivîsa xwe de ezê hewl bidim ji hêla civaka Kurd ve wate û girîngiya hilbijartina 24’ê hezîranê binirirxînim.
Piştî desthilatdariya xwe ya 16 salan AKP’ê nîşan da ku şopdarê siyaseta Îtîhat Terakî ya ku sed sale tasfiye kirin û tune kirina civaka Kurd esas girtiye. Siyaseta ku sed sale bi zagonên Takrîr-î Sikûn û bi plansaziyên Islehkirina Şarke dixwaze Kurdistanê ji Kurdan xalî bike bi hemû dijwariya xwe bi destê AKP’ê di meriyetê de ye. Bi vê siayseta xwe ya kambax dixwazin bê edaletî, cotstandartî, bêhiqûqî, talangerî, xespkarî weke qeder li ser civaka Kurd bidin ferz kirin û bi civaka Kurd bidin qebûlkirin.
AKP pîvan nasnake
AKP’ê 2002’yan de xwe weke partiyeke oldar bi civaka Kurd dabû qebûlkirin. Bi saya referansên olî yên manevî deng ji civaka Kurd wer girtibû. Lê herî zêde di serdema hikûmeta AKP’ê de maneviyata civaka Kurd hat bin pêkirin. Erîşên herî bê nirx, bê rûmet û bêpîvan di serdema AKP’ê ya “oldar” de li hember civaka Kurd pêk hatin. Cenaze bi hefteyan li kolanan hatin hiştin, cenaze li piştî wesaitên zirxî bi erdê ve hatin kaşkirin, cenazeyên jinan tazî hatin teşhîrkirin, cenazeyên zarokan di sarinça de hatin hiştin, mirov di jêr zemînan de zindî hatin şewitandin, goristan, mizgeft û malên cemê ji hêla balafirên şer ve hatin bombekirin, kevirên goristanan yên bi nivîsên Kurdî hatin rûxandin, nimêjên înê yên qadan hatin qedexekirin û yên tevilbûyî hatin cezakirin, zarokên Kurd terorîst hatin îlan kirin. Piştî fermana serokê AKP’ê Erdogan ku got “Zarok be, jin be dê tiştê pêwistî bê kirin” bi sedan zarokên Kurd ji hêla polîsan ve hatin qetilkirin. Bîranên ku ji bo zarokên Kurdên qetilkirî hatibûn çêkirin ji hêla qayimên AKP’ê ve hatin rûxandin û hwd.
Trajediya herî mezin, AKP ya qaşo “oldar” hewce bû maneviyat esas bigirta û meneviyata civakê xurt bikira lê mixabin ji maneviyatê zêdetir madiyat esas girt û civak ji hêla maneviyatê ve têk bir. Ji hêla madî ve jî mixabin tenê qadroyên xwe dewlemend û maldar kirin. Civak roj bi roj ber bi xizaniyê ve çû û diçe.
Di be ku ev hilbijartin ya dawîn be
Bê guman hikûmeta AKP- MHP’ê ji bo berjewendiya civakan, an ji bo berjewendiya dewletê biryara hilbijartina 24’ê hezîranê nedane. Tenê û tenê ji bo berjewendiya xwe û ji bo berdewama desthilatdariya xwe ya yek kesî ya faşîst ev biryar dane. Heke di vê hilbijartinê de biserbikevin dê pergala xwe ya faşîst a yek kesî bi rêkûpêk ava bikin û tekûz bikin. Ev jî tê wateya ku dê ev pêvajoya qirker a dijwar berdewam bike. Û dibê kû li Tirkiyê careke din hilbijartin êdî pêk neyin.
Bi serkeftina HDP’ê pêkan e
Weke ku li jor bi awayeke zelal tê dîtin tifaqa Erdogan û Bahçelî ya faşîst li ser dijberiya Kurd ava bûye. Tekane armanca vê tifaqê tasfiye kirina civaka Kurd û tunekirina destkeftiyên civaka Kurd a 40 salên dawîn e. Hewceye ev heqîqet ji hêla civaka Kurd ve baş bê dîtin û yek Kurdek dengê xwe nede tifaka Erdogan û Bahçelî ya faşîst û qirker. Deng dayina vê tifaqê erê kirina qirkirina civaka Kurd e.
Lewre di vê hilbijartinê de tekane armanc heye. Ew jî têkbirina desthilatdariya Erdogan û Bahçelî ye. Têkçûna wan jî bi serkeftina HDP’ê pêkan e. Ji bo wê hewceye hemû kes bi şîara “An serkeftin, yan serkeftin” ji bo serkeftina HDP’ê seferber bibe.
Tifaqa faşîst dê li Kurdistanê têk biçe
Heke tifaqa Erdogan û Bahçelî li Tirkiyê biserbikeve jî hewceye li Kurdistanê bi têkçûneke mezin re rûbirû bimîne û şelqameke dîrokî ji civaka Kurd bixwe.
Di 24’ê hezîranê de hemû cîhan bibîne ku Kurd li bîranên zarokên xwe yên weke Mehmet Tûnç xwedî derdikevin. Ji têkoşîna xwe ya pîroz dev bernadin û tu çarî li hember neyarê xwe çongnadin.
Jibîr nekin, têkçûna tifaka Erdogan û Bahçelî têkçûna şerê topyekûn ê çarparçe Kurdistanê ye.

Nîşe : Berdewama nivîsê hefteya hatî.
Editör: Haber Merkezi