AMED-ÖTEKİLERİN GÜNDEMİ: Rojnameya heftane ya Kurdî Xwebûn ku hefteya borî di 22'ê kanûnê de dest bi weşanê kir, bi hêjmara duyemîn derket.


Rojnameya heftane ya Kurdî Xwebûn ku hefteya borî di 22'ê kanunê de dest bi weşanê kir, bi hêjmara 2'emîn û manşeta “Bi xêr hatî sala nû” derket. Rojnameya Xwebûn di hêjmara duyemîn de cih da mijarên Tîfaqa Neteweyî, têkoşîna jinê, pirsgirêkên Kurdî û Şeyh Said. Rojnameya Xwebûn ku bi zaravayê Kurmancî û kirmanckî weşanê dike, vê hefteyê cih da pênûsa nivîskarên nû Yildiz Gultekîn, Bîlal Ata Aktaş, Zehram Muhammedzade, Roşan Lezgin, Yaşar Eroglu, Sami Tan, Ayhan Erkmen, Îskender M. Selim û Şener Ozmen.


Dîsa di vê hêjmarê de roportaja Firat Cewerî û Rengîn Kardelen  jî heye.

(MA)
Editör: Haber Merkezi