AMED - Desteya Disiplînê ya Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê nameya rojnamevan Mehmet Alî Ertaş a ji bo hevpîşeya xwe nivîsandiye bi hinceta "xebatên rojnamevaniyê didomîne" desteser kir. 

Îdareya girtîgehê dest datîne ser nameyên 16 rojnamevanên ku di 8'ê hezîranê de hatibûn binçavkirin û di 16'ê hezîranê de hatibûn girtin. Piştî nameya rojnamevan Omer Çelîk vê carî jî nameya Midûrê Karê Nivîsê yê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş wekî "xetere" hatiye hesibandin û nehatiye şandin. 

Ertaş, berî ku sewqî Girtîgeha Hejmar 1 a Amedê bê kirin ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê ji hevpîşeya xwe Eylem Akdagê re nameyek şandiye. Komîsyona Xwendinê ya Girtîgehê jî name wergerandiye tirkî û wê wekî nameyek "bixetere" hesibandiye. Piştî vê name ji Desteya Disiplînê ya girtîgehê re hatiye şandin. Desteya Disiplînê jî dest daniye ser nameyê û nehiştiye bê şandin. 

Desteyê di biryara xwe de ji bo gotinên Ertaş ên ji bo kurdî ku gotiye "sansur li ser kurdan û kurdî heye" îdia kiriye ku ev gotin "dûrî rastiyê ne û xwedî zimanekî cihêkar in". Desteyê di biryara xwe de gotiye Ertaş bi vî awayî karê xwe yê rojnamevaniyê didomîne û bi hinceta ji bo ewlehiya asayîşa saziyê talûke ye biryara neşandinê hatiye dayîn. 

  (MA)

Editör: Haber Merkezi