NAVENDA NÛÇEYAN - Aram Tîgran di salvegera mirina xwe ya 14'emîn de li ser gora xwe ya li paytexta Belçîka Brukselê hat bibîranîn.

Hunermend Aram Tîgran di salvegera mirina xwe ya 14'emîn de li ser gora xwe ya li paytexta Belçîka Brukselê hat bibîranîn. Hunermendên TEV-ÇAND'ê û hezkiriyên Tîgran tev li merasîma bîranînê bûn.

Merasîma bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di bîranînê de ewilî Hozan Şemdîn axivî û qala kesayeta Aram Tîgran kir. Hozan Şemdîn diyar kir ku Aram Tîgran bi stran û jiyana xwe pira navbera Ermen û Kurdan ava kir; yek ji mînakên herî berbiçav ê vê hevgirtinê ye. Şemdîn anî ziman ku wesiyeta Aram Tîgran ew bû ku li Amedê bê veşartin û got: “Lê dijminê hov nehişt. Em ê bi rizgarkirina axa xwe, rojek were û gora wî bibin ser axa ku wî daxwaz dikir li ser bimîne.”

Hunermend Hekîm Sefkan jî qala xizmeta wî ya ji bo hunera Kurdî kir û got: “Em bi bîr anîna wî, xwedî li gotina Rêber Apo ku dibêje: ‘Dema min li strana ‘hey lo delal’ guhdarî kir, min got divê ev deng her tim zindî bimîne’ derdikevin.”

Piştî axaftinan hunermend û beşdaran qurnefîl danîn li ser gora Aram Tîgran û stranên wî gotin.