Dünya Mutluluk Raporu: Türkiye'de yaşlılar, Avrupa'da gençler daha mutlu Dünya Mutluluk Raporu: Türkiye'de yaşlılar, Avrupa'da gençler daha mutlu

NAVENDA NÛÇEYAN - Dengbêj Feyzoyê Rizo, li bajarê Krasnodar ê Rûsyayê ku ji ber nexweşîna pençeşêrê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. 

Dengbêj Feyzoyê Rizo ku li bajarê Krasnodar ê Rûsyayê dima, ji ber nexweşîna pençeşêrê jiyana xwe ji dest da. Rizo ku nêzî du sal berê pençeşêra madeyê lê peyda bûbû, bi şev rewşa tenduristiya wî xedar bû û jiyana xwe ji dest da. 

Cenazeyê Rizo dê sibê li bajarê Krasnodarê bê veşartin. 

FEYZOYÊ RIZO

Dengbêj Feyzoyê Rizo ku biraziyê dengbêj Şeroyê Biro û Mecîdê Faris e, di sala 1954'an de li Êrêvana Ermenistanê li gundê Vermezyarayê hatiye dinê. Malbata Rizo ku malbateke kurdên êzdî ye, piştî mihaciriya 1915'an pêşî çûye Îdirê, paşê koî Ermenistanê kiriye. Dengê Rizo, 26 salan li Radyoyaya Êrêvanê li seranserê Kurdistanê belav bûye. Rizo, piştî 2003'yan li gelek bajarên Kurdistanê tev li mihrîcanan bûye û li ber bilûra Egîdê Cimo kilam gotine. Her wiha Rizo di fîlmê Vodka Lemon ê Hiner Saleem de jî rol girtibû.  

Kaynak: http://mezopotamyaajansi.net/kr/HEM-NCE/content/view/223587