NAVENDA NÛÇEYAN - Kovara Destar a wêjeyî bi hejmara xwe ya 7an derket pêşberî xwendevanên xwe yên kurdîhez û wêjehez.

Kovara Destar ku bi dirûşma ‘Destarê Kurd-î Hûr dihêre’ ji 2 salan zêdetire di qada wêjeyê de cihekî taybet girtiye weke hejmarên din di vê hejmara xwe ya têr û tijî de jî bi gelek beşên cur bi cur ên wêjeyî derket pêşberî xwendevanên xwe. 

Di hejmara 7'an a kovara ku beş bi beş hatiye sazkirin de, ji çar aliyên Kurdistanê, Ewropa û Qafkasyayê nivîskar û wêjekarên kurd, di beşên cuda yên di kovarê de, bi nivîsarên xwe yên li ser mijarên cur bi cur ên wêjeyî qedîmbûn, kûrahî û dewlemendiya wêjeya kurdî careke din radixin ber çavan, ji gelek milan ve gehwer û rasteqîniya rêgeh, rûgeh û bergeha wêjeya kurdî ya xwebûnî û gerdûnî diyar dikin.

AWÊNEYA HÊZA WÊJEYA KURDΠ

Kovara Destar a ku wek awêneyekî hêza wêjeya kurdî nîşan dide xwe bi riya gelek beşên wêjeyî saz dike. Li bin banê ‘Destarê Kurmancî di beşa ‘Destarê Ramanên Wêjeyî’ de, bi lêkolîn, vekolîn, nirxandin, dahûrandinên teorik, ramanî û zanistî yên wêjeyî li ser hêza kûrahiya wêjeya kurdî bal tê kişandin û nîqaşên girîng tên bipêşxistin. Di beşa ‘Destarê Rexneya Wêjeyî’ de bi çavekî rexnegir hûrnêrîn û nirxandinên li ser zanîna rexneya wêjeyî û celeba wêjeyî ya kurteçîrokê; di beşa ‘Destarê Wêjeya Devkî’ de dahûrandinên wêjeyî yên li ser zargotin, destan, dengbêjên navdar û gotinên pêşiyan ên li ser hiqûqê derketine pêş.

Di beşa ‘Destarê Çîrokê’de, li gel nirxandinên li ser dîroka çîroka kurdî çîrokên ku nû hatine nivisîn jî cih digirin. Di ‘Destarê Ceribandinê’ û ‘Destarê Bîranînê’ de ceribandin û bîranînên ku di nava xwe de bîreke kurdewar a civakî, çandî û dîrokî dihewînin hatine honandin. Di beşa ‘Destarê Helbestê’ de ramanên li ser celeba helbestê, jiyan û berhemdariya helbestkarên nirxdar ên cihêreng tên vegotin, dahûrandin û şîrovekirin. Di beşa ‘Destarê Wergerê’ de taybetmendiyên pêwîst ên werger û wergêriyê hatine vegotin. Di beşa ‘Destarê Wêjeya Cîhanê de der barê wêjeya Bolîvyayê de agahî hatine parvekirin. 

Li gel vê kovar bi beşên ‘Destarê Kirmanckî’, ‘Destarê Soranî’, ‘Destarê Kelhûrî’ û ‘Destarê Hewramî’ bi mijarên cuda yên wêjeyî dewlemendiya tam û çêja wêjeya kurdî nişan dide û bi rengekî şênber bi hêza berfirehî û kûrahiya ziman û wêjeya kurdî bi xwendevanan dide hesandin.  

‘WÊJE BÎR, HIŞ Û GIYANÊ CIVAKÊ YE' 

Di sernivîsa kovarê de li ser girîngî û rista wêjeya kurdî jî tê sekinandin û rista wêjeyê wiha tê vegotin: “Wêje bîr, hiş û giyanê civakê ye. Ji destpêka civakbûyîna mirovahiyê heta niha wêje qadeke bingehîn a civakî û jiyanî ye. Wek di hemû merheleyên dîroka kurd û Kurdistanê de di roja me de jî, rist, erk û berpirsyariya bingehîn a qada wêjeya kurdî ew e ku bi hemû berhemdarî, sekn û çalakiya xwe bibe hiş, hest û giyanê neteweya kurd û mirovahiyê, bibe çavkaniyeke bingehîn a şoreşa azadiya Kurdistan û mirovahiyê, jinûvesazkirina civak û jiyaneke azad.”  

Kovara Destar li gel vê hejmara xwe beşa kelhûrî jî li beşên kurmancî, kirmanckî, soranî û hewramî zêde kiriye. Bi vî awayî di hemû beşan de gelek nivîskarên kurd ên evîndarên ziman û wêjeya kurdî ne bi pênûsên xwe yên xurt destarê wêjeya xwebûnî û gerdûnî dîsa fireh gerandine û hûr hêrane û bi we wêjehezên dilsoz re parve kirine.

Hevgerînendeyên Weşana Giştî yên Kovara Destar Heval Dilbihar û Jîn Aryen diyar dikin ku kovara Destar ji bo wêjeya kurdî ya xwebûnî û gerdûnî qadeke sereke ye û ji ber wê divê li her çar dor û milên Kurdistanê û li her derê cîhanê yên ku kurd lê dijîn bigihe ber destên xwendevanên kurd û bang li hemû  kurdîparêz û wêjehezan dikin ku ew jî bi xwendin, nivîsandin, nirxandin, belavkirina kovarê, pêşniyaz û her cureyê piştgiriya xwe destê xwe biavêjin destikê Destarê xwe û hewl bidin ku Destar hê firehtir bigere û hûrtir bihêre.  

Kaynak: http://mezopotamyaajansi.net/kr/HEM-NCE/content/view/223897