MÊRDÎN - Helbestkar Dost Çîyayî di 20'emîn salvegera koça xwe ya dawî de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê hat bibîranîn.

Helbestkar Dost Çiyayî (Mahmût Çaça) ku di 29'ê Tîrmeha 2003'yan de gava diçû Mîhrîcana Dersimê di rê de li ser rêya Erxeniya Amedê qeza kir û jiyana xwe ji dest da, di 20'emîn salvegera koça xwe ya dawî de ji aliyê Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ve li navçeya Qoserê ya Mêrdînê hat bibîranîn. Çalakiya bîranînê li Navenda Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê ya Qoserê hat lidarxistin. Li gel hevserok, rêveber û endamên Komeleya Wêjekarên Kurd û MED-DER'ê, malbata Çiyayî û gelek wêjehez tevlî bîranînê bûn.

Di bîranînê de helbestên Dost Çiyayî hatin xwendin û sînevîzyoneke der barê jiyana wî de hat nîşandan. Malbata Çiyayî jî ji ber bîranînê kêfxweşiya xwe anî ziman û malavayiya hemû beşdaran kir.

DOST ÇIYAYÎ KÎ YE?

Helbestkar û wergêr Dost Çiyayî (Mahmut Çaça) di sala 1972'yan de li gundê Qelendera Mêrdînê hat dinyayê. Li gund, Mêrdîn û Qoserê xwend. Di sala 1991'ê de kete Fakulteya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Dîcleyê. Sala 1992'yan êşa gurçikan lê peyde bû. Du caran emeliyat bû. Bi enfeksiyona jehrbûna xwînê ket komayê. Di demeke ku her kesî jê hêvî birî de, li jiyanê vegeriya. Ev bûyer, li ser fikar û jiyana wî rêçeke domdarî hişt. Sala 1995'an ji beşa Mamostetiya Seretayî mezûn bû û dest bi kar kir. Di heman salê de jî zewicî. Bi navê Baz lawekî wî çêbû.

Dost Çiyayî, di 29'ê Tîrmeha 2003'yan de dema diçû Mîhrîcana Dersimê li ser rêya Erxeniya Amedê qeza kir û di 31 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Bi navê Qetran (Avesta, 2005) pirtûkeka helbestan ya Çiyayî heye. Her wiha pirtûka helbestan "Yuzumdekî Kûyû" ya helbestkar Metîn Kaygalak wergerandiye kurdî û ev werger bi navê "Bîra Rûyê Min" der çûye.