NAVENDA NÛÇEYAN - Dema qala wêjeya kurdî tê kirin yek ji navên ji ewil tê bîra her kesî helbestvan û nivîskar Cegerxwîn e. Bi ser wefata seydayê Cegerxwîn re 39 sal derbas bûn. 

Bi ser wefata helbestvan-nivîskarê kurd seydayê Cegerxwîn re 39 sal derbas bûn. Cegerxwîn ku navê wî yê rast Şehmûs e, di sala 1903’yan de li bajarokê Hesarê yê girêdayî navçeya Kercews a (ku niha girêdayî Êlihê ye) Mêrdînê ji dayik bû. Bi destpêkirina Şerê Yekemîn ê Cîhanê re tevî malbata xwe di sala 1914’an de koçî rojavayê Kurdistanê bajarê Amûdê kir. Li vir hem şivantî kir hem jî di nava zeviyan de xebitî. 

Di 18 saliya xwe de Cegerxwîn berê xwe da Amedê û di perwerdeyên li medreseyan de çanda kurdî û klasîkên wêjeya cîhanê nas kir. Piştî ku serhildana bi pêşengtiya Şêx Seîd hate têkbirin, ji ewil derbasî Rewandûz a başûrê Kurdistanê bû, ji wir çû Bexdayê û herî dawî dîsa vegeriya Amûdê. 

JI BO AZADIYÊ TÊKOŞIYA 

Cegerxwîn, li vir li ber destê hinek pêşengên olê yên kurd hate perwerdekirin û di sala 1928’an de dest bi nivîsandina helbestên kurdî kir. Cegerxwîn, Celadet Elî Bedirxan û rêhevalên xwe di sala 1932’yan de li paytexta Sûriyeyê Şamê dest bi weşandina kovara Hawarê kirin û navê Cegerxwîn cara ewil li wir hate bikaranîn. Cegerxwîn, sedema vê jî wiha rave dike: “Ez jî mîna gelê xwe birîndar im. Dilê min birîndar e. Ji cegera min min xwîn tê. Lewma min navê xwe kir kesê cegera wî xwîn jê tê anku Cegerxwîn.” 

Cegerxwîn, di nava rêxistina Xoybûnê de jî cih girt ku di Serhildana Agiriyê de xwedî roleke mezin e. Di sala 1946’an de derbasî Qamişloyê bû û xebatên xwe yên polîtîk domand. Cegerxwîn, di heman salê de bû serokê rêxistina siyasî ya Civata Azadî û Yekitiya Kurd.  Di sala 1948'an de endamê Partiya Komunîst a Sûriyeyê bû û 6 sal piştre ji bo bikeve Parlamentoya Sûriyeyê bû namzetê parlamenteriyê. 

Cegerxwîn, heta sala 1957’an serokatiya saziya Komîteya Aştiyê ya ji bo Cizîrê kir. Piştre ji Partiya Komunist a Sûriyeyê veqetiya û tev li Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Sûriyeyê bû. 2 sal piştre dîsa çû Iraqê û li Zanîngeha Bexdayê bû yekemîn mamosteyê ku bi zimanê kurdî dersê dide. Cegerxwîn, di vê pêvajoyê de ji bo zimanê kurdî gelek xebat kir û gelek xwendekar gihand. 

Cegerxwîn, ji ber xebatên xwe yên siyasî, di sala 1963’yan de li Şamê hate girtin. Piştî berdanê jî li gorî rêzê derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê, Lubnan û bajarê Swêdê Stockholmê bû. Di 22’yê cotmeha sala 1984’an de jî li Stockholmê wefat kir. Cenazeyê wî li Qamişloyê hate definkirin. 

AZWERIYA AZADIYÊ 

Ji Mêrdînê heta Stockholmê, ji Bexdayê heta Lubnanê, ji Rojava heta Herêma Federe ya Kurdistanê, Cegerxwîn di vê pêvajoyê de gelek berhemên navdar nivîsand. Di gelemperiya berhemên wî de jî mijara esasî têkoşîna gelê kurd a li dijî burjuvaziyê bû. Cegerxwîn, zextên li gelê kurd tên kirin, înkar, pişaftin, bêkarî, xizanî û çerxa kedxwariyê di helbestên xwe de hûnand. Her wiha Cegerxwîn di helbestên xwe de bal kişand ser azadî, aştî û dijbertiya şer. 

BERHÊMÊN WΠ

Cegerxwîn, "Prîsk û Pêtî (1945)", "Sewra Azadî (1954)", "Kî me Ez? (1973)", "Ronak (1980)", "Zend-Avista (1981)", "Şefeq (1982)", "Hêvî (1983)", "Aşîtî", "Salar û Mîdya" û dîwanên wî yên "Şerefnama Menzûm". Bi gelek çîrok û lêkolînên xwe ve ji bo wêjeya kurdî bû çavkaniyeke giranbiha. Gelek berhemên wî piştre hatin qedexekirin û gelek helbestên wî ji hêla stranbejêna ve bûn stran. 

SAZIYÊN KU NAVÊ WÎ LÊ HATINE KIRIN

Piştî wefata Cegerxwîn, navê wî li gelek navendên çandan, park û cadeyan hate kirin. Lê belê piştî di sala 2016’an de qeyûm li şaredariyan hate tayînkirin, bi taybet jî saziyên bi navên wî hatin girtin û navên cade û kolanên navê wî lê hatibû kirin jî hatin guherandin.