AMED - Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Rêdûr Dîjle, têkildarî xebat û nexşerêya serdema nû ya komeleyê axivî û destnîşan kir ku ji bo berbiçavkirina wêjeya kurdî dê bixebitin û bi avakirina nûnertiyan Komeleya Wêjekarên Kurd bikin navendeke wêjeya kurdî.

Di çarçoveya Rewşa Awarte (OHAL) de ku piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê hat ragihandin, gelek saziyên kurdan hatin girtin. Yek ji saziyên ku bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatin girtin Komeleya Nivîskarên Kurd bû. Piştî girtina Komeleya Nivîskarên Kurd, di 21’ê Çileya 2020’an de li Amedê ji aliyê komek nivîskarên kurd ve Komeleya Wêjekarên Kurd hat damezrandin. Komeleya Wêjekarên Kurd ku nêzî 3 sal in hatiye avakirin û gelek çalakî li dar xistine, di 10’ê Hezîrana 2023’yan de 2’yemîn Kongreya xwe ya Asayî ya Giştî li dar xist. Di kongreyê de Fatma Taşli Tunç û Rêdûr Dîjle ji bo Hevserokatiya Komeleya Wêjekarên Kurd hatin hilbijartin.

Komeleya ku li Amedê hatiye damezrandin, di xebatên xwe yên 3 salan de gelek proje û çalakiyên wekî pêşxistina wêjeya kurdî, bîranîna nivîskarên kurd û hevgirtina bi nivîskarên girtî re pêk aniye. Komele plan dike ku wêjeya kurdî berbiçavtir bike û arşîv bike. Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Rêdûr Dîjle li ser girîngiya wêjeyê, pêvajoya pêşketina wêjeya kurdî û xebatên ku dê weke komele bikin axivî.

‘EM DEYNDARÊN ÇANDA DEVKÎ NE’

Dîjle destnîşan kir ku wêje fenomenek sosyolojîk e û xwe dispêre tişta civakî û li gor wê tevdigere. Dîjle bilêv kir ku neteweya kurd ku bi salan e bi bobelatan ve rû bi rû maye, lê dîsa jî ziman û çanda xwe parastiye. Dîjle anî ziman ku ew deyndarê wan kesan in ku çanda kurdî bi devkî veguhestine radeyekê û wiha got: “Ev çanda bi devkî, piştî gihişt radeyekê li ser rûpelan hat nivîsandin. Em deyndarê çanda xwe ya dengbêjiyê ne, yanî wêjeya xwe ya devkî ne. Gelek balkêş e ku dengbêjî di heman demê de helbesta te, romana te, çîroka te, muzîka te, rîtma te û reqsa te ye. Hemû cureyên wêjeyê, hunerê di xwe de hewandiye. Ev bi estetîkeke resen hatiye çêkirin. Çendî hêzekê wê ya fîzîkî tune be jî, lê hêza wê ya ruhî hiştiye ku hêza fîzîkî ya bi ser wê ve tê pûç bike. Em îro jî xwe dispirên wê çandê, kevneşopiyê û li gor wê em tiştekî diafirînin. Di roja îro de bi ya min kulliyateke gelek mezin derketiye holê.”

‘XWEDIYÊ BERHEMEKÊ, DI HEMAN DEMÊ DE XWENDEVANÊ WÊ YE JÎ’

Dîjle da zanîn ku li hemû cihên ku kurd lê dijîn wêjeya kurdî jî derbek ji bêstatubûyînê xwariye. Dîjle got ku wêjeya kurdî ne xwediyê derfetên pir mezin bûye û di bêderfetiyê de xwe afirandiye. Dîjle bal kişand ser girse û xwendina wêjeya kurdî û diyar kir ku tiştekî gelek balkêş e ku xwediyê berhemeke wêjeyî di heman demê de xwendevanê wê berhemê ye jî. Dîjle bi lêv kir ku di neteweyeke din de heke xwendevanên nivîskarekî nebin, wê dest ji wêjeyê berdin û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Di kurdan de ev tişt berovajî ye. Dibistanên kurdan nebin jî, rêjeya xwendinê ya di civaka kurd de kêm be jî, bi sedan nivîskarên kurd hene û her sal bi sedan berhem tên weşandin. Belkî bê gotin ku xwendevan nîn e lê kurd çima dinivîsin? Helbet hesab û kitabekî wan heye. Her çendî xwendevanê wan nebin jî, ew hesabê siberojê dikin. Bi ya min ev tişt dê ji bo nifşê nû derfeteke pir mezin be û dê nifşê nû li ser vê kulliyatê gelek tiştên baş biafirînin. Her wiha ji ber ku girseyeke mezin a xwendevanên wêjeya kurdî nîn e, kurd asta wêjeya xwe jî nizanin. Gelek berhemên kurdî hene ku ji berhemên li seranserê cihanê tên naskirin, kêm nîn in. Bêiûdiyeke kurdan heye ku ew jî ji bêstatubûyînê tê, lê dîsa jî diafirînin.”

ARMANÇ BELAV KIRINA WÊJEYA KURDÎ YE

Dîjle, têkildarî Komeleya Wêjekarên Kurd jî axivî û anî ziman ku komele di sala 2020’an de di pêvajoya pandemiyê de hatiye avakirin û lewma berbiçav jî nebûye. Dîjle, diyar kir ku piştî pandemiyê hinek xebat hatin kirin û niha jî wan rêveberiya vê komeleyê hilgirtiye. Dîjle, destnîşan kir ku ew ê li gor şert û mercên komeleyê tevbigerin û ev tişt got: “Komeleya Wêjekarên Kurd, dixwaze ji aliyê wêjeyî ve li gel nivîskar û wêjekarên kurd be. Hem ji aliyê aborî û hem jî, ji aliyê manevî ve li gel wan be ku wêjeya kurdî berbiçav bike. Me kongreya xwe bi dirûşmeya ‘Wêje giyanê civakê ye’ li dar xist. Ji ber vê yekê komele dixwaze vî ruhî belavtir bike ku civaka kurd pirtir hay ji wêje û berhemên xwe hebe.”

WÊ GELEK CIHAN NÛNERTIYAN VEKIN’

Dîjle anî ziman ku piştî wan rêveberiya komeleyê wergirt, di destpêkê de hemû kêmasiyên komeleyê tespît kirine. Dîjle da zanîn ku yek jî pirsgirêkên komeleyê rêxistinbûyîn e û got ku ji roja hatiye ser kar heya niha hejmara endamên xwe du qat zêde kirine. Dîjle bi lêv kir ku di çarçoveya rêxistinkirinê de wan pêdivî bi nûnertiyan dîtiye û wiha domand: “Me got ku em li gor derfetên xwe li gelek bajaran nûnertiyan ava bikin û vê qadê geştir bikin. Em dixwazin bi wan nûnertiyan tu bajaran bê çalakî nehêlin. Di vê çarçoveyê de me li bajarên cuda pêwendî bi qasî sed kesî re daniye. Niha li 15 bajaran hevalên me amade ne ji bo nûnertiyê. Tenê ne li Kurdistanê, li gelek bajarên Tirkiyeyê jî em ê nûnertiyan vekin. Em dixwazin bi vê yekê Amedê bikin navend, navendeke nivîskarên kurd û wêjeya kurdî.”

JI BO PÊŞXISTINA WÊJEYÊ KOMÎSYON AVA KIRINE

Dîjle destnîşan kir ku kêmasiyek jî karbeşî bû û wan ji bo çareserkirina vê kêmasiyê jî komîsyon ava kirine. Dîjle diyar kir ku wan komîsyona dane û dokumanterî, komîsyona wêjekarên jin, komîsyona nivîskarên di zindanan de û çend komîsyonên din ava kirine û wiha berdewam kir: “Ji komîsyona dane û dokumanteriyê armanc  arşîv çêkirine û ji bo me jî ev yek gelek girîng e. Em dixwazin li seranserê cîhanê, çi qas nivîskarên kurd hebin, ji rojbûna wan bigire heta xebatên wan tomar bikin û bi raya giştî re parve bikin. Her wiha dê gelek kes ji bo lêkolînên xwe sûdê ji vê arşîvê binêrin. Armanca komîsyona wêjekarên jin jî ew e ku çi qas nivîskar û wêjekarên jin hebin, peywendiyê bi wan re deyne û pênûsa jinê bi rêya komeleyê berbiçavtir bike.

Armanca komîsyona nivîskarên di zindanan de jî ew e ku bi her awayî peywendî bi nivîskarên di zindanan re bê danin û em li der ve bibin berdevkê wan, dengê wan. Heke berhemeke wan hebe, em bi her awayî alîkariya wan bikin. Ji ber ku wêjeya di zindanan de beşeke taybet a wêjeya kurdî ye û beşeke taybet a wêjeya şoreşgerî ye. Kurd neteweyeke bindest e û neteweyên bindest jî xwedî xisûsiyeteke wêjeya berxwedêr in, şoreşgerî ne. Nivîskarekî afrîkayî dibêje ku ‘Kesên çekê digirin û kesên pênûsê digirin heman kes in, her wiha kesên siyasetê dikin û pênûsê digirin jî heman kes in.’ Bêguman ev ji bo kurdan jî pênaseyeke di cih de ye. Kurd bi salan e ji bo maf û statuya xwe li ber xwe didin û di heman demê de jî diafirînin. Ji ber vê komîsyona nivîskarên di zindanan de ji bo me xwedî cihekî taybet e. Her wiha em dixwazin vê yekê bi plan û projeyên xwe li qada wêjeyê çalaktir bikin. Me bi qada navneteweyî re jî peywendî daniye ku em bikaribin wêjeya kurdî berbiçavtir bikin.”

‘MIROV BI WÊJEYÊ HEQÎQETA XWE DIBÎNE’

Dîjle da zanîn ku wêje ji bo neteweya kurd bivênevê ye. Dîjle diyar kir ku mirov bi wêjeyê heqîqeta xwe û kodên xwe yên rasteqîn dibîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Neteweyeke ku ji wêjeyê îzolekirî, tu carî nikare nasnameya xwe bibîne. Nasnameya me jî di kodên zimanê me de qeyd kiriye û veşartiye. Em van kodan dikarin bi saya wêjeya xwe, xwendina berhemên kurdî bibînin û bi vî awayî ruhê xwe geştir bikin.”

MA / Bazîd Evren - Bêrîvan Altan