AMED - Konferansa DBP’ê bi kurdî dest pê kir û bi kurdî bi dawî bû. Her wiha mijarên sereke yên derketin pêş azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd bûn. 

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) beriya 6’emîn Kongreya Awarte ya ku dê di 12’ê mijdarê de li Enqereyê li dar bixe, li navçeya Rezan a Amedê li eywaneke dawetê bi dirûşma “Em ê bi civaka rexistinbûyi jiyana azad ava bikin” konferansa xwe ya mezin li dar xist. Ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran kes tev li konferansê bûn. Di konferansê de coşeke mezin hebû. 

Çendek nîşeyên di konferansê de derketin pêş wiha bûn: 

* Ji çar aliyên welêt bi hezaran kes tev li konferansê bûn. 

* Welatiyên tev li konferansê bûn bi saetan stran gotin û govend gerandin. 

* Di tevahiya konferansê de hemû stran bi kurdî bûn. 

* Hevserokên Giştî yên DBP’ê Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tuncer Bakirhan axaftinên xwe bi kurdî kirin. Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari bi zimanên kurdî û erebî beşdar silav kir. Hemû axevêrên din axaftinên xwe bi kurdî kirin. Belgeya helwestê ya konferansê jî bi kurdî bû. 

* Zimanê pankartên li eywanê hatin daliqandin bi kurdî bû. 

* Di tevahiya konferansê de ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dirûşm hatin berzkirin. Her tim dirûşmên “Bijî Serok Apo” û "Bê Serok jiyan nabe" oldan da. Her wiha dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" û "Jin, jiyan, azadî" derketin pêş. 

* Di axaftinan de azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, tecrîd û çareseriya pirsgirêka kurd a demokratîk derketin pêş. 

* Hat ragihandin ku dê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di 18’ê mijdarê de “Meşa Azadiyê” were destpêkirin. 

* Gelemperiya siyasetmedaran cilên kurdî li xwe kiribûn û vê yekê bal kişand. 

* Jinek li ser kursiya biteker hate konferansê. 

* Polîsên ku li noqteyên lêgerînê disekiniyan, nehiştin welatiyên cil û bergên kurdî li xwe kirin bikevin eywanê. Yên ku nehiştin bikevin eywanê, stranên kurdî gotin û govend gerandin. Welatiyekî wiha bertek nîşan da: “Ma cilên min gefeke çawa li ser ewlehiya te çêdike?” Parlamentera HEDEP’ê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş jî êlekekî polîsan nehiştî bikeve hundir hilgirt û got ku dê êlekî li Meclisê jî li xwe bike. 

* Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan jî pûşiyeka ku polîsan nehiştin bikeve hundir hilgirt û wisa tev li konferansê bû. 

* Di belgeya helwestê ya di dawiya konferansê de hate parvekirin de hat ragihandin ku seferberiya xwebirêxistinkirinê hatiye destpêkirin. 

Kaynak: http://mezopotamyaajansi.net/kr/HEM-NCE/content/view/223365