ÊLIH - Yek ji damezrînerê Yenî Sahneya ji aliyê dilxwazan ve hatiye avakirin, Yakûp Selîmoglû destnîşan kir ku armanca wan ew e ku şanoya kurdî bigihije herkesê.  

Siyaseta kurd a piştî ku di bin banê Partiya Gelparêz a Sosyaldemokratê (SHP) de di sala 2004’an de kete hilbijartina herêmî, Şaredariya Êlihê bi dest xist, sala 2005’an de dest bi avakirina ‘Sînemeya Yilmaz Guney’ kir. Bi vekirinê Sînema ji bo bajêr bû remza hunerê. Piştî ku ji şaredariya di destê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de qeyûm hate tayînkirin, bi awayekî biguman agir bi Sînemaya Yilmaz Guney ket. Pişt re di adara 2017’an de jî qeyûm Sînema da xerakirin. 

Hunermendên ku di Sînemaya Yilmaz Guney de xebatên xwe didan meşandin, piştî sala 2018’an hatin bahev û bi navê “Yenî Sahne” kargeha hunerê ava kirin. Yenî Sahne bi gelek çalakiyên xwe yên hunerî re, taybetî bi listikên xwe yên şanoyê, xebatên xwe berdewam kir. Di dema pandemiya Kovid-19’ê de jî xebatkaran hemû lêçûnên xwe bi derfetên xwe pêşwazîkirin û ji bo ku Yenî Sahneyê li ser piya bihêlin, li ber xwe dan. Xebatkarên Yenî Sahneyê ji parêzer, kedkarên tenduristiyê û ji mamosteyên ku bi dilxwazî dixebitin pêk tên. Listikên Yenî Sahneyê li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê rastî eleqeyeke mezin tên û tên şopandin. 

VALAHIYÊ HUNER TEMAM KIR

Yek ji damezrînerê dilxwaz ê Yenî Sahneyê, Yakûp Selîmoglû têkoşîna xwe ya ku ji bo Yenî Sahneyê li ser piya bigirin ji ajansa me re vegot. Selîmoglû destnîşan kir ku piştî valahiya xebatên hunerî ya bi xerakirina Sînemaya Yilmaz Guney çêbûye, bi Yenî Sahneyê hate temamkirin û wiha got: “Ji bo ku em vê valahiyê tije bikin me cihek dît. Her mehê em 23 bernameyan çêdikin. Di nava van de sînema, konser, lîstik, rojên îmzeyê, nîşandana şanoyê û kurtefilman hene. Piraniya van bi kurmancî têne lidarxistin.”

ELEQEYA MEZIN A ŞANOHEZAN

Selîmoglû, anî ziman ku lîstikên ku Yenî Sahneyê nivîsandine yên bi navên Cîmrî 140 caran, Serbaz 87 caran, Forsa Şerko 24 caran hatiye pêşandan û listika wan a bi navê ‘Jina Qelew’ jî Li Stenbol, Îzmîr, Amed, Mêrdîn û li gelek bajaran rastî eleqeyeke mezin hatiye. Selîmoglu da zanîn ku ew ê pêşandanên listikên xwe li gelek bajaran berdewam bikin. 

KEDA PARASTINA ÇAND Û HUNERÊ

Selîmoglû, bal kişand ser armanca wan a pêşxistina çand û hunera kurdî û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em ji bo çand û hunera xwe biparêzin di nava hewldaneke mezin de ne. Hevalên me yên di listikan de cih digirin kedeke salan dane pêşxistina zimanê kurdî. Armanca me ya mezin ew e ku em şanoya kurdî bigihînin her kesê û listikên xwe di eywanên mezin de bidin nîşandan.”

MA / Fethî Balaman