BEDLÎS - Rêveberê Komeleya Çand û Hunerê yê Serhedê Mervan Tarhan ku di 1’emîn Kongreya Komeleya xwe ya Asayî de axivî wiha got: “Ji ber ku çand û hunera me pêşeroja me ye werin em bi hev re vê biparêzin.”

Komeleya Çand û Hunerê ya Serhedê ku li navçeya Tetwan a Bedlîsê ye bi dirûşmeya “Çand û huner hebûna gelan e” 1’emîn Kongreya xwe ya Asayî li Peravê Tetwanê li dar xist. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Çepên Kesk û Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek kes tev li kongreyê bûn. 

‘ÇAND Û HUNER PÊŞEROJA ME NE’

Yek ji rêveberên komeleyê Mervan Tan ê destpêkê axivî, diyar kir ku çand û hunera gelê kurd bi sed salan e tune tê hesibandin û wiha got: “Çand, ziman û dîroka me tê qirkirin. Nahêlin em çanda xwe bidin jiyîn. Bi mîhrîcanên li cihên berxwedanê dikin hewl didin naveroka çanda me pûç bikin. Ji ber çand û hunera me pêşeroja me ye werin em bi hev re biparêzin. Em ê çanda xwe bi dayina bersiveke xurt ji qirkirina çandê re biparêzin. Lazim e gelê kurd saziyên xwe biparêze.”

PIŞTÎ KONSERÊ ÇAT Û TÛRAN KONSER DA

Piştî axaftinan Kadîr Çat derket ser dikê. Dema Çat strana Kemal Pîr got ceyran hate birîn. Li ser vê yekê kesên tev li kongreyê bûn bi hev re strana “Kemal Pîr Yoldaş” gotin. Piştî Çat hunermend Mizgîn Tûran derket ser dikê. Sedan kesên tev li kongreyê bûn, bi stranên ku hunermendan gotin re govend gerandin. 

Kongre piştî konserê bi dawî bû. Di kongreyê de Onder Yoldaş weke Serokê Komeleya Çand û Hunerê ya Serhedê hate hilbijartin.