AMEDDi 2'yemîn Kongreya Asayî ya Komeleya Wêjekarên Kurd de Fatma Taşli Tûnç û Rêdûr Dîjle bûn hevserokên komeleyê. 

Rêveberiya Komeleya Wêjekarên; Fatma Taşli Tûnç, Rêdûr Dîjle, Mîhdî Perinçek, Eyup Guven,Faysal Ozdemir, Nûrcan Delîl, Hacî Ozkal, Dilan Aydin, M. Saît Arzû û Bêrîvan Canbey. Vênerîn; Abdurrahman Bakîr, Hasbey Koksal, Xunav Altun, Dîba Ermiş Keskin, Mahmut Çelebî û Salih Newalî

Komeleya Wêjekarên Kurd, 2'yemîn Kongreya Asayî li dar xist. Kongrea li Odeya Yekîtiya Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB) a Şaxa Amedê hat lidarxistin. Parlementerê Partiya Çepên Kesk ê Wanê Sînan Çîftyurek, Dayikên Aştiyê, rêveber û endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komîsyona Ziman a Baroya Amedê, Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TÛHAD-FED, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) û TJA û gelek nivîskarên kurd tevlî kongreyê bûn.

Kongre bi axaftina destpêkê ya endamê Komîsyona Ziman a Baroya Amedê Eyup Aydenîz dest pê kir. Paşê deqeyek rêz ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan hat girtinç Piştî rêzgirtinê dîwan hat bijartin. 

Kongre bi axaftina destpêkê ya endamê Komîsyona Ziman a Baroya Amedê Eyup Aydenîz dest pê kir. Paşê deqeyek rêz ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan hat girtinç Piştî rêzgirtinê dîwan hat bijartin. 

TEVÎ HEMÛ ZEXTAN JÎ LI BER XWE DIDIN

Hevgerînendeyê Weşana Giştî yê Kovara Destar Heval Dilbihar ku di kongreyê de axivî, anî ziman ku wêje parçeyeke jiyanê ye û got: "Wêje, di heman demê de civak û jiyana azad e. Kurdî, ji ber dewlemendiya xwe ev qasî li ser xwe maye. Tevî hemû zextan jî nivîskarên kurd, têkoşîna xwe didomînin." 

Hevgerînendeya Weşana Giştî ya Kovara Destar Jîn Aryenê jî bilêv kir ku kurd tevî bêstatuya xwe jî zimanê xwe anîne heya roja îro û got: "Em dixwazin ev kongreya me bibe bersiv ji bo pêvajoya nû. Kurd, sed sal in bi awayekî bêstatu dijîn, lê zimanê me bi saya dewlemendiya xwe hatiye roja îro." Aryenê destnîşan kir ku şoreşa jinê, şoreşeke mezin e û got: "Wêjeya jinê ya kurdî hê nehatiye nivîsandin. Em ê hewl bidin ku dîrokçeya jina kurd binivîsin."  

Piştî axaftinan  rapora xebatê û maliyeyê ya rêveberiya borî hat daxuyandin û ji bo rêveberiya nû dengdayîn hat kirin. 

Piştî dengdayînê Rêdûr Dîjle û Fatma Taşli Tûnç bûn hevserokê nû yên Komeleya Wêjekarên Kurd.  

( Çavkanîyen Nûceya nivîskî MA )