NAVENDA NÛÇEYAN - Komxebata "Di Sed Saliya Peymana Lozanê de Kurd Pêkvejiyanê li Rojhilata Navîn Dikin Çareserî" li Silêmaniyê tê lidarxistin. Kesên di panelê de komxebatê de axivîn diyar kirin ku Lozan berhema xweperestî û nebûna yekitiya kurdan bû.

Nûnertiya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ya başûrê Kurdistanê bi tevlibûna gelek rewşenbîr, siyasetmedar û kesayetên naskirî li Hola Emnesûreke li ser 100 saliya Lozanê û çarenûsa kurdan komxebatekê li dar dixe. Komxebata bi dirûşmeya "Di Sedsaliya Peymana Lozanê de Kurd Pêkvejiyanê li Rojhilata Navîn Dikin Çareserî" ku serê sibehê dest pê kir. 

Piştî rêzgirtinê li ser navê KNK’ê Cîgirê Hevserokê KNK’ê peyamek da û got: “Armanca KNK’ ji avakirinê ew e ku  yekrêziyek nava partiyan ava bike, bibe ssêwanek ji bo gelê kurd. Berjewendiyên  gel,  xak û netewî xeta sor a hemû partiyane be. Dema me ev kir em dikarin  serketinê bi dest bixin. Şûna em ddest bidin dijmin xaka xwe dagirkir bikin, dest  bidin destê hev û li dijî dijmin rabin.” Piştre panelîstan li ser babetên xwe nirxandin kirin.

'ME GELEK TIŞT NEKIRIN' 

Ji beşdarên komxebatê Kardo Mihemed anî ziman ku Peymana Lozanê çarenûsa gelan diyar dike û wiha got: Dema em temaşeyî Peymana Lozan bikin, berjewendî hişt ku  siberoka gel têk biçe. Divê em derfetan ji dest nedin. 32 sal desthilat me heye, me çi kiriye ku ji bo gelê kurd stratejiyek baş bidest bixin. Me ev nekir.  Me sûd ji derfetên navnetewî negirt. Di têkoşîna gelê Kurd de  jin çûn ser dika dîrokî ku bû hêviya gelan, me sûd bi qasî pêwîst jê negirt. Ewqas  me berdêl da me encam zêde negirt. Pêwîstiya me li başûr bi sîstemeke  xurt ya rast heye. Divê em bîr li stratejiya netewî bikin. Sûdê ji cêwazî yek nigrin bixin berjewendiyên giştî."

'LOZAN JI NEBÛNA YEKITIYA KURDAN BÛ' 

Ji axiverên komxebatê Bilêse Cebar jî wiha axiv: "Li vir pirsa her girîng ew e ku gelo Peymana Lozan dawî bibe yan na? A rast di peymana Lozanê de ti made nîne ku têde bê nivîsîn ku bê hilweşandin. Heke ne hilweşe  divê çi bikin? Tirkiye niha û berî sedsal ji hev cuda ye. Li gorî desthilata niha ya Tirkiye dawî li dema Ataturk hatiye, li gorî tirkiye lozan ji bo wan  zerer bû, sînorê wê kêm kiriye. Ji bo vê divê tirkiye çi bike. Ji bo hinek made û peymanên din derfet dide hinek xal bê guherîn. Herêma xwe zêde bike û desthilata xwe zêde bike. Du bendên lozanê dihêle ku tirkiye sûdê jê bigre, bi vê yekê xakê rojava dagir kiriye. Em dizanin li vir guherîn bikin, a li hatayê kirî dubare bike. Vê yekê bi referandûm û parlementoyê bike. Bi vî rengî Mûsilê dikare dagir bike û heman demê gelek deverên başûr dagir kiriye. Lozan berhema xweperestî û nebûna yekitiya kurdan bû." 

'ROJAVA EZMÛN E' 

Nûnerê PYD’ê yê başûrê Kurdistanê Dr. Cawîdan Kemal jî destnîşan kir ku dema ew qala gelê kurd bikin, divê qala çar dewletan bikin  û wiha got: "Li başûr sîstema federal û dîsa xweseriya li Rojava dikare bibe sûdek baş ji bo qada navnetewî encam bigre. Ezmûna Rojava dikare dawî li krîzên Rojhilata navîn bîne. Kurd niha li her çarparçeyan xebat dike ji bo parastina mafê xwe û piştre piştevanî bide hev ji bo Kurdistana mezin.

Piştî nirxandinên van axivêran beşdar jî nêrîn û pêşniyarên xwe dikin.

( MA)